Vladîmîr Lenîn: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
ArthurBot (gotûbêj | beşdarî)
SpBot (gotûbêj | beşdarî)
B robot serzêde kirin: my:လီနင်
Rêz 84: Rêz 84:
[[mr:व्लादिमिर इलिच लेनिन]]
[[mr:व्लादिमिर इलिच लेनिन]]
[[ms:Vladimir I. Lenin]]
[[ms:Vladimir I. Lenin]]
[[my:လီနင်]]
[[nl:Vladimir Lenin]]
[[nl:Vladimir Lenin]]
[[nn:Vladimir Lenin]]
[[nn:Vladimir Lenin]]

Guhartoya 09:32, 7 tebax 2009

Vlademîr Îlyîç Ûlyanov Lenîn

Vlademîr Îlyîç Ûlyanov (Влади́мир Ильи́ч Улья́нов), Lenîn (Ле́нин « zilamê Lenayê »), (1870 - 1924), mirovek şoreşger û siyayasetmedarê Rûsyayê ye. Avaker û serokê partiya Bolşevîk, dilê şoreşa cotmehê, û derhênerê YKSS'yê ye.

Cara yekemîn zanistiya azadiya çînan a Marksîzmê bi Lenîn û Bolşevîkan biserdikeve. Lenîn di zanîna Marksîzmê de hin guherandine pêk tîne. Bo mînak ew wekî sazûmanî dîktatoriya proletaryayê dibîne û ji bo wê biserbixe têdikoşe. Lenîn bi dibistanên marksîzmê yên din re dikeve nîqaşan û roj bi roj alîgirên riya wî zêdedibin.

Lenîn di rêxistinbûnê de jî guhertinan dike. Ew bi navê navendparêziya demokratîk modeleke nû avadike û ev model dibe bingeha pirraniya partiyên komûnîst û sosyalîst. Lenîn bi navê NEP (Ekonomî polîtîkaya nû) programeke berfireh bo damezrandina deweleta nû a sosyalîst amade dike. Mixabin tenduristiya wî dest nade. Lenîn di 30'ê gelawêjê 1918'î de bi granî tê brîndarkirin. Bi 3 derbên kujer jiyana wî heya mirinê dikeve xetereyê.

Lenîn di saxiya xwe de bingehê azadiya gelên li împaratoriya Rûsya datîne. Mezin an piçûk ji hemî gel an hindikayiyan re serxwebûnê avadike. Di dema Lenîn de bi navê Kurdistana Sor otonomiyek ji bo Kurdan jî tê damezrandin. Lenîn wesiye dike ku Stalîn û Troçkî divê hin taybetiyên xwe biguherînin an bi vî awayî ew dê ji bo paşerojê xetereyan bînin.

Ziyaretgeha Lenîn li Meydana Sor

Piştî mirina Lenîn, wasiyetên wî tên jibîrkirin heya bigire tên windakirin. Stalîn hemî desthilatdariyê dixe destê xwe. Stalîn bi navê sosyalîzmê poltîkayên tûj û bixwîn dimeşîne. Troçkî dide kuştin. Otonomiya Kurdistana Sor li ser daxwaza Komara Tirkiyê û Îranê ji holê radike. Azadiya ku Kurdan li Mehabadê bidestdixin bo xatirê şahên Îranê difiroşe. Herwekî li ruyê cîhanê hemî partî û komên çepgîr bi xwe ve dide girêdan. Ên ku viya napejirînin difiroşe yan li dijî wan têdikoşe. Serhildanên Kurdan mehkûm dike alîkariya dagirkerên Kurdistanê Tirkiyê, Îran û welatên Ereban dike. Baweriya ku Lenîn afirandibû, bi destê Stalîn û polîtîkayên YKSS´ê roj bi roj ditemire û di dawiya salên 80´î de jî ji holê radibe.

Şablon:Link FA

Şablon:Link FA Şablon:Link FA