Miks: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
BKurteya guhartinê tine
B robot serzêde kirin: sw:Bahçesaray (District), Van
Rêz 49: Rêz 49:
[[en:Bahçesaray (District), Van]]
[[en:Bahçesaray (District), Van]]
[[fr:Bahçesaray]]
[[fr:Bahçesaray]]
[[sw:Bahçesaray (District), Van]]
[[tr:Bahçesaray, Van]]
[[tr:Bahçesaray, Van]]

Guhartoya 03:57, 11 îlon 2009

Miks
Miks li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Miks
Miks
Miks (Tirkiye)
Kargêrî
Welat Kurdistan
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Wan (parêzgeh)
Serbajar Wan
Demografî
Gelhe 4.653 (bajar); 19.795 (navçe) (2007)
Erdnîgarî
Rûerd 576 km²
Koordînat 38°07′28″Bk 42°48′26″Rh / 38.12435°Bk 42.80721°Rh / 38.12435; 42.80721
Dem (UTC) UTC+2
Nexşe
Wêne:Van districts ku.PNG
Wêne
Wêne:800px-Turkey districts Miks (navçe).PNG

Miks, Muksî an jî Muskî (bi tirkî: Bahçesaray) yek ji navçeyên Wanê ye. Di sala 1987´a de bûye navçe û bi Wanê ve hatiye girêdan. Miks bi nebûna rê, xizanî, dirêj debasbûna zivistanê tê nasîn.

Dîroka Navçeyê

Miks bi peyva erebî "meks" hatiye afirandin. Tê wateya "piraniya deyn"ê. Lê wek "cihê civînê" jî tê zanîn. Dîrok û wateya peyvê bi zelalî ne diyar e lê tê zanîn ku Moks ji aliyê Ermenan ve hatiye bikaranîn. Moks-Miks wek mîrîtiyeke bi girêdayî Qraliyeta Vaspûrakan bûye. Miks di dîrokê de di bin destê Xelatşahiyan, Selcûqiyan, Safewiyan de maye. Di sala 1539'an de ji aliyê Qanûnî Siltan Silêman ve hatiye bidestxistin. Piştî vê bidestxistinê demekê ketiye bin bandora Safewiyan jî.

Sala 1964'an bi navçeya Wanê Westanê ve hatiye girêdan. Heta wê salê qezayeke girêdayî navçeya Sêrtê Perwariyê bû. Piştî sala 1987'an jî bûye navçe.

Dîroka Miksê ya tê zanîn heya ku sedsala 4'emîn kevnar e. Şemsedîn Samî di berhema xwe ya bi navê Kamus al-Alam de vedibêje ku Çemê Miksê ku yek ji baskên Çemê Dîcleyê ye ji bin Keleha Îskender derdikeve. Çem qasî 2 km dûrî başurê navçeyê derdikeve. Nêzî 3 km dûrî çavkaniya ku Miksî jê re dibêjin Serkehnî jî bermayiyên Keleha Îskender hene.

Di dîroka Osmaniyan de Kurd û Ermen di Miksê de bi hev re jiyane. Lê piştî Komkujiya Ermenan di navçeyê de tenê Kurd mane.

Di 18ê Tîrmeha sala 1993'yan de di li çoltera Zozana Sundusê komkujiyek din pêk hatiye û di vê bûyerê de piranî jin û zarok 24 kesan jiyana xwe ji dest dane. 15 sal di ser de derbas bû lê hê jî ne diyar e ku kî ev komkujî pêkaniye. Ji komkujiyê tenê Ahmet Sevgîlî (68) sax xelas bûye.

Erdnîgarî

Aqara mezinahiya Miksê 576 km² ye. Bilindahî ji dûrî radeya behrê 1.670 m ye. Ji Wanê 110 km dûr e. Rêya wî 74 km asfalt 36 km jî ax e. Li gel vî rê jî di sala 2004'an de rêya bi qasî 245 km a ku navenda Hîzan û Miksê de ye, hatiye asfaltkirin. Çar aliyê Miksê bi çiyayên bilind hatiye pêçan. Hejmara şêniyên Miksê nêzî 3.600'an e. Navçe aliyê rojhilat ve Şax, aliyê rojava ve Hîzan, aliyê bakûr ve Westan û aliyê başûr ve jî sinorê Perwariyê ye.

Serkehniya ku çemê Miksê jê dizê di quntara Çiyayê Axîrovê de ye. Bi derbasbûna geliyên teng çem ji navenda navçeyê derbas dibe û navçeyê bi nîvenîv perçe dike û aliyê navçeya Sêrtê Perwariyê ve diherike.

Miks bi dirêjahîya zivistana xwe û bi girtina rêya xwe ya di piraniya salê de tê nasîn. We ye ku salê nêzî 7 mehan rêya Miksê bi berfê tê girtin û heya dawiya havînê jî berf di bilindahiyên çiyayên Mikse de dimîne.

Aborî

Gelê Miksê bi awayê aborî ve di nav xizaniyekê de dijî. Şêniyên navçeyê piranî bi xwedîkirina sewalan debara xwe dike. Lê di salên dawî de bi qedexekirina derketina zozanan xwedîkirina sewalan jî ber bi mirinê ve diçe. Yek ji deriyên ku gel pê debara xwe dike jî gwîz û hingiv e. Ji van hingiva Miksê bi navûdeng e. Bazar piranî di cihê xwe de tê danîn û keda şêniyan jî bi erzanî dikeve destê bazirganan.

Ji şêniyên navçeyê 723 mirov cerdevan in.