Sefera xaçperestan a yekem: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
TXiKiBoT (gotûbêj | beşdarî)
Rêz 76: Rêz 76:
[[tr:Birinci Haçlı seferi]]
[[tr:Birinci Haçlı seferi]]
[[uk:Перший хрестовий похід]]
[[uk:Перший хрестовий похід]]
[[vi:Thập tự chinh thứ nhất]]
[[vi:Cuộc thập tự chinh thứ nhất]]
[[wa:Prumire croejhåde]]
[[wa:Prumire croejhåde]]
[[zh:第一次十字军东征]]
[[zh:第一次十字军东征]]

Guhartoya 08:16, 22 tîrmeh 2009

Seferên xaçperestan ya yekem seferên Xaçperestanê herî pêşina bi destên xiristiyanan, bo sebeb û armancê ku Orşelîmê dîsa bidest bixin hatibû li dar xistin. Vê seferê piştî fermana Papa Urban II re di sala 1095'an de dest pê kir û bi dagirkirina Orşelîmê di sala 1099'an de re jî dawî dît.

Sedem

Qûdis û Felestinîmparatoriya Roma bû du paran re heta 637an de kete dest Ereban, di destên Bîzansê de bû. Pê ku di sala 637'an Ereban ket re, di sedsala 11'an de êdî Xristîyanan bo şunda dest xwe xistinê wê de re li fersenda digeriyan.

Di wê demê de bajar û xakên Bîzansên li Anatoliya, ji pê binketina di Cenga Malazgirtêyê di 1071an re yek bi yek bi destên Selçukan diketin. Ji bo artêşa Bîzans êdî gelek lawaz bûbû û ji hêz de ketîbû, împaratorê Bîzansê Alexios I Komnenos ji dewletên Ewropayê, li hemberî Selçukan alîkarî dixwest. Selçukan wê demê de Anatoliya, Antiochia û Qûdis dest xwe xistibûn. Bîzansan jî ser van binketinan re, ji bo alikarîyên wan bixwazin propogandaya xakên pîroz û qala zehmet kişandina xiristiyanên wan deveran dikirin. Dîsa bi armanca vê împaratorê Bîzansê Alexios I Komnenos bo yekkirina mezhebên Roma-Katolîk û Ortodoks pêşniyaz da.

Di wan deman de 18-28'ê sermawezê 1095 li bajarê Clermont ji bo yekkirina wan du mezheban civînek di serokîyê Papa Urban II de bû. Di wê civînê de gelek welatan de gelek Kardînal û Bîşop hatîbûn Clermontê. Di dawîya civînê de Papa axaftinake di dîrok de gelek mihîm û navdarê ku wek Deus lo vult! (Xwedê wê daxwaze) tê navkirin kir. Di wê axaftinê de Papa qala zehmetîyên xiristîyanên xakên Pîroz û lazimiya dest xwe xisitna wan deveran kir. Êdî bi slogana Deus lo vult!(Xwedê wê daxwaze) propagandayake ji bo seferake pîroz li hemû ewropayê dest pê kir.

Sefer

Pê fermana Papayê di biharê 1096an de re, sefereka bê organîze û pêkhatî ji hêla gel û leşkerên hat dar xistin û ewna tavilê derbaza Anatoliya bûn. Lê ji bo ew artêşê bê organîze bû, ewna bi destên Selçukan li bajarê Nicea(îznika îroj ) tavilê hatin kuştin. Ew eskerên kanîn ji wê cengê canê xwe bifilitînin şunda vegerîyane bajarê Konstantinopolîsê û xwe dane bendiya Xaçperestên dinên werin.

Rêya sefera Xaçperestayê Yekem

Ji pê re artêşake dina vê gavê hîn organîze û hîn mezinê bi bingehî ji Fransîyan pêk dihatî ji Ewropayê birê ket. Leşker û Şovalyeyên gelek welatên Ewropayê de dihatinî di meheya adarê 1097an de li Konstantinopolisê gêhiştine hev. Mezinahiya wê artêşa texmînî nêzî 50.000-6000 esker bû.

Artêşa Xaçperestan derbaza Anatoliyayê bû û di 19'ê pûşperê 1097an de siftê bajarê Nicea ji selçukan stand. Di 1'ê tîrmehê de jî Selçuqên di serdariyê Kiliç Arslan I de li nêzî Eskişehirê îroj bin xistin. Paş van serfirazîyan re Xaçperestan Anatoliya serbiser bi hêsanî derbaz kirin û gêhiştine Kurdîstanê. Wan di 1098an de Edessaya(îroj Riha) dagir kir û li wir Dewletên Xaçiyayê herî pêşinê bi navê Mîrîya Edessa tê zanîn saz kirin. Xaçiya pê re bajarên dinên Mezopotomya û Kurdîstanê dagir kirin û berê xwe dane ser Antoichia(îroj Antakya)yê. Wan Enteqya pê rapêçaneka heft mehan re di pûşperê 1098an de dest xwe xistin û niştiyên wir bi tunî kuştin. Wan li wir dewleta xaçperestanê duyem Mîriya Edessa saz kirin.

Ji pê Antoichia re jî bi armancê dest xwe xistinê Qûdisê dewama meşînê xwe kirin. Ew bajara nêzî saleke ku ji 1098an virve di destên Fatimîyan de bû. Di 13'ê pûşperê sala 1099'an de Xristiyan bi artêşake nêzî 14.000 leşker de pêkdihatî dorpêç kirin. Ji ber ku sûrên bajaêr saxlem bûn û Fatimîyan bajar bi serfirazî diparastin ceribandinên pêşin Xaçpêrest bêserfiraz dibûn. Lê bi dirêjbûna rapêçanê re di dawiyê de, pê rapêçanê 5 heftan re wan Qûdis dest xwe xistin. Pê Xaçperestan Fatimî li Qûdisê bêhtir li derên din jî, bi tunî bin xistin re, Gottfried von Bouillon xwe wek keyê Keyatiya Orşelîm û dewleta Xaçiyayê Orşelîmê da zanîn. Wan ji pê sefer xelas bû re di 1109an dewletake dina bi navê Mîrîtya Treblûsê saz kirin.


Dawî

Ji pê sefera xaçperestê yekem re şûnê ku Xaçperest tê re derbaz bûn de çend Dewletên Xaçiyayê biçûk hatin saz kirin. Dîsa va sefera, sefera tenêyê ku Xaçperest gêhiştine armancên xweyên bingehî bû. Ji vê seferê şunda di tu seferên din de Qûdis bi dest xiristîyanan neket û Xaçperest di wan seferan de bê serkeftî vegeriyan.

Şablon:Link FA Şablon:Link FA

Şablon:Link FA