Şerê Sar: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
Ferrus (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Alkd (gotûbêj | beşdarî)
BKurteya guhartinê tine
Rêz 36: Rêz 36:


Bi vî awayî serhildan tê sikandin û ev yek alûdetiya DDR ji Yekbûna Sovyetan nîsan dide.
Bi vî awayî serhildan tê sikandin û ev yek alûdetiya DDR ji Yekbûna Sovyetan nîsan dide.

{{bikurmancî|Şerê Sar}}


[[Kategorî:Şerê Sar|Şerê Sar]]
[[Kategorî:Şerê Sar|Şerê Sar]]

Guhartoya 23:09, 14 hezîran 2010

Şerê sar (bi Inglîzî Cold War) binavkirina têkiliyên di nabera bloka rojavayê û bloka rojhilatê yên di salên 1945 - 1990'ê ye. Herwiha Şerê Sar, heyama pevçûn, lihevnehatin, rikeberî û girjî ya navbera Welatên Yekgirtî yên Emrîkayê û Yekîtîya Komarên Sowyetên Sosyalîst û hevalbendên herduan ji salên nivî ya dehsala 40an heta destpêka dehsalên 90an ji sedsala 20ê ye. Hevalbendên WYEyê Ewrûpaya Rojava, Japon û Kanada bûn û yên YKSS jî Ewrûpaya Rojhilat û heyamekê jî Çîn bûn. Wekî tê zanîn bloka rojava di bin pêşengiya DYE û NATO'yê li dijî bloka Sowyetê di pêşbirk û têkoşîne de bû û bi hilweşîna Sowyetê ev nakokî û pêşbirk bi dawî bû. Bloka rojhilatê di bin pêşengiya Yekîtiya Komarên Sosyalîst ên Sowyetê (YKSS) û Pakta Warşaw li dijî bloka rojava xwe parast û têkoşiya.

Bavê yan pêşengê vê polîtîkayê serokwezîrê DYE Harry S. Truman tê zanîn. Herdu blokan bi hev re rûbirû nediketin şer, lê bi metodên taybet bi hev re şerdikirin. Wekî bikaranîna welatên û rêxistinên neserbixwe, pêşbirk û şerê aborî, şerê psîkologîk, şerê îdeologîk hwd. Li ser şerê sar gelek fîlm, roman hatine holê. Dawiya şerê sar bi serkeftina bloka rojavayê hat û bloka rojhilatê hilweşiya.

Dîrok

Destpêk

Di Duwemîn Sera Cîhanê de Emerîka û Yekbûna Sovyet bi hev re hevkariyê dikirin da ku dewletên fasîst (ên wek Elmanyaya nasyonal-sosyalist, Îtaya û Japonya) biskînin, hevkariya her du welatan bi dawî bûna serê di sala 1945an de qediyabû. Di mijara ji nu ve avakirina Ewrûpa de, di nava her du hêzan de gelek bêahengî cêbûbû.

  • Di sala 1947an de Emerîka bi serokatiya Truman, ji bo ku Ewropa bikisîne hêla xwe, soz da ku ewê alîkariya hemî weatan bike yên ku hewl didin xwe ji komunîzmê xeas bikin.
  • Di sala 1948an de bi alîkarya serok Marshall, Emerîka ji Ewropa re dest bi alîkariyên aborî kir û bi vî awayî xwest Ewropa bike hêla xwe. Bi reformên pereyê di nava Emerîka û Sovyetan krîz pêk hat û ev yek bû sedema gemaroya Sovyetan li dijî Berlîn: Êdî Emerîka nikaribû bi hêsanî alîkariya Elmana bibûya. Lê li hemberî hemî dijwarî û rîskan, Emerîka alîkariya xwe ya aborî ji Berlîn re ne qedand, bi rêya balafiran xwarin û tistên din sande Berlîn û ew tistan ji ezmên ve cekire erdê.
  • Di sala 1949an de Elmanya di nava Emerîka û Yekbûna Sovyet hate parvekirin, Elmanyaya rojava (alîgirê Emerîka) û Elmanyaya rojhilat (alîgirê Sovyetan) hatin avakirin. Di heman salê de yekbûyên eskerên Ewropa NATO (alîgirê Emerîka) ji hate avakirin.

Serê Kore

Di sala 1950an de Sera Korea diqewime. Pêwîst bû Korea ya ku ji 1910an pê ve koloniyeke jaopn bû, êdî bibe welateke serbixwe. Lê di saa 1950an de leskerên Sovyet bakûrê Korea îsgal kirin û xwestin Korea bixin bin destê xwe. Li hemberî vê yekê Emerîka naxwaze bêdeng bimîne, lê nikare bê destûra UNO yê bice Kore. Emerîka pistrev li ser navê UNO dice Kore û ji basûrê Korea ve êrîsî leskerên sovyet dike. Ser heta saa 1953an didome û bi mirina Stalîn bi dawî dibe, lê asitiyeke mayinde pêk naye. Korea jî wek Elmanya di nav her du hêzên mezin tê parve kirin: Koreya Basûr dibe rejîmeke kapîtalîst (alîgirê Emerîka) û ya bakûr dibe komunîst (alîgirê Sovyetan).

Di sala 1953an de Stalîn dimire û bi mirina wî Stalînîzm û terora dîktatoriya wî bi dawî dibe.

Serhildana DDR

Bi mirina Stalîn Yekbûna Sovyet bi mijarê xelefa Stalîne mijûl e. Lê endamên partya komunîst li hemberî rîskan di heman fikirê de ne ku pêwîst e sîstem were lîberalîze kirin. Ji ber vê yekê jî, terora dîkta ya dewletê diqede û guhertinên sîstemê ji aliyê gel ve tên qebûl kirin. Bi vî yekî re, raperîn li Bûlgarîstan, Cekoslovakya û komara sosyalîst a elman DDR pêk tên.

Li komara sosyalîst a elman DDR sîstema komunîst ji ber xeterên siyasî û aborî biserneketî ye û lewra ji aliyê gelê xwe naye qebûl kirin. Xwarin, binesazî û xizmetên sosyal kêm in û lewra bi hezaran kes - li hemberî qedexeyan - sînoran derbas dikin û kocberiya Berlîna rojavayê dikin. Krîz diqewime, ji ber ku rejîm dixwaze plana "Avakirina Sosyalîzmê" pêk bîne:

  • Rejîma komunîst dixwaze bila gel zêdetir bixebite û bi vî awayî hilberanê zêdetir bike;
  • cotemenî tê kolektîve kirin (êdî cotkar ne xwediyê erdê xwe ne hwd.); û
  • artêseke Elmanyaya rojavayê tê avakirin - li hemberî daxwaza gel.

Kocberî her ku dice xorttir dibe. Moskova bi van pêsketinan qet ne kêfxwes e û rejîma xeter a DDR berpirs dike. Lewra Moskova ji rejîm re emr dike ku bila "avakirina sosyalîzme" heman were sekinandin. Ji ber vê yekê, rejîm daxuyaniyek belaw dike û dawî li avakirina sosyalîzme tîne. Herwiha, di daxuyaniyê de behsa xeterên aborî û siyasî tê kirin û îndîrekmen lêborîn ji gel tê xwestin.

Gel bi vî pêsketinî saswaz e û daxuyaniyê wek zeîftî fehm dike û dikeve grevê. Bi deh hezaran kes rê li derên stratejîk digirin û avayiyên fermî bi dest dixin. Avayiya rêxistina paralemtoyê jî tê wergirtin. Rejîm êdî ber bi daskestinê ve dice.

Di 1ê Hezîranê ya 1953an de sebra Sovyetan namîne û Artêsa Sor a sovyet dikeve DDR:

  • Panzerên sovyet sînora rojavayê ya Berlîne digire,
  • hemî trafîk tê sekinandin û
  • mafê ser tê îlan kirin.

Bi vî awayî serhildan tê sikandin û ev yek alûdetiya DDR ji Yekbûna Sovyetan nîsan dide.