Vladîmîr Lenîn: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
Xqbot (gotûbêj | beşdarî)
B robot serzêde kirin: bo:ལེ་ཉིན།
B robot serzêde kirin: yo:Vladimir Lenin
Rêz 126: Rêz 126:
[[vi:Vladimir Ilyich Lenin]]
[[vi:Vladimir Ilyich Lenin]]
[[war:Vladimir Lenin]]
[[war:Vladimir Lenin]]
[[yo:Vladimir Lenin]]
[[zh:列宁]]
[[zh:列宁]]
[[zh-min-nan:Lenin]]
[[zh-min-nan:Lenin]]

Guhartoya 22:07, 28 çiriya paşîn 2009

Vladîmîr Îlyîç Lenîn

Vladîmîr Îlyîç Lenîn (bi rûsî: Владимир Ильич Ленин) an jî Vladîmîr Îlyîç Ûlyanov (bi rûsî: Влади́мир Ильи́ч Улья́нов), bi kurtî wek Lenîn (bi rûsî: Ле́нин, "zilamê Lenayê") tê naskirin, (1870 - 1924), mirovekî şoreşger û siyayasetmedarê Rûsyayê yê. Avaker û serokê partiya Bolşevîk, dilê şoreşa cotmehê, û derhênerê YKSS'yê ye.

Cara yekemîn zanistiya azadiya çînan a marksîzmê bi Lenîn û Bolşevîkan biserdikeve. Lenîn di zanîna Marksîzmê de hin guherandine pêk tîne. Bo mînak ew wekî sazûmanî dîktatoriya proletaryayê dibîne û ji bo wê biserbixe têdikoşe. Lenîn bi dibistanên marksîzmê yên din re dikeve nîqaşan û roj bi roj alîgirên riya wî zêdedibin.

Lenîn di rêxistinbûnê de jî guhertinan dike. Ew bi navê navendparêziya demokratîk modeleke nû avadike û ev model dibe bingeha pirraniya partiyên komûnîst û sosyalîst. Lenîn bi navê NEP (Ekonomî polîtîkaya nû) programeke berfireh bo damezrandina deweleta nû a sosyalîst amade dike. Mixabin tenduristiya wî dest nade. Lenîn di 30'ê gelawêjê 1918'î de bi granî tê brîndarkirin. Bi 3 derbên kujer jiyana wî heya mirinê dikeve xetereyê.

Lenîn di saxiya xwe de bingehê azadiya gelên li împeratoriya Rûsyayê datîne. Mezin an piçûk ji hemî gel an hindikayiyan re serxwebûnê avadike. Di dema Lenîn de bi navê Kurdistana Sor otonomiyek ji bo Kurdan jî tê damezrandin. Lenîn wesiye dike ku Stalîn û Troçkî divê hin taybetiyên xwe biguherînin an bi vî awayî ew dê ji bo paşerojê xetereyan bînin.

Ziyaretgeha Lenînî li Meydana Sor a Moskowê (Rûsya)

Piştî mirina Lenîn di sala 1924'an de, wasiyetên wî tên jibîrkirin heya bigire tên windakirin. Stalîn hemî desthilatdariyê dixe destê xwe. Stalîn bi navê sosyalîzmê poltîkayên tûj û bixwîn dimeşîne. Lev Trotskî dide kuştin. Otonomiya Kurdistana Sor li ser daxwaza Komara Tirkiyeyê û Îranê ji holê radike. Azadiya ku Kurdan li Mehabadê bidestdixin bo xatirê şahên Îranê difiroşe. Herwekî li ruyê cîhanê hemî partî û komên çepgîr bi xwe ve dide girêdan. Ên ku viya napejirînin difiroşe yan li dijî wan têdikoşe. Serhildanên Kurdan mehkûm dike alîkariya dagirkerên Kurdistanê Tirkiyeyê, Îran û welatên Ereban dike. Baweriya ku Lenîn afirandibû, bi destê Stalîn û polîtîkayên YKSS´ê roj bi roj ditemire û di dawiya salên 80´î de jî ji holê radibe.

Çavkanî

Şablon:Link FA

Şablon:Link FA Şablon:Link FA