Adem: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
VolkovBot (gotûbêj | beşdarî)
B robot serzêde kirin: be:Адам
B robot serzêde kirin: diq:Hz Adem
Rêz 259: Rêz 259:
[[ca:Adam]]
[[ca:Adam]]
[[da:Adam (bibelsk person)]]
[[da:Adam (bibelsk person)]]
[[diq:Hz Adem]]
[[el:Αδάμ]]
[[el:Αδάμ]]
[[en:Adam]]
[[en:Adam]]

Guhartoya 16:49, 24 tîrmeh 2009

Adem, li gor nîgarokeke farisî
Adem û Hewa li gor Falnameya farisî ya Cafer es-Sadiq, 1550

Li gora Tewrat û Quranê, Adem navê mirovê yekê ye. Jina wî Hewa ye, Habîl û Qabîl zarokên wan ên pêşîn in.

Di Îslamiyetê de Adem wekî pêxember tê pejirandin.

Adem û Hewa di Tewratê de

Di destpêkê de Xwedê erd û ezman afirandin. Di wê demê de erd virt û vala bû û li ser erdê tiştek nebû; bi tenê taristanî hebû.

Hingê Xwedê got: «Bila ronahî çêbe.» Û di cih de ronahî çêbû. Hingê Xwedê dît ku ronahî qenc e. Wî ronahî ji taristaniyê veqetand û navê ronahiyê ‹roj› û yê taristaniyê ‹şev› danî. Bû êvar û bû sibeh, ev roja yekê bû.

Hingê Xwedê got: «Bila di navbera avan de qubeyek çêbe, da ku wan ji hev veqetîne.» Xwedê qubek çêkir û ava bin qubê, ji ava li ser qubê veqetand. Û ev weha çêbû. Xwedê navê qubê ‹ezman› danî. Bû êvar û bû sibeh, ev roja diduyan bû.

Hingê Xwedê got: «Bila ava di bin ezmên de li cihekî bicive û axa zuwa bê dîtin.» Û ev weha çêbû. Xwedê navê axa zuwa ‹erd› û navê ava civiyayî ‹derya› danî. Û Xwedê dît ku ev qenc e. Wî got: «Bila erd giya û şînayiyê bide û bila darên ku li gor cûreyên xwe fêkî didin, derxe.» Û ev weha çêbû: Erdê giyayên şîn û darên ku li gor cûreyên xwe fêkî didin, deranîn. Xwedê dît ku ev qenc e. Bû êvar û bû sibeh, ev roja sisiyan bû.

Hingê Xwedê got: «Bila li ezmên ronahî çêbin û bila rojê ji şevê veqetînin, ronahiyê bidin erdê û ji bo roj, demsal û salan bibin nîşan.» Û ev weha çêbû: Xwedê du ronahiyên mezin çêkirin: Ya mezin ji bo rojê û ya biçûk ji bo şevê. Wî stêr jî çêkirin û ew li ezmên bi cih kirin, da ku ronahiyê bidin erdê, serweriyê li şevê û li rojê bikin û ronahiyê ji taristaniyê veqetînin. Xwedê dît ku ev qenc e. Bû êvar û bû sibeh, ev roja çaran bû.

Hingê Xwedê got: «Bila av bi masiyan tije bibe û bila li jor, li ezmên, teyr bifirin.» Wî hûtên mezin ên deryayê û hemû afirînên jîndar ên ku av bi wan tije ye û her cûreyên teyran afirandin. Xwedê dît ku ev qenc e. Wî ew hemû bereket kirin û got: «Berdar bin, zêde bibin û ava deryayan dagirin û bila teyr jî zêde bibin.» Bû êvar û bû sibeh, ev roja pêncan bû.

Hingê Xwedê got: «Bila erd her cûreyên afirînên jîndar derxe: heywanên kedî, heywanên kûvî û heywanên ku li ser axê dişêlin.» Û ev weha çêbû. Xwedê heywanên kûvî, heywanên kedî û hemû heywanên ku li ser axê dişêlin, çêkirin. Û Xwedê dît ku ev qenc e.

Îcar Xwedê got: «Niha em di sûretê xwe de, wek ku mîna me be, mirovan çêkin. Bila ew bibin serwerê hemû erdê û serwerê masiyên avê, teyrên ezmên, heywanên kedî û hemû heywanên ku li ser rûyê erdê ne.»


Xwedê mirov di sûretê xwe de afirand,

Wî ew di sûretê Xwedê de afirandin,

Wî ew nêr û mê afirandin.


Xwedê mirov ji axa erdê çêkir û bîhna jiyanê pif kir pozê wî. Û mirov bû canê jîndar Xwedê ew bereket kirin û ji wan re got: «Berdar bin û zêde bibin. Erdê tije bikin û wê bixin bin destê xwe. Bibin serwerê masiyên deryayê, teyrên ezmên û hemû heywanên ku li ser rûyê erdê ne.»

Piştre Xwedê got: «Ez hemû şînayiyên li ser erdê û her dara fêkî didim we. Ev wê ji we re bibin xwarin. Ez giyayê şîn didim heywanên erdê û hemû teyrên ezmên, da ku ji wan re bibe xwarin.» Û ev weha çêbû. Xwedê hemû tiştên ku çêkiribûn dîtin û bi rastî ew gelek qenc bûn. Bû êvar û bû sibeh, ev roja şeşan bû. Weha erd û ezman û her tiştên tê de temam bûn.

Xwedê ew karê ku dikir di roja heftan de xilas kir û bîhna xwe vekir. Wî roja heftan pîroz kir û ew bi pîrozî cihê kir. Çimkî wî di wê rojê de ji hemû karê afirandinê bîhna xwe vekir.

Xudan ji bo mirov li Rojhilat, li Êdenê baxçeyekî spehî çand. Di baxçe de darên cûr bi cûr ên ku dîtina wan spehî û xwarina wan qenc hebûn. Çemek jî hebû ku baxçe av dida; ew çem ji Êdenê derdiket, ji hev vediqetiya û dabeşî çar milan dibû. Navê çemê pêşî Pîşon e; ew li nav hemû herêma Hewîla ya ku zêr lê heye, digere. Navê çemê diduyan Gîhon e; ew li nav hemû herêma Kûşê digere. Navê yê sisiyan Dîcle ye; ew bi rojhilata Aşûrê ve diherike. Çemê çaran jî Firat e.

Xwedê mirov bir û danî baxçê Êdenê, da ku wî biçîne û lê bibe xweyî. Ew baxçe cihekî pirr xweş û bedew bû; her tiştê ku ji bo mirov qenc e bi zêdehî tê de hebû.

Di navenda baxçe de du darên taybetî hebûn: Yek dara jiyanê bû û ya din dara zanîna qencî û xerabiyê bû. Li ser vê darê Xwedê li mirov emir kir û got: «Tu dikarî ji her dara baxçe bixwî, lê ji dara zanîna qencî û xerabiyê, nexwe. Çimkî gava ku tu ji wê bixwî, eseh tê bimirî.»

Xwedê mirov û hemû tiştên din ên ku afirandibûn dît, lê belê yek li gor mirov nebû. Hingê Xwedê got: «Ne baş e ku mirov bimîne tenê, ezê alîkarekê li gor wî çêkim.» Hingê Xwedê tevahiya heywanên erdê û teyrên ezmên anîn ba mirov, da ku mirov nav li wan bike. Mirov çi nav li wan kiribe, ew bû navê wan.

Lê ji bo Adem alîkareke li gor wî nehat dîtin. Ser dinê yek nebû ku wek mirov be an bibe dostê wî. Loma Xwedê wusa kir ku Adem ket xeweke giran. Çaxê ew radiza, Xwedê parsûyek ji parsûyên wî derxist û cihê wî bi goşt dagirt. Xwedê ji wî parsûyî jinek çêkir û ji Adem re anî. Adem pirr şa bû û got:


«Niha ev ji hestiyên min hestî

Û ji goştê min goşt e.

Wê ji wê re ‹jin› bê gotin,

Çimkî ew ji mêr hat standin.»


Adem navê jina xwe ‹Hawa› (yanî ‹Jiyan›) danî. Çimkî ew bû diya hemû mirovan.

Êdî mirov nema tenê; ji hingê ve jin û mêr bi hev re ne,Xwedê ew herdu, jin û mêr, ji bo hev afirandin.

Ji ber vê yekê heta îro mêr dev ji dê û bavê xwe berdide û bi jina xwe re dibe yek û ew herdu dibin bedenek.

Di nav hemû heywanên çolê de yên ku Xudan Xwedê çêkiribûn, yê herî hîlebaz mar bû. Rojekê çaxê Adem û Hewa di baxçe de digeriyan, mar nêzîkî wan bû û ji Hewayê re got: «Ma bi rastî Xwedê gotiye: ‹Qet ji fêkiyê dareke baxçe nexwin?›» Jinê ji mar re got: «Erê, em dikarin ji fêkiyê darên li baxçe bixwin, lê heçî fêkiyê dara ku di navenda baxçe de ye, Xwedê gotiye: ‹Jê nexwin û dest nedinê, an na hûnê bimirin.›» Lê mar ji jinê re got: «Na, hûn qet namirin. Xwedê dizane gava ku hûn jê bixwin, hingê çavên we wê vebin û hûnê bibin wek Xwedê û hûnê qencî û xerabiyê bizanin. Loma wî got ku hûn jê nexwin.»

Jinê dît ku fêkiyê darê pirr xweş û spehî ye û ji bo şehrezabûnê dil diçe wî; wê destê xwe dirêj kir, hinek jêkir, xwar û da mêrê xwe jî yê ku pê re bû û wî jî xwar. Di cih de çavên herduyan vebûn û wan dît ku ew tazî ne û wan ji hev şerm kir. Loma wan pelên dara hêjîrê dirûtin û ji xwe re kirin berkoşk.

Di hênikahiya rojê de, çaxê Xwedê di nav baxçe de digeriya, wan dengê lingên wî bihîst. Hingê Adem û Hewa tirsiyan û xwe di nav darên baxçe de ji ber wî veşartin. Xwedê gazî Adem kir û got: «Tu li ku derê yî?» Wî got: «Min li baxçe dengê te bihîst û ez tirsiyam, çimkî ez tazî bûm û min xwe veşart.» Xwedê got: «Kê ji te re got ku tu tazî yî? Ma te ji wê dara ku min ji te re gotibû: ‹Jê nexwe!› xwar?» Adem got: «Ew jina ku te ji min re anî, wê ji wê darê da min û min jî xwar.» Hingê Xwedê ji Hewayê re got: «Eva ku te kir çi ye?» Wê got: «Mar ez xapandim, loma min xwar.»


Hingê Xwedê ji mar re got:

«Ji ber ku te ev yek kir,

Di nav hemû heywanan de,

Yê nifirlêbûyî tu yî.

Tê li ser zikê xwe rêve herî

Û di hemû rojên jiyana xwe de axê bixwî.

Ezê dijminahiyê bixim

Navbera te û jinê,

Navbera dûndana te û dûndana wê.

Ewê serê te biperçiqîne

Û tê bi pehniya wî ve bidî.»


Û ji jinê re got:

«Ezê êşa te ya zarokanînê gelek zêde bikim

Û bi êşê tê zarokên xwe bînî.

Dilê te wê mêrê te bixwaze

Û ewê bibe serwerê te.»


Û ji Adem re got:

«Ji ber ku te guh da jina xwe û ji wê dara

Ku min ji te re gotibû, ‹Jê nexwe!› xwar,

Ax ji rûyê te ket bin nifirê;

Tê di hemû rojên jiyana xwe de bi zehmet jê bixwî.

Ax wê stirî û diriyan ji te re derxe.

Tê giyayên çolê bixwî.

Heta ku tu bizivirî wê axa ku tu jê hatiyî standin,

Tê nanê xwe bi xwihdana eniya xwe bixwî.

Çimkî tu ax î û tê bizivirî axê.»


Piştre Xwedê ji Adem û Hewayê re cilên çermîn çêkirin û li wan kir. Wî got: «Va ye, mirov bû yekî mîna me, çimkî êdî qencî û xerabiyê dizane. Nebe ku destê xwe dirêjî fêkiyê dara jiyanê bike û jê bixwe û her û her bijî.»

Loma Xwedê mirov ji baxçê Êdenê derxist, da ku axa ku jê hatibû standin, biçîne. Piştî ku Xwedê mirov avêt, wî li aliyê rojhilata baxçe hin Kerûb (yanî milyaketên hêzdar) û şûrekî bi pêta êgir ku bi her aliyî ve dizivire bi cih kirin, da ku riya dara jiyanê biparêzin.


Çavkanî:

Tewrat: Destpêkirin 1-3

Çîroka Pêxamber Adem li gora ola Îslam ê

Li serî da serê erdê însan tune bûn…

Lêbelê rojekê Xwedê xwest însanan çê bike ku, bila Wî nas bikin û tenê Wî ra qûltîyê bikin. Xwedê ji feriştan ra got:

“Ez dixwezim serê erdê xelîfekê ji bona xwe çê bikim!“

Ferişte ser bi vê biryara Xwedê gellekî şaş bûn û pirs kirin:

“Ey Xwedê yê me yê mezin, çima Tû dixwezî serê erdê ew kesên ku tevdanîyê dikin û xwînê dirijînin çê bikî, ji xwe em tim û tim te ra secde dikin û tenê gotina te dikin?“

Ser vê gotina wan Xwedê wana ra got:“ Hindik tişt hene ku, ez dizanim û hûn nizanin!“

Dû vî bersiva Xwedê feriştan hev û din ra gotin:“Bê şik Xwedê me, hemû tiştan dizane û tu tiştekê bê mane çê nake.“

Dûra Xwedê ban wana kir û got:

”Feriştên min! Piştî min va meriva ji erdê pêyda kir û ruhê Xwe dayê, gerek hûn hemû wî ra secdê bikin û jê ra hurmet bikin.“

Feriştan dest da wa gotina Xwedê qebûl kirin û gotin:

“Ey Rebbê me, em tenê guhdarîya te dikin û tenê fermana te tînin cî“

Lêbelê va fermana tenê xwaşîya Îblîs neçû û wî serbilindî û pozgirtî kir. Wî bawer dikir ku nav mexlûqatan da yê herî baş û mezin ew e.

Dûra Xwedê Hz. Adem, mirovê yêkemîn, çê kir û ruhê Xwe pifê kir. Feriştan dest da jê ra secde kirin. Lêbelê tenê Şeytan xwe şiva girt û jê ra secde nekir û bi dengêkê bilind got: “Adem ji erdê hatîye çê kirin ez jî ji agir. Agir, erdê pir pir çêtir e“

Bi vî awayî Îblîs li dijî Xwedê derket û bawermendîya xwe wanda kir.

Wê gavê Xwedê wî ra got:“Te çima gotina min nekir? Bibêje, çi te ra manî bû? »

Şeytan bi hêrs ji Xwedê ra aha got: «Te ez ji agir çê kirim û ew jî ji axê. Lewma ez wî çêtirim û wîna ra secde nakim.»

Xwedê ji bona serbilindîya Îblîs pir qahrîya û got :

« Wê derê were jêr û zû li vir bike û here ! Tû îro şiva yekî namerdî. Ew heqqê te nîne tu li vir cem min peyagirtîyê bikî ! »

Ser vê gotina Xwedê Şeytan nezanîya çi bike. Carekî da hemû tiştên xwe wenda kir. Ew ji Cennetê hat havitinê û Xwedê rehma xwe jî li ser wî vekişand. Wi jî bê hêvî sond xwer ku ew hêfa xwe Adem bigire û got :

« Ey Rebbê min, te ji bona Adem ez ji cennetê havitim der. Lewma ez jî dixwezim ku zarokên Adem ser rîya rast da der bixinim û wana bixapînim. »

Xwedê jî aha bersiv da wî:”Ey Şeytanê ku min rehma xwe li ser kişandîye, bizane ku min aqil daye Adem û zarokên wî. Bi aqilê xwe ewna dikanin tiştê baş û nebaş nav hev da derbixînin. Lêbelê, kî jî mîna te li dij min derbikevî û fermana min guhdarî neke, ez wî tev te davêm Cehnimê. Feqet bizane ku, tu gerek nav însanên min î baqil û baş, qet pistvanekî ji bona rîya xwe nebînî. Ez hetanî roja Qîyametê firsendê didim te. Ango çi dixwezî wî bike. »

Dûra Xwedê xwest ku zanahîya Adem ji feriştan ra jî nîşan bide. Adem ra navên hemu tiştan hinkirin da û bang feriştan kir : » Gava hûn rast dibêjin, niha min ra navên va tiştana bibêjin! »

Feriştan bi şermekê mezin gotin:“ Rebbê me, tu pir pîrozî ! Xêrcî zanayîya Te daye me, em qet tiştekê din nizanin. Tu me biborîne, ji ber ku Tu pir dîlovanî û tenê Tu hemu tiştan dizanî. »

Xwedê emir da Adem ku bila navê hemû tiştên Xwedê wî hinkirin daye bibêje:

“Adem, navê vana min ra bibêje!”

Adem bê rawestîn navê giştikan zanîya. Dûra Xwedê feristan ra got: “We dît! Min ji we ra negotî bû ku, ez hemû tiştên serê erdê û ezmîn dizanim?”

Xwedê got: “Guhdarîya Adem bikin!”

Piştî vê pirsiyarê, Xwedê Adem kir cenneta xwe. Wî rojê şuva Adem jiyana xwe cennetê da berdevam kir û li darên tujî mêwe, çiqas dixest weqas dixwar û avên sar li kanîyên û newalên paqîj vedixwar. Jîyanek bê kul û jan didomand.Tu kesek mîna wî, yê herî dilxweş, serê erdê tune bû.

Lêbelê rojekê Xwedê dît ku kêfa Adem ne şunêdaye û ew ne dilxweş e. Tenêtîya Adem ew xemgîn kirî bû. Xwedê, ji ber ku Adem dîsa dilgeş bike û tenêtîya wî biqedîne, ji bona wî jinek çê kir.

Şevekî gava Adem bin darekê da dirêj bû û razîya, Xwedê ji wî ra jinek afirand. Jin cem Adem, benda hîşyarbûna wî sekiniya bû; dema Adem hîşyar bû û jinek, însanek mîna xwe ber serê xwe dît, pir şaş bû. Wî emrê xwe da hîna mirovekê mîna xwe nedîtî bû û gava jinikê dest bi qisedanê kir, Adem hê bêtir şaş bû û pir kêf kir.

“Tu kîyî? Navê te çîye?“ pirsîya.

Jinekê jî cara yêkemîn Adem dîtî bû û got :

« Ez jinekim, lêbelê navê xwe nizanim. »

Ser vê gotina, Adem navê wî Heva lê kir. Wê rojê şuva Adem qet tenêtî nekişand û herdû jî Cennetê da pir dilxweş bûn. Dilê wan çî bixestana dixarin û vedixarin. Wan birçîtî û tî tî nedizanîyan. Kul û janek wan tune bû. Jîyanek vanî çêtir xwestina wan nebû.

Rojekî Xwedê Adem ra got:

« Adem, tu û jina xwe Cenneta min da bisekinin û çi dilê we dixwezî heyan dikanin bixun. Tenê nêzikî vî dara nebin û mêwê wî da mexun, eger gotina min nekin, hûn jî dibin îsyankar. »

Bi vî awayî Xwedê dixwest wan îmtîhan bike. Pêş xeta kirinê da jî Xwedê xwest ku Adem û Hewa bide şîyarkirin.

Xwedê got : « Adem, tim û tim xwe ji Şeytîn biparêzîne û qet qezîyên wî guhdarî meke. Ew dujminê we yê aşîkare. Ew dixwezî we ji rê der bixine û ji Cennetê bike der. Gava hûn dû Şeytîn herin, bê guman hûn dû ra poşman dibin û xwe ra tengayîyekê mezin der bixinin.”

Şeytîn va axaftina guhdarî kir û fikirî ku çawa Adem û Hewayê ra dafikekî darbixine. Rojekê wî cesaret dit ku nêzikî wan bibe û wan ra got:

”Ey Adem, ez dara ferasetê û dewlemendîyê te ra nîşan bidim?” Adem bersiv da û got:”Tu dixwezî çi bibêjî? Hela min ra nîşan bide!” Lêbelê Şeytîn wîna ra ew dara ku Xwedê jê ra qedexe kirîbû, nîşan da. Adem ji wî bawer nekir û hema ew xwe dûr xist. Lêbelê Îblîs her firsendê da dîsa dixwest ku nîzîkî wan bibe. Carekê Şeytan guhê wan da bi dengekî newî got:” Hûn dizanin Xwedê çima we ra va dara qedexe kirîye? Gava hûn mêwê wî bixun, hûn tim û tim Cennêtê da dimînin. Hadê werin, guhdarîya min bikin û mêwan bixun!” Wê gavê Adem pir hêrs ket û qêrîya ser Şeytîn:” Zû cem me dûr keve, tu derewan dikî û tenê dixwezî me bixapînî. Bizane ku gotina Xwedê kirin, karê me yî yêkemîn e.” Ser vî bersiva, Şeytan pir qahrîya û got:” Hûn çima min bawer nakin, ez tenê rindîya we dixwezim, gotina min bikin!” Ji bona bê dawîya hatin û çûyîna Şeytîn, Adem û Hava roj bi roj ketin şikê û hev û din ra gotin: ”Dibe ku ew rast be?” Şika wan, ew gav bi gav nêzikî wî darê dikir û dawîyê da mêwê wî xarin.

Dû xarênê ra hîşyara tazîbûna xwe bûn û şerman ra bi pûrikên darê kirin ku xwe por bikin. Şuna xwe da mat bûn û man, nezanîyan çi xalîyê serê xwe bikin. Dest da nebaş bûna kirina xwe hesîyan. Bi Xarina mêwê ku ji wan ra hati bû qedexe kirinê, li dijê fermana Xwedê derketi bûn. Herdûyan jî pir şerm kirin û pir tirsîyan, ji ber ku wana dizanîya ku Xwedê hemû tiştan dibîne û dibîhîse.

Xwedê Adem ra got:” Ey Adem, tu çima ber min direvî!”

Aden bi tirs bersiva Xwedê da û got:” Na, na Xwedêyê min, ez ber te narevim. Ez tenê ji bona karê xwe yî fena şerm dikim.”

Wê gavê Xwedê got:” Ma Min xarina mêwê wê darê we ra qedexe nekirî bû? Min hûn ber vî Şeytanê xirab şîyar nekir û negot ew aşîkar dujminê we ye? We qey qezîya min nekir û dijî fermana min derketin?” Adem û Hava xwe hê bêtir ber Xwedê şerm kirin û ji bona gunê xwe pir poşman bûn:” Ey Xwedê yê me,tu me biborîne. Me ra xwerxwaz bibe, me tenê zerar da xwe. Gava tu gunê me ef nekî, kesikek nikanî me ra alîkarîyê bike.”

Bi vî avayî şev û roj gîrîyan û ketin bextê Xwedê. Wan daimî ji Xwedê ef kirin ji bona xwe xwestin.

Xwedê ku dûayên însanan dibîhîse û qebûl dike wan ra got:” Ji bona nîşanek dilovanîya min, min Cennet da we û hemû tişt hanî ber lingê we. Lêbelê we dîsa jî gotina min nekir û li dara qedexe xwar. Lewma ez we naha dişînim serê erdê. Wê derê pir derd û kulê we çe dibin. Hûn gerek serê erdê bi kar û kedê xwe rizqê xwe derbixinin. Adem pir ber Xwedê gerîya û got:“Xwedêyê me, me biborîne.” Xwedê got:”Hûn mîna dujminan herin serê erdê û demekî wê derê bisekinin.” Adem pir xemgîn bû û gîrîya. Herdû jî gellekî ditirsîyan. Ji hember derketina emrê Xwedê poşmantîyek mezin kişandin. Dû wê poşmantîya wan Xwedê wan hat rehmê û ew ef kirin.

Ji ber ku Xwedê mîrovekî ku bi dilekî paqîj poşman dibe û bi hemda xwe dîsa xelatîyê nake her dem ef dike.

Ji zimanê Elmanî: Remezan Derbaz

Çavkanî:

Quranische Geschichten
2.überarbeitet Auflage, 1996
Herausgeber: Institut für islamische Erziehung
Stuttgart / Elmanya
ISBN: 3-931934-00-4

Şablon:Link FA