Newşîrwan Mistefa: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
Kurdodino (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
SieBot (gotûbêj | beşdarî)
B robot serzêde kirin: ckb:نەوشیروان مستەفا
Rêz 37: Rêz 37:
[[Kategorî:YNK]]
[[Kategorî:YNK]]


[[ckb:نەوشیروان مستەفا]]
[[de:Nawschirwan Mustafa]]
[[de:Nawschirwan Mustafa]]
[[en:Nawshirwan Mustafa]]
[[en:Nawshirwan Mustafa]]

Guhartoya 20:18, 14 tebax 2009

Noşîrwan Mistefa (*1944 Silêmanî) siyasetmedar û rewşenbîrekî kurd e.

Noşîrwan Mistefa yek ji damezrênerê YNK'ê bû û heta berfanbara 2006'a endamê polîtburoyê û cîgirê sekreterê YNK'ê bû.

Noşîrwan Mistefa 2007

Jînenîgarî

Piştî bidawîkirina dibistanê Noşîrwan Mistefa diçê Bexdayê û li wir beşa zanistiya polîtîk dixwînê. Paşê vedigerê Silêmaniyê û di heftenameya Rizgarî de dixebitê. Di wê demê de bi çend kesên din re rexistina Komala - ev rêxistin ji rêxistina Komala li Kurdistana rojhilat cûda ye - ava dikê. Ji ber van xebatê ew mecbûrî koçkirina derveyî welat tê kirin û diçê Viyanaya Avûstûryayê û li wir hiqûqa navneteweyî dixwînê. Di sala 1975'a de serhildana kurdan li başûr di bin pêşengiya PDK'ê ya di bin serokatiya Mistefa Barzanî dest pê dikê û Noşîrwan Mistefa bi Celal Talabanî û hin kesên din re dikevê têkiliyan ku partiyeke nû ava bikin. Weke encama van hewldanan Yekîtî Niştimanî Kurdistân (YNK) tê damezrandin û Celal Talabanî dibê sekreterê YNK'ê û Noşîrwan Mistefa jî dibê cîgirê sekreterê YNK'ê. Celal Talabanî ji bo xebata derveyî welat û Noşîrwan Mistefa jî bo nava welat de tê wezîfedar kirin.

Jiyana Pêşmergetî

Noşîrwan Mistefa hem siyasetmedar û hem jî pêşmergeyekî jêhatî bû. Wî pêşengiya serhildanên kurdan yên salên 1976'a û 1991'a li dijî Rejîma Baasê kir. Di sala 1991'ê de wi weke fermandarê pêşmergeyan pêşengiya raperîna ji bo azadkirina bajarê Kerkûkê kir. Ligel karên xwe yên politîk û leşkerî Noşîrwan Mistefa weke nivîskar jî dixebitê û çend pirtûk li ser doza Kurdistanê û dîroka çapemeniya kurdî nivîsandine.

Jiyana niha

Di salên 2005'a û 2006'a de Noşîrwan Mistefa hewl da ku sistema hilbijartinê û struktûrên nava YNK'ê nû bikê, lê bi taybetî ji ber dijberiya sekreterê YNK'ê Celal Talabanî ew hewldan bi ser neketin û Noşîrwan Mistefa mecbûrî gavpaşavêtinê ma. Noşîrwan Mistefa di 5'ê berfanbara 2006'a de ji postên xwê yên nav YNK'ê îstifa kir û da xwiya kirin kû ew dixwazê bi vê yekê êdî xwe bêtir bidê karê Çapemenî û Ragihandinê û dixwazê Dezgeheke serbixwe ya Ragihandin ava bikê. Noşîrwan Mistefa niha xwediyê Kompanya Wişe, malpera sbeiy û rojnameya Rojname ye, her wiha ew amadekariya televîyoneke satelî bi navê ( Kurdish News Network Channel - KNN Channel) jî dike. Noşîrwan Mistefa di daxuyaniyeke xwe de eşkere kir ku Celal Talabanî 10 mîlyon dolar dane Kompanya Wişe. Noşîrwan Mistefa niha weke nivîskar û siyasetmedarekî serbixwe li Silêmaniyê dijî.

Berhem

  • Kurds and Ejams: A political history of Iranian Kurds Çapkirin 1992
  • From the Danaube shore to the Nawzang valley: Political events in Iraqi Kurdistan from 1975-1978 Çapkirin 1997
  • The fingers which break each other: Political events in Iraqi Kurdistan 1978-1983 Çapkirin 1997
  • Going around in circles: The inside story of events in Iraqi Kurdistan 1984-1988 Çapkirin 1998, ISBN 3980614034
  • The Government of Kurdistan Çapkirin 1993, ISBN 9090063560
  • The emirate of Baban between the grinding stones of the Persians and Turks Çapkirin 1998
  • Xulanewe le naw bazneda: dîwî nawewey rudawekanî Kurdistanî ʻIrāq, 1984-1988, Çapkirin 1999
  • Kurdistanî ʻÊraq: serdemî qełem u muraceʻat, 1928-1931, Çapkirin 2000
  • Kêşey Partî w Yekêtî, Çapkirin 1995
  • Çend laper̄eyek le mêjuy rojnamewanîy Kurdî, 1938-1958: rojnamewanîy nihênî, Çapkirin 2004

Girêdanên derve