Cin: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
Zorrobot (gotûbêj | beşdarî)
B robot serzêde kirin: no:Jinner
SieBot (gotûbêj | beşdarî)
B robot guhêrandin: no:Djinni
Rêz 44: Rêz 44:
[[ms:Jin]]
[[ms:Jin]]
[[nl:Djinn]]
[[nl:Djinn]]
[[no:Jinner]]
[[no:Djinni]]
[[pl:Dżinn]]
[[pl:Dżinn]]
[[pt:Gênio]]
[[pt:Gênio]]

Guhartoya 02:40, 14 îlon 2009

Cin hebûneke ruhanî, mîtosî ye. Di gelek baweriyên kevn û nûjen de derbas dibe. Piştî belavbûna ola Îslamê li Kurdistanê ketiye zimanê Kurdî jî. Lê bêtir di nav gel de gotina "jimeçêtirka" (ew canberên ji me ango mirovan çêtir) ji bo bêjeya "cin" tê bikaranîn. Beriya Îslamê ji bo peyva cin, bi pirranî dêv dihate bikaranîn. Cin di her baweriyê de xwedî taybetiyeke cuda ye.

Cin di baweriya Ewropiyan de

Demon (daimon) tê binavkirin ku ev ji zimanê Grekî tê. Dikeve bedene mirov û kesayetiya mirov xirab dikin. Sadîst, êrîşkar, xwînrêj û tolaz in. Milyaketên şeytên in. Wekî ruh in, ne maddeyî ne. Mirov dikare bi bawerîxurtkirina xwe wan ji kesayetiya xwe derîne. Hin caran bi riya medyûman dikarin têkilî bi mirovan re daynîn û armancên xwe bêjin. Ola Xirîstiyaniyê jî bawerî bi hebûna wan tîne lê qedexe dike ku mirov bi wan re bilî bibe. Lewra ew dikarin ziyanên mezin bidin mirovan.

Cin di baweriyên rojhilata navîn û Îslamê de

Cin di hemî çandên rojhilata navîn de cih digire û wekî hev tê îzahkirin. Gorî ola Îslamê cin jî wekî mirovan xwedî îrade ne. Hezretî Mihemed ola Îslamê raveyî wan jî kiriye. Wan jî wekî mirovan an pejirandine, an jî red kirine. Ên ku pejirandine dê herin bihuştê. Cin nayên dîtin, dîtbar nînin. Ew jî wekî mirovan dimirin, dizewicin. Bilez in û temendirêj in. Zanîna wan hatina sînorkirin. Hin caran bi daxwaza wan, bi mirovan re têkilî datînin.

Cin di çanda Kurdî de

Baweriya hebûnên ruhanî pirr kevn e di çanda Kurdan de. Ola Îslamê bandoreke mezin li kûltûra Kurdan kiriye. Kurd berê ola Zerdeştî, olên Mîtra dihewandin. Niha bi pirranî şîrovekirina cinan dişibe ya ola Îslamê. Di çîrokên Kurdî de cin wiha tên şîrovekirin "dest û lingên wan berepaşî ne, xwe di dirûvên jin an mêran de nîşanî mirov didin. Mirov ji rê dertînin. Xirabiyê bi mirov dikin. Dilê kê ket wan, dikeve bin otorîteya wan. Cingirtin gengaz e".

Cin di zanîstê de

Ji cîhana binhişarê tên. Sistbûna kesayetiyê û hişarê, hin nexweşiyên neurologîk, raxwarina madeyên trankîlîzan û psîkotrop, hin tabloyên paranoîd şîzofrenîyê hwd dibe sedem ku mirov hin îllûzyonan bîbîne û bi wan re têkeve têkiliyan. Wekî tablo yan elementekê nexweşiyan e. Li kûltûra Ewropiyan kêm e ev nexweşî. Lewra Ewropî jiyaneke nûjen, rastegîn dijîn. Li Asyayê pirr behsa hebûnên ruhanî tên kirin.