Tsunamî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
TobeBot (gotûbêj | beşdarî)
SieBot (gotûbêj | beşdarî)
B robot guhêrandin: pt:Maremoto
Rêz 122: Rêz 122:
[[om:Tsunamis]]
[[om:Tsunamis]]
[[pl:Tsunami]]
[[pl:Tsunami]]
[[pt:Tsunami]]
[[pt:Maremoto]]
[[ro:Tsunami]]
[[ro:Tsunami]]
[[ru:Цунами]]
[[ru:Цунами]]

Guhartoya 04:39, 13 nîsan 2010

Tsunamî peyveke japonî ye. Tê wateya pêla benderê (lîmanê). Ji 15ê hezîrana 1896an û bi vir de ye ku ev peyv ketîye nav zimanên cîhanê. Wê demê li Japonyayê Tsunamîya mezin ya Meîjî pêk hat û 21.000 kes mirin.

Piştî vê karesatê, japonan hawar-hawara alîkarîyê kirin. Bi vê hawarê re ev peyv li cîhanê belav bû û ket nav zimanên cîhanê.

Tsunamî li Asyayê (26.12.2004)

Piştî karesata tsunamîyê ya li Asyayê, peyva “tsunamî”yê bû peyva ku herî pirtir li cîhanê hat axaftin. Di vê karesata dawiyê de li derdora 157 300 (11.01.2005) mirovan jiyana xwe ji dest da. Di nav wan de mirovên ji gelek neteweyên têvel hebûn. Ji wan neteweyan yek jî swêdî bûn. Ji 20 hezarî pirtir swêdî wek turîst li wê herêmê bûn. Termên hin swêdîyan hatin dîtin. Lê li derdora 2000an hîn jî wenda ne.

Piştî ku vê duşemiyê xwendegeh vebûn, di hemû xwendegehan de ji bo karesata tsunamîyê û swêdîyên ku wenda ne, merasim hatin li darxistin. Di dersên kurdî yên vê hefteyê de mamoste û şagirdên dersa kurdî jî behsa vê karesatê kirin.

Em pê nehesîyane ku di nav yên mirî yan jî wendayî de kurd jî hene. Lê gelek hevalên zarokên kurd yên ku diçin heman xwendegehan yan wenda yan jî mirine.

Tsunamî çawa diqewime?

Tsunamî, di bin okyanûs yan jî behran de; di encama erdhej (zelzele) yan jî teqandina volkanan de erd dihedime yan jî dişemite. Bi van tevgerên erdê re enerjîyeke mezin peyda dibe. Ev enerjî di behrê de pêlên mezin yên peryodîk ava dike. Ji van Pêlan re tsunamî tê gotin.

Ferqa pêlên ku piştî tsunamî pêk tên ji yên din ev e: Dema ku pêlên tsunamî tev digerin, molakulên avê bi xwe re kaş dikin. Ev kaşkirin tevgereke zêdetir dide pêlan. Bandora van pêlan di ava kûr de dîyar nabe. Dema ku digîjin ava bibinî; di peravên tîk û kendavên teng de bi qasî 30 metroyî bilind dibin.

Tsunamîya vê dawiyê di çend saetan de gihaşt ku û çend kes mirin?

Ku sîstemeke hişyarîyê hebûna, evqas kes dê nemirana. Lewma niha ji aliyê Yekitîya Neteweyan (YN) hewldana avakirina sîstemeke hişyarîyê dest pê kirîye. Tê ragihandin ku ev sîstem dê di sala 2007ê de têkeve falîyetê.

Mirov çawa dikare xwe ji tsunamîyê biparêze?

1. Dema ku mirov bixwaze li qeraxa behrê ji bo cîwarbûnê cihekî bikire, divê mirov ligel erdhej, ba û lehîyê; fikra tsunamîyê jî bike. Ev yeka ha di pirsa parastinê de xala herî girîng e.

2. Di erdhejeke biçûk de jî dikare tsunamî pêk bê. Tavilê ber bi cihên bilind baz din.

3. Ku li nêzî behrê kendalên bilind hebin, herin ser wan.

4. Piştî ku pêla tsunamîyê ya peşî derbas bû, nefikirin ku talûke derbas bûye. Carna pêla duyem dikare ji ya yekem mezintir be.

5. Ji radyoyê li nûçeyên tsunamîyê guhdar bikin.

6. Tsunamî, li gor mezinbûn û awayê pêkhatina erdhejê, di nav 10-15 deqan de xwe li qeraxa behrê dide xuyakirin. Ango ava behrê yan bilind dibe yan jî kêm dibe (vedikişe). Ev pêla pêşî ya lawaz xebera 2-3 pêlên din yên bi hêz ku li rê ne dide. Di rewşeka weha da divê mirov tavilê ji qeraxa bahrê bi dûr bikeve. Kesên ku di nav behrê de seyehetê dikin jî divê ber bi ava kûr biçin ku xwe ji qeraxa behrê bi dûr bixin û xwe û wesayîta xwe ji tsunamîyê biparêzin. Kesên ku li qeraxa behrê ne, divê ji behrê bi dûr bikevin û herin cihên bilind.

Çavkanî: Tema Modersmål û cûre cûre rojname û nûçeyên ajansan
Ji: Dibistana Kurdî

Şablon:Link FA Şablon:Link FA