Mistefa Gazî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
BKurteya guhartinê tine
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
B Mustafa Gazî çû cihê Mustafa Gazi
(Cudahî nîne)

Guhartoya 16:08, 26 tebax 2009

Mistefa Gazî (bi tirkî: Mustafa Gazi)nivîskar, lêkolîner û bestekarekî Kurd e.

Mistefa Gazî di sala 1958'an de li gundê Şêxuliya Jêrîn ya bi ser Siwêregê ve ji dayik bûye. Dibistana seretayî, ya navîn û lîseyê li Diyarbekirê xelas kiriye. Demeke dirêj e di warê ziman, zargotin û muzîka Kurdî de xebatan dike. Ew hem kilam û stranên Kurdî berhev dike û hem jî kilam û stranan çêdike. Di nav salên 1991-2003'an de li Amedê dersên zimanê Kurdî daye. Di rojname û kovarên Kurdî de xebatên wî hatine weşandin. Kilam û stranên ku wî çêkirine ji hêla kom û hunermendan ve gelek sal in têne xwendin. Strana wî ya yekemîn car afirandiye "Evîndar im" e. Strana wî ya herî navdar "Xerîb im" e. Strana wî ya bi Tirkiya Diyarbekirê û di terza blusê de hatiye çêkirin "Fîsqaya" jî gelek navdar e. Kilam û stranên wî ji hêla kom û hunermendên wek Koma DDKD, Koma Pêşeng, Koma Azad, Koma Dengê Azadî, Koma Dîjle, Şiyar, Şîlan, S. Metîn, Siyabend, Zinar Sozdar, Oruç, Şoreş, Selinay, Sabahattîn Xoce, Azad Bîlen, Yekbûn, Murat Kuçukavci, Alişan, İbrahim Nuhat ,Ferhat Kanat, Engin Derya, Evin Beyaz, Ercan Kan û hwd ve hatine xwendin.


Berhem

Pirtûkên wî yên çapkirî

Komek Stranên Folklorîk Ji Devera Silîvan, Mûş, Şirnex, Xerzan û Batmanê, Bergê duwem, Enstîtuya Kelepora Kurdî, Silêmanî 2009