Mehmûd Ehmedînejad: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
TXiKiBoT (gotûbêj | beşdarî)
B robot serzêde kirin: fo:Mahmoud Ahmadinejad
Xqbot (gotûbêj | beşdarî)
Rêz 80: Rêz 80:
[[ta:மகுமூத் அகமதிநெச்சாத்]]
[[ta:மகுமூத் அகமதிநெச்சாத்]]
[[tg:Маҳмуд Аҳмадинижод]]
[[tg:Маҳмуд Аҳмадинижод]]
[[th:มะห์มูด อะห์มาดีนิจาด]]
[[th:มาห์มูด อาห์มาดิเนจาด]]
[[tl:Mahmoud Ahmadinejad]]
[[tl:Mahmoud Ahmadinejad]]
[[tr:Mahmud Ahmedinejad]]
[[tr:Mahmud Ahmedinejad]]

Guhartoya 08:06, 15 îlon 2010

Mehmûdê Ehmedînejad (bi Farsî: محمود احمدی‌نژاد, bi Inglîzî: Mahmoud Ahmadinejad) (28ê Çirya Pêşîn 1956ê - ) serkomarê şeşê yê Komara Îslamî ya Îranê ye ko piştî serkevtina di hilbijartinên serkomariyê yên sala 2005ê li Îranê ji 6ê Tebaxa 2005ê heta niha li ser kursiya serkomariyê rûnişiye. Gera wî ya niha ya serkomariyê dê li Tebaxa 2009ê dawî bibit. Lê di hilbijartinên serkomariyê li sala 2009ê da mafê wî heye ko xwe jibo cara duyê û dawiyê bikit berbijarê serkomariyê. Di dîroka 28 salî ya Şoreşa Îslamî ya Îranê da, ew pirarîşetirîn û gengeşebartirîn serkomarê Îranê bûye.

Ew di siyasetên xwe da bi awayekê gelek berçav Îslamîyekê kevneşopî ye. Gelek baweriya wî bi karkirina jibo zû vegeriyana Îmamê Zemanî heye. Ew bi rijdî rexnegirê rojava û nemaze siyasetên Corc Buş e. Netirsiya wî di biryardanê da yek ji saloxetên wî yên herî berçav e.

Berî bibit serkomar, ew Şehredarê paytextê, Tehran, bû.

Jînenîgar

Ew kurê asingerekî ye û li bajarê Germsar, nêzî Tehranê, li roja 28ê Çirya Pêşîna Sala 1956ê hat dinyayê. Li sala 1976ê, di nav 400,000 kesên ko dixwestin biçin zanîngehê ji aliyê nimreyan ve, kesê 132ê bû. Ew li zanîngeheka navdar ya Îranê bi navê Zanîngeha Zanist û Teknolojiyayê ya Îranê li pişka endazyariya bajêrwarî hat wergirtin. Li 1984ê Mastera Zanistan û li sala 1989ê jî diktora ya xwe di endazyariya bajêrwarî da wergirtin. Ew her li wê zanîngehê bû dersdêr.

Şablon:Link FA