Silopiya: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
B robot serzêde kirin: sw:Silopi
FlaBot (gotûbêj | beşdarî)
B robot serzêde kirin: pl:Silopi
Rêz 343: Rêz 343:
[[de:Silopi]]
[[de:Silopi]]
[[en:Silopi]]
[[en:Silopi]]
[[pl:Silopi]]
[[sw:Silopi]]
[[sw:Silopi]]
[[tr:Silopi, Şırnak]]
[[tr:Silopi, Şırnak]]

Guhartoya 14:07, 16 îlon 2009

Silopiya
Silopiya li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Silopiya
Silopiya
Silopiya (Tirkiye)
Kargêrî
Welat Kurdistan
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Şirnex (parêzgeh)
Serbajar Şirnex
Demografî
Gelhe
Erdnîgarî
Koordînat 37°14′59″Bk 42°28′18″Rh / 37.2497°Bk 42.4717°Rh / 37.2497; 42.4717
Nexşe
Wêne:776px-Sirnak districts ku.PNG
Wêne
Wêne:800px-Turkey districts Silopiya (navçe).PNG
Navçeya Silopiya
Wêne:Silopi008.jpg
Silopiya, li pişta bajêr çîyayê Cûdî xuya ye

Silopiya an Sîlopî navçeyeke Şirnexê li Kurdistanê ye.

Bajarê Silopî

Heta îro 10 mehele an jî taxên bajarê Silopiyê hatine çêkirin û avakirin, ji salên 1995an pêde.

Taxa Barbarus, Taxa Basak, Taxa Cûdî, Taxa Cumhurîyet, Taxa Karşiyaka (Şehrê Pêşber), Taxa Nûh, Taxa Ofîs, Taxa S. Harun, Taxa Yenîşehîr (Şehrê nû), Taxa Yeşiltepe (Girê Hişîn).

Bajarê Silopî di Bakûrê Kurdistanê de cih digire. Li gorî texmîna malpera şaredariya Silopiyê ya 2006 an 70.000 kesan zêdetir nifûsa xwe niha heye, yên ku ji Silopiyê ne û yên di salên 1995an û pêde gundên xwe hêlayîn û ew jî li Silopiyê jîyana xwe berdewam dikin. Hikmetên tirkî bi zoradarî gundiyên kurd ji gundên wan derêxistin û mal û xaniyên wan jî xirakirin. Jiber wê yekê jî gundên li dora çîyayê Cûdî reviyan çûn Silopiyê. Bajarê Silopî ji berî salên 1995an nifûsa wê li dora 20.000 ran bû, bes ji salên 1995an pêde Silopî di 10 salên paşîn de gelekî mirov kişandin xwe, mirovên kurd yên ji hemû derên Kurdistanê tên.

Di van 10 salên paşîn de li Silopiyê gelekî xanî û bînayên 1 heta 10 ketîyê zêdetir xanî hatine avakirin. Herweha gelekî sûkên nih ketine di bajarê Silopiyê de. Pêşdeçûn li Silopiyê berdewam dike. Bajarê Silopî her li ber xwe daye li dijî hikmetên tirkan û îro jî li ber xwe dide li dijî zordarîyê. Li vira çîyayê Cûdî dikeve pişta Silopî û kîlometrekî ji Silopiyê dûr e. Li tenişta milê çepê jî Xabûr, çîyayê Bêxêr bajarê Zaxo heye û nêzîkî 30 kîlometran ji Silopiyê dûr e.

Bajarê Şirnex jî dikeve piş çîyayê Cûdî an jî li bakûrê Silopiyê ye. Cizîra Botan jî dikeve rojavayê Silopiyê. Dêrika Hemko jî dikeve pêşberî an jî li başûrê Silopiyê.

Berê ji berî salên 1990an, bajarê Silopî liser Mêrdînê bû, bes ji sala 1991 û wir de liser bajarê Şirnexê ye. Halbukî nifûsa Şirnexê ne ewqas zêde ye. Şûna ku Cîzîra Botan bêxin Wilayet û nifûsa wê jî diqetî ya Şirnex e, jiber nav û dengê Cizîrê, tarîxa Cizîrê, coxrafîya Cizîrê.

Reîsê an jî Şaredarê Belediya Silopiyê berêz Muhsun Kunur e, ji (DEHAP, SHP) DTP ye. Berî ku ew bikeve ser text DYP ji aliyê mala Öktenan ve dihate îdare kirin.

Gundên navçeya Silopiyan (lîste ne temam e)

Navê fermî (1928)
Qeza: Cezire
Nahiye: Silopî (navend)
Navê kurdî yê îro * = bilêvkirina navî Navê tirkî yê îro
Babikan Babikan, *Babga Dedeler
Basûrîn Basûrîn, Basirîn
Pêspin Pêspin, *Bêspin Görümlü
Beşîrî, Beşîrê Bêşêrê, Bêşêr Koyunören
Bêmirîn Bêmirîn, *Bêmrîn
Pêtone
Tilqebîn Tilqebîn Başköy
Cima'î, Cimaî Cimahî Birlikköy
Cinahî
Xeraba Reşik a Silopî Xirabreşik, Xirabeya Reşik Yeniköy
Xinis Xinis Uyanik
Dader Dader
Dêra Defş Dêra Defş, Dêra Devş Selcik
Dêra Sûr, Dêra Sor Dêra Sor
Dêrika Mistefa Beg
Zelatûn Zelatûn, Selatûn, Zelatîn Özgen
Zorava Zorava
Zeydava Zeydava
Zêdikan Zêdikan, *Zêdga Başak
Ruba'î, Rubaî Rubahî, Ribahî, Keleha Rubahiyê, Ribehî Kavakönü
Rîhanî, Rîhanê Rihanî Bostanci
Şerefxana, Şerefxanan Şerefxana
Şimkan Şimkan, *Şemga Yazi
Sofî Salim Sofî Salim
Taqiyan Taqiyan Bugdayli
Eynwan, Ênwan Eynwan Pinarönü
Xezaî (Ghezai) Xezahî
Xite Cedîd (Ghite Cedid) Xite, Xite Cedîd Çalişkan
Ferikan Ferikan, Fêrikan, *Fêrga? Düzalan
Qisroka Uzeyr Axa
Girikê Bedro Girikê Bedro Çiftlikköy
Girê Gewre Girê Gewre
Kefxolik
Girikê Emo Girikê Emo, *Girgê Emo Silopi
Girê Kundan, Girê Gundan Girê Gundan Yilagzi
Girê Çoliyan Girê Çoliyan Derebaşi
Korava Korava Ovaköy
Kokît Kokît Kapili
Kolyan Kolyan Çardakli
Gundê Hedîd Gundê Hedîd Ortaköy
Konsere, Konserê
Herbûl Herbûl Aksu
Hesane, Hesanê Hesane, Hesanê, Hesana Kösreli
Horisyan Horisyan
Mixare Mixare
Nehrivan Nehrivan, Nehriwan, *Nêrwan
Wehsad Wehsad, *Wehsid Verimli
Ispertî, Eşîreta Ispertî (navê eşîretê ye)
Xeyrikan Gûran, Xeyrikan Guran, Keleha Xeyrikan Gûran?
Teyan Reşîd (navê eşîretê ye)
Teyan Kerivan (navê eşîretê ye)
Kerçan Hesenan
Kerçan Şemsan
Kerçan Umeran
Heweyrî, Eşîreta Heweyrî (navê eşîretê ye)

Gundên li rojhilatê Silopiyê

  • Bêmrîn: gundê avî bû û karê pembî, birinc wisa ve dixebitin û dikeve ber ava Xabur.
  • Bêspin: gundê asûrîyan an jî fileh û misilmanan e.
  • Bêşêr: ev gund di qontara çîyê de ne, rez û dehlên wan hene.
  • Bilka: ev gund di qontara çîyê de ne, rez û dehlên wan hene.
  • Fêrga: ev gund di qontara çîyê de ne, rez û dehlên wan hene.
  • Gir Gewrê:
  • Gite: gundê asûrîyan an jî fileh û misilmanan e.
  • Herbul: gundê asûrîyan an jî filehan e, komira Silopiyê ji wira tê.
  • Hevindga: gundekî bi avî ye û di karê pembî û birinc de dixebitin.
  • Kizir:
  • Kukît: 10 km ji Xaburê dûr e.
  • Kulya: gundekî bi avî ye û di karê pembî û birinc de dixebitin.
  • Kurava: Kurava jî gundekî liber ava Xaburê ye û di karê pembî û birinc de dixebitin.
  • Xabur: deriyê gumrikan di navbeyna Tirkî û Otonomîya Kurdan an jî Îraqê de ye.
  • Silib: ev gund di qontara çîyê de ne, rez û dehlên wan hene.
  • Salatîn
  • Wehsid: bes 10 km ji Xabur û Silopiyê dûr e.
  • Zorava (Sorava):
  • Zura:
  • Zura jorî:
  • Tilqebîn: ev gund jî nêzîkî 10 km ji Xabur û Silopiyê dûr dikeve.

Ev Gundên he hemû jî di navbera an jî navbeyna Silopî û Zaxoyê de ne.

Gundên li rojavayê Silopiyê

  • Dader: Şirnexî tê de dijîyan, bes Tirkî xirabe kir.
  • Babindek: gundê Teyan.
  • Eywanê: xirabe ye.
  • Gundê Ermenîyan: xirabe ye, miletê birayên ermenî mirovên zehf qenc bûn. Ewan û Kurdên misilman gelekî bi hevdu dikirin. Miletekî gelekî jîrbûn û mirovatîya wan zêde bû.
  • Gêrkundan: xirabe ye.
  • Hesana: xirabe ye, gundê asuriyan an jî filehan bû, danûstandina wan û kurdên misilman zêde bi hevdu re hebû û fileh û misilmanan jî ji hevdu his dikirin.
  • Hurîsya: xelk Silopî ne.
  • Kûrtik: berê gundiyên vî gundî Silopî bûn, bes di salên 1980an de firotine eşîreteke kurdan yên, ku ji wan re Zêwkî tête gotin. Li ber Cemê an jî Ava Bazamir e. Ev gund avî ye, çandinîya wê jî heye û pezên wan jî hebûn.
  • Şerefxana: xelk Silopî ne.
  • Şêvesor: xirabe ye, xelk Şirnexî ne û çandinîya wan jî hebû.
  • Xezayê: xelk Silopî ne.
  • Xirabreşik: xirabe ye (ez bi xwe ji gundê Xirabreşkê me). Di wî gundî de bes Silopî û Şirnexî hebûn. Silopî û Şirnexîyan zêde ji hevdu hisne dikirin. Hersal koçerên kurd zivistanan dihatin gund û havînan diçûn zozanên hunik. Ew malên Şirnexî, hin ji wan casusên tirkan bûn û gelekî kurdên dilsoz bê sebeb dan girtin. Di gundê Xirabreşikê de cotyarî û genim, ceh, garis, nîsk, nok çandinî dikirin. Lê dehil û rezên wan kêm bûn. Bes zebeş (jebeş), gindur (qawun) jî havînan hebûn. Bes dewar û heywanên Xirabreşkîyan jî hebûn wekî: hesp, hêstir, ker, çêlek û bizinên wan jî hebûn.
  • Zêristîn:

Ava Bazamirê di wira dibûrî. Hin havînan ava Bazamirê çik dibû. Ava Bazamirê heta 100 m jêdetir kurbûna xwe hebû û ji gundê Girê Çolîya dihat. Dirêjbûna xwe zêde hebû. Di ava Bazamirê de bax û bîstan jî dihatin çandin û herweha gelekî fêkî jî peyda dibûn. Bes mirov dikarî masiyan jî bigire. Heywanên kOvî: gurî, kêvruşk, rîvî, kew, kevok, zerzîlik û gelekî heywanên din jî peyda dibûn. Di nava şevê de gelek caran qaçaxçî jî di wira re dibûrî. Gund û xwe ne feqîr bû, bes gundîyên feqîr jî hebûn.

Gundên li bakûrê Silopiyê

  • Babga an Babigan: xirabe ye, çandinîya Babigan jî hebû.
  • Besta Belega:
  • Germgê an Germigê: xirabe ye, Germig jî gundek bi bax û bîstan bî, bes çandinîya wan ya genim û ceh jî hebû. Gelek kaniyên Gerimigê jî hebûn, gelekî avî bû.
  • Girê Çolîya: xirabe ye, gelek bax, bîstan, rez û fêkiyên gundê Girê Çolîya hebûn. Bes hikmeta Tirkî hemû şewitandin.
  • Sorbitim: xirabe ye, gundê Sorbitimê jî rez û pezên wan hebûn.
  • Gundgê Remo: xirabe ye, rez û pezên wan hebûn.
  • Şemga an Şemigan: xirabe ye, gelek bax, bîstan, rez û fêkiyên gundê Şemigan jî hebûn û ew jî ji alîyê hikmeta Tirkî ve hatin şewitandin.
  • Xinis: xirabe ye.
  • Zêdga an Zêdigan: xirabe ye, ev jî gundekî avî bû û bi bax û bîstan bû.

Ev gund hemû jî di qontara çîyayê Cûdî de bûn, jiber vê yekê zû xira kirin, ku Tirkî digot: arîkarîyê didin Partîya Karkerên Kurdistan.

Gundên li başûrê Silopiyê

  • Basirîn: aboriya wî gundî jî liser birinc, pambî, zebeş û hin tiştên din bûn.
  • Basurî:
  • Bedru: xelk, Silopî û Teyan di gund de dijîn. Gundê Bedru jî di baran û lehîya sala 2006 an de hat xirakirin.
  • Gunhedîd: li Gunhedîdê Silopî û Cizîrî dijîyan. Li wira jî çandînîya genim hebû. Tête gotin jeberî ku Silopî bibe navçe, dihata behskirin, ku Gunhedît bibe navçe ji şuna Silopiyê. Bes weke tête zanîn, di Silopiyê de xelkê Silopî hene, gôtinên wan li cem hikmetê mihimtir bûn. Jiber vê yekê jî rabîn Silopî kirin navçe û Gunhedît hêlan. Gunhedît gundek gelek xweş bû, heşînatîya vî gundî zêde bû û ji Silopî xweştir bû. Bes wextê Silopî bî navçe, Gunhedît rengê xwe yê berê winda kir. Di gund de mêrek bi navê Ebdulla Efendî hebû, bi xwe dewlet katibî bû û dilekçe ji xelkê re dinivîsî û vêrgî distand. Di wextê wî de gelek kurdan xwendin û nivîsana wan tune bûn, jiber vê yekê ji ewî bi dexdîlo ya xwe arîkarîya kesê ku nivîsana wî nebû dikir. Ebdulla Efendî û xwe eslê wî ji Cizîra Botan bû û dibî mirovê Mala Mîr û Berdirxaniyan. Ev Gund niha jî dimîne, bes berû xiarbînê çûye.
  • Nêrwan: gundê Teyan e, Teyî an jî Teyan eşîreteke kurdan e.
  • Qonuta:
  • Ribehî: jebeş an jî zebeşên vî gundê Rihanî yê wekî jebeşên Amedê bi nav û deng bûn.
  • Rihanî: jebeş an jî zebeşên vî gundê Rihanî yê wekî jebeşên Amedê bi nav û deng bûn.
  • Serêbîyê: gundê Teyan e, ev gund di salên 1975-95an de hat avakirin.
  • Sofî Salim: ev gund di ber avê de ye.
  • Takyan: xelk, Silopî û Teyan di gund de dijîn.

Ne mixabin evqas gundên hatî xirabûn tu arîkarî jî ji hikmetên Tirkî negirtin e, ku bikarin ji xwe re xanîyên xwe ava bikin.

Grêdanên derve