Lîsteya navên Xwedê li gorî îslamê: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
SieBot (gotûbêj | beşdarî)
B robot guhêrandin: en:Names of God in Islam
Alexbot (gotûbêj | beşdarî)
B robot serzêde kirin: tt:Аллаһның 99 исеме
Rêz 188: Rêz 188:
[[sv:Guds 99 namn]]
[[sv:Guds 99 namn]]
[[tr:Allah'ın 99 ismi]]
[[tr:Allah'ın 99 ismi]]
[[tt:Аллаһның 99 исеме]]
[[ur:اسماء اللہ الحسنیٰ]]
[[ur:اسماء اللہ الحسنیٰ]]
[[zh:真主的九十九個尊名]]
[[zh:真主的九十九個尊名]]

Guhartoya 12:20, 28 hezîran 2010

Navên Xwedê (erebî) navên Xwedêyên ku di Quranê de derbas dibine. Gorî hedîsan jî 99 neheyên wan navan re Esma ûl Hûsna(Navên Xwedêyên bedew) tê gotin. Di Quranê de hin ayetan de heqî wan de wiha tê qal kirin.

Xweda ewe ku, Xaliq û Barî û Mussawîre û navên herî rind (Esma-ûl Husna) ê wî ne. Hemu tiştê li erd û esmanan wî tesbîh dike. Ew, Ezîz e û xwedî hukum û hîkmet e. (Heşr-24)

Navên herî rind ên Xweda ne. Ji wî ra bi van navan dûa bikin. (A’raf,180)

Pêxember (A.S) kerem dike: “Nod û neh (99) navên Xwedê Teala hene. Kî evanan jiber bike ew diçe cinnetê. (Buharî û Muslîm)

"ALLAH: Hemu sifatan zeft dike û navê wî yê herî mezin e (Îsmê âzam)

Er- Rehman: Ewê pirr bi merhamet û rehm e. Er- Rehîm: Ewê pirr bi merhamet û rehm e.

El- Melîk: Xwedîyê hemu qâînatê ye û hukumdarekî mutlaq e.

El- Qûddûss : Ji xeletîyê, xefletê, acizîyê û hemu kêmasîyan dûr û berî ye. pak û paqij e. Es- Selam : Evdê xwe derdixîne silametê. Ewê di cinnetê de silavê dide evdê xwe yên bextîyar

El- Mûmîn : Ewê di dilan de şewq /şewla bawerîyê hişyar dike û ên xwe dispêrin wî disitirîne û diparêze. El- Mûheymîn: Ewê diparêze û ditelîne El- Ezîz : Ewê mexlubîyeta wî ne mumkune, tim serkeftî û xalib e. El- Cebbar: Ewê kêmasîyan temam dike. Tiştê ku dixwaze bizorê dike muxtedîr e.

El- Mûtekebbîr: Di her tiştî de û di her karî de mezinahîya xwe nîşan dide

El- Xelîq: Ewê hemu hebunê û rewşê û bûyerê, kifş û tespît dike û hemuyan ji tunebunê çêdike.

El- Barî: Ewê eşya û wucuda her tiştî li hev tîne û wek hev dixuluqîne. El- MÛsewwîr: Taswîr dike û sûret û sifatan dide.

El- Xeffar: Mexfîreta wî zêde yê

El- Qehhar: Li her tiştî, her tiştê ku dixwaze kare bike û hakim û xalibe El- Wehhab: Her nîmetî dewamî bexş dike.

Er- Rezzaq: Ewê rizqê mexluqat îhsanî wan dike. El- Fettah: Ewê her zor û zehmetê vedike û hêsan dike. El- Elîm: Bi her tiştî pirr baş zane El- Qabîd: Ewê dijdîne û teng dike.

El- Basît: Vedike fireh dike. El- Xafîz: Ewê ji jor dadixîne jêr nizim dike.

Er- Rafî’: Bilind dike, ber bi jor ve dike. El- Mûîzz: Ewê îzzetê û rûmetê dide, mêvandar e El- Mûzîll: Dixîne zilletê û rezîl û riswa dike. Es- Semî': Her tiştî dibihîse.

El- Basîr: Her tiştî dibîne. El- Hekem: Hukum dide û heqqîyê tîne cî.

El- Edl: Pirr bi edalet e.

El- Letîf: Ewê bi heqîqeta hemu karan baş dizane û evdê xwe digîhîjîne qencîyan El- Xebîr: Bi nava her tiştî dizane û bi veşartî û dizîyan xeberdar e. El- Helîm: Ewê hema ceza nade sucdaran. Mulayîm û nerm e û wextê dide evdê xwe.

El- Ezîm: Pirr bi ezamet e. El- Xefûr: Eff û mexfîreta wî pirr û zêde ye. Eş- Şekûr: Berdêla qencîyên ku ji bo razayîya wî tê kirin, zêde zêde didê.

El- Elîy: Bi îzzet û rûmet û hukumranîya xwe pirr bilind e. El- Kebîr: Pirr mezin e, yê herî mezin e.

El- Hefîz: Ewê hemu karê ku tê kirin, bi tefsîlata wî digre, her tiştî heta dema wî ya kifşkirî, ji bela û musîbetan diparêze muhafize dike El- Mûqît: Qut û nifqê her maxluqatî didê

El- Hesîb: Ewê di jîyana her kesê de bi tiştê ku kirîye dizane û bi hemu hesabê wî dizane. El- Celîl: Xwedî celalet û mezinahîyê ye.

El- Kerîm: Lutf û kerema wî pirr fireh û zêde ye. Er-Reqîb: Ewê li ser hemu hebunê çavbend e û her tişt di bin qontrola wî da ye.

El- Mûcîb: Daxwza kesê ku jê re dûa û lavayî dike tîne cî.

El- Wasî: Îlmê wî û rehmeta wî û ef û mexfîreta wî fireh e. El- Hekîm: Hemu emrê wî û karê wî bi hukum û hîkmete. El- Wedûd: Ji evdê xwe pirr hiz dike û ji hizkirinê ra pirr layîq e.

El- Mecîd: Bi nav û şanekî mezin û bilind e.

El-Baîs: Mirîyan vedijîne û ji gorên wan dertîne. Eş- Şehîd: Di hemu deman de û li her derê hazir û nazir e.

El- Heq: Hebuna wî qe naguhere. El- Wekîl: Karê wan kesê ku jê ra tevekkul dike digîhîjîne aqubetek baş.)

El- Qewîy: Pirr bi hêz û quwet e. El- Metîn: Pirr saxlem û qewîn e.)

El- Welî: Dostê evdê xwe yên qenc e. El- Hemîd: Ji wî tenê ra hemd û sena tê kirin û bi zimanê hemu hebunê peznê wî tê kirin.

El- Muhsî: Bi hejmara hemu tiştî yek bi yek dizane. El- Mûbdî: Hemû hebûn bê mîsal û bê madde cara pêşîn xuluqandî ye.

El- Mûîd: Ewê piştî ku hebun hemu tune kir, paşê ji nuhveda dixuluqîne. El- Mûhyî: Ewê can bexş dike û heyat û sihatê dide.

El- Mûmît: Ewê mirina maxluqekî bi can dixuluqîne. El- Hey: Zînde, bi her tiştî dizane û bi her tiştî dikare.

El- Qeyyûm: Bi erd û esmanan û her tiştî digre El- Wecîd: Daxwazê xwe çi wextê bixwaze dibîne.

El- Mecîd: Qedr û şanê wî mezin e û kerem û qencîya wî zêde ye. El- Wahîd: Di zatê wî da û sifatê wî da û hukmê wî da û navê wî da tu şerîkê wî tune û tenê ye.

Es- Samed: Ewê hewceyan û tengîyan diborîne El- Qedîr: Ewê daxwaza xwe, dikare bîne cî El- Mûqtedîr: Ewê li ser ên xwedî quwet û qudret li gor daxwaza xwe tasarufê dike El- Mûqeddîm: Ewê daxwaza xwe dixe pêşîyê û pêş da dibe. El- Mûexxîr: Ewê daxwaza xwe dawîyê da dihêle paş da dibe. El- Ewwel: Pêşîn e El- Axîr: Dawî ye.

Ez- Zahîr: Eşkera ye, xuya ye.

El- Batin: Ji her tiştî veşartî ye. El- Walî: Ewê qaînatê û her tiştê hema diqewume îdare dike. El- Mûtealî: Ji het tiştê ku aqil di ber da diçe û ji her rewş û timtêlê bilindtir û mezintir e. El- Berr: Ji bo evdê xwe tim hêsanî û rehetîyê dixwaze û qencîya wî zêde ye.


Et- Tewab: Towbeyan qebul dike û gunehan effu dike. El- Mûnteqîm: Bi edaleta xwe sucdar musteheqê kîjan cezayî ye, wî cezayî didê. El- Efûw: Pirr efukar e.


Er- Reûf: Pirr litufkar û pirr bi rehm e. Malikûl-l Milk: Ebedî xwedîyê mulk e. Zûl Celal-î W-el Îkram: Him xwedîyê mezinahîyê ye û him jî, xwedî fezl û kereme.

El- Mûqsît: Hemu karê xwe wek hev û di cî de çêdike. El- Camî: Çi bixwaze, li çi cîyî miraz kiribe dicivîne. El- Xenîy: Pirr zengîn e û ne hewcîyê tu kesîye. El- Mûxnî: Kî bixwaze wî zengîn dike. El- Manî': Ewê desturê nade ku tiştek biqewume. Ed- Darr: Ewê tiştê elem û kederê dide, dixuluqîne En- Nafî: Ewê tiştê bi xêr û nafetê dide mirov dixuluqîne En- Nûr: Ewê nûra xwe dide aleman, hinek rûyan û hiş û dilan bi nûr dike.

El- Hadî: Ewê hîdayetê dide û evdê xwe tîne ser rêya rast. El- Bedî: Ewê alêmên bê mîsal û ecêb çêdike. El- Baqî: Dawîya hebuna wî nîne.

El- Warîs: Ewê hebuna wî dewamî ye û xwedîyê heyîna heqîqîye. Er- Reşîd: Ewê hemu kar û kiryaran li gor textîra xwe ya ezelî dimeşîne û li ser nizam û hîkmetek rast digîhîne aqûbeta wî. Es- Sebûr: Pirr bi sebir e.



Çavkanî

Fikrî Amedî

Şablon:Link FA