Immanuel Kant: Cudahiya di navbera guhartoyan de
B robot jêbirin: ba:Ҡант |
B robot guhêrandin: ko:임마누엘 칸트 |
||
Rêz 82: | Rêz 82: | ||
[[kaa:Immanuel Kant]] |
[[kaa:Immanuel Kant]] |
||
[[kk:Кант, Иммануел]] |
[[kk:Кант, Иммануел]] |
||
[[ko: |
[[ko:임마누엘 칸트]] |
||
[[la:Immanuel Kantius]] |
[[la:Immanuel Kantius]] |
||
[[lb:Immanuel Kant]] |
[[lb:Immanuel Kant]] |
Guhartoya 03:54, 13 tîrmeh 2009
Îmanuêl Kant (bi Elmanî Immanuel Kant) (* 22'ê avrêlê 1724 li Königsberg; † 12'ê reşemiyê 1804 dîsa li Königsberg) firmesunekî(filozof) Elman bû. Ew yek ji kartêkertirîn û bibandortirîn hizirvanên Ewrûpayî û dawîntirîn feylesûfê rewşenhizrîyê (ronakbîrîyê) e. Kant mîna bavê Felsefa Rexneyî tê qebûlkirin.
Jînenîgar
Destpêka Jîyanê
Li bajarê Prûsya rojhilat Königsbergê (Kaliningrad) ji dayik bû û heta dawiya jiyana xwe li vî bajarî ma. Xusla Te'mîd Îmanuêlî bi navê Emanuêlî hat kirin, lê wî, paştir dema zimanê Îbrî hînbûy, navê xwe guhart û kir Îmanuêl. Ew zaroyî çarê ji neh zaroyên malabatê bû (pênc ji wan hêşta zaro mirin). Wî piranî ya jîyana xwe li bajêrê bûna xwe, ko li wî çaxî paytextê Prûşîyayê bû, derbaz kir. Babê wî, Yohan Gêorg Kant (1682-1746), sin'etkarekê (hostayekê) Elmanî yê xelkê Memelê (niha Klaipeda a Lîtwanyayê e) bû. Dayîka wî, Anna Regina Porter (1697-1737), kîja (keça) kurtankerekî bû. Di zarotîya xwe da Îmanuêl xwîndinkarekê baş bû. Di malbateka Luterî da mezin bû ko bawerî bi xwe terxankirina jibo dînî, xwe-şkandin û zahidîyê û vexwîndina peyvaneya Kitêba Pîroz hebû. Ji ber hindê, Îmanuêl bi awayekî rijd hat perwerdekirin-xwedî tertîb, hişik- ko li zimanê Latînî û rênumayîyên dînî pirtir ji rîyazîyat û zanistî rêz diigrt. Paştir, Îmanuêl behsa wê heyamê bi heyameka nexweş dikit.
Gava li zanîngehê xwendekar bû çend salan ders da xwendekaran. Gava xwendekar bû di bin bandora Leibniz û Woolf de ma. Di sala 1755'an de piştî ku bû doçent li zanîngehê dersên curbecur ên Zaniyariya Civatê da. Kant di destpêkê de di mijara fîzîk û astronomiyê de nivîsand. Di sala 1755'an de berhema xwe ya bi navê " Dîroka Gerdûniya Xwezayî û Teoriya Buhiştan" nivisand. Di sala
1770'an de bu serokê kursiya Mantiq û Metafîzîkê. Piştî 1770'an bi bandora Hume û Rousseau felsefa xwe ya rexneyî pêşve bir.....
Berhemên wî
- Kritik der reinen Vernunft, 1781
- Prolegomena zu einer jeden künftigen Metaphysik, 1783
- Grundlegung zur Metaphysik der Sitten, 1785
- Kritik der praktischen Vernunft, 1788
- Kritik der Urteilkraft, 1790
- Religion innerhalb der Grenzen der bloßen Vernunft, 1793
- Metaphysik der Sitten, 1797