Mehmûd Ehmedînejad: Cudahiya di navbera guhartoyan de
B robot serzêde kirin: lv:Mahmūds Ahmadīnežāds |
B robot guhêrandin: uk:Махмуд Ахмадінежад |
||
Rêz 80: | Rêz 80: | ||
[[tr:Mahmud Ahmedinejad]] |
[[tr:Mahmud Ahmedinejad]] |
||
[[ug:ئەھمىدى نىجات]] |
[[ug:ئەھمىدى نىجات]] |
||
[[uk: |
[[uk:Махмуд Ахмадінежад]] |
||
[[ur:محمود احمدی نژاد]] |
[[ur:محمود احمدی نژاد]] |
||
[[uz:Mahmud Ahmadinajod]] |
[[uz:Mahmud Ahmadinajod]] |
Guhartoya 01:49, 28 çiriya pêşîn 2009
Mehmûdê Ehmedînejad (bi Farsî: محمود احمدینژاد, bi Inglîzî: Mahmoud Ahmadinejad) (28ê Çirya Pêşîn 1956ê - ) serkomarê şeşê yê Komara Îslamî ya Îranê ye ko piştî serkevtina di hilbijartinên serkomariyê yên sala 2005ê li Îranê ji 6ê Tebaxa 2005ê heta niha li ser kursiya serkomariyê rûnişiye. Gera wî ya niha ya serkomariyê dê li Tebaxa 2009ê dawî bibit. Lê di hilbijartinên serkomariyê li sala 2009ê da mafê wî heye ko xwe jibo cara duyê û dawiyê bikit berbijarê serkomariyê. Di dîroka 28 salî ya Şoreşa Îslamî ya Îranê da, ew pirarîşetirîn û gengeşebartirîn serkomarê Îranê bûye.
Ew di siyasetên xwe da bi awayekê gelek berçav Îslamîyekê kevneşopî ye. Gelek baweriya wî bi karkirina jibo zû vegeriyana Îmamê Zemanî heye. Ew bi rijdî rexnegirê rojava û nemaze siyasetên Corc Buş e. Netirsiya wî di biryardanê da yek ji saloxetên wî yên herî berçav e.
Berî bibit serkomar, ew Şehredarê paytextê, Tehran, bû.
Jînenîgar
Ew kurê asingerekî ye û li bajarê Germsar, nêzî Tehranê, li roja 28ê Çirya Pêşîna Sala 1956ê hat dinyayê. Li sala 1976ê, di nav 400,000 kesên ko dixwestin biçin zanîngehê ji aliyê nimreyan ve, kesê 132ê bû. Ew li zanîngeheka navdar ya Îranê bi navê Zanîngeha Zanist û Teknolojiyayê ya Îranê li pişka endazyariya bajêrwarî hat wergirtin. Li 1984ê Mastera Zanistan û li sala 1989ê jî diktora ya xwe di endazyariya bajêrwarî da wergirtin. Ew her li wê zanîngehê bû dersdêr.
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |