Clifford Shull: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
B robot serzêde kirin: pnb:کلفورڈ شل
Luckas-bot (gotûbêj | beşdarî)
B robot serzêde kirin: sl:Clifford Glenwood Shull
Rêz 54: Rêz 54:
[[ru:Шалл, Клиффорд]]
[[ru:Шалл, Клиффорд]]
[[sk:Clifford Shull]]
[[sk:Clifford Shull]]
[[sl:Clifford Glenwood Shull]]
[[sv:Clifford G. Shull]]
[[sv:Clifford G. Shull]]
[[sw:Clifford Shull]]
[[sw:Clifford Shull]]

Guhartoya 19:56, 14 tebax 2010

Clifford Glenwood Shull (* 23'ê rezberê 1915 li Pittsburgh, Pennsylvania; † 31'ê adarê 2001 li Medford, Massachusetts) yek ji fîzîknasên navdar ên DYAyî bû. Sala 1994'î guncavê Xelata Nobel a fîzîkê hatiye dîtin.

Jînenîgarî

Di nava salên 1933 - 1937'î de li Pittsburgh di Carnegie Institute of Technology (enstîtuya teknîkê) de perwerdeya fîzîkê dîtiye. Ji wir derbasî Zanîngeha New Yorkê bûye û perwerdeya bilind li wir girtiye. Serî de karekê li fîrmaya The Texas Company (Texaco) dibîne. Piştî bidawîbûna şerê cîhanê yê duyemîn, sala 1946'î, li Tennessee di laboratûareke neteweyî de dixebite. Sala 1955'î wekî profesor li Massachusetts Institute of Technology dest bi kar dike û heya nexweşketina dawiya temenê xwe (1986) li wir dixebite.

Shull sala 1941'î bi Martha-Nuel Summer re evînmarî dibe (dizewice) û sê lawên wan dibin, John, Robert û William. Ew li nexweşxaneya Lawrence Memorial Hospital a li Medford a, Massachusetts jiyana xwe jidestdide.

Xebat û girîngiya wî

Li Texaco analîza mîkrostrûktûra katalîzatoran dikir ku beşek ji kîmyageriya petrolê bû. Li laboratûara Oak Ridge National Laboratory bi tevî Ernest Walton (1903-1995) li ser bipêşxistina reşandina neutronan dixebite.

Shull sala 1994'î bi tevî Bertram Brockhouse Xelata Nobel a fîzîkê werdigire.

Xelat

Berhem

  • Clifford Shull: Early development of neutron scattering. Rev. Mod. Phys. 67 (1995) 753–757