Îsa: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
interwiki
Kurteya guhartinê tine
Rêz 16: Rêz 16:
== Jiyana Îsa Mesîh ==
== Jiyana Îsa Mesîh ==


Îsa Mesîh li welatê Îsraêl, li Beythlemê (bajarê Dawid) ji Meryema keçik çêbû (Metta 1) û li bajarê Nisretê mezin bû. Çaxê Yûhennayê imadkar derket û xelk imad dikir, Îsa jî hat ba wî û ji aliyê wî ve hat imadkirin (Metta 3). Di wê gavê de Ruhê Xwedê li ber çavê hemûyan hat ser Îsa û li ser wî ma. Piştî vê yekê Îsa ji aliyê Îblîs ve hat ceribandin, lê bi ser ket û ma bê guneh (Metta 4).
Îsa Mesîh li welatê Îsraêl, li Beythlemê (bajarê Dawid) ji Meryema keçik çêbû (Metta 1) û li bajarê Nisretê mezin bû. Çaxê [[Yûhennayê imadkar]] derket û xelk imad dikir, Îsa jî hat ba wî û ji aliyê wî ve hat imadkirin (Metta 3). Di wê gavê de Ruhê Xwedê li ber çavê hemûyan hat ser Îsa û li ser wî ma. Piştî vê yekê Îsa ji aliyê Îblîs ve hat ceribandin, lê bi ser ket û ma bê guneh (Metta 4).


Îsa ji bo sê salan li Celîlê, li Cihûstanê û li derên din Mizgîniya Xwedê da bihîstin. Bi ser ku wî peyva Xwedê ji gel re digot û gelek keramet jî dikirin, li dawiyê gelê wî ew red kir.
Îsa ji bo sê salan li Celîlê, li Cihûstanê û li derên din Mizgîniya Xwedê da bihîstin. Bi ser ku wî peyva Xwedê ji gel re digot û gelek keramet jî dikirin, li dawiyê gelê wî ew red kir.

Guhartoya 09:24, 16 gulan 2006

Îsa pêxemberekê girîng e. Li gora xiristiyanan, Îsa kurdê xwedê ye.

Mana peyva "Îsa" (bi Îbranî: "Yêşûya") ev e: "Xudan xilas dike".

Mana peyva "Mesîh" bi Îbranî ev e: "yê rûnkirî / yê dohnkirî / yê meshkirî". Çaxê yek dibû padîşah, an pêxember, an serokkahîn, ew dihat meshkirin, yanî rûnekî taybetî li serê wî dihat dan.

Mana peyva "Mesîh" bi Yewnanî "XRISTOS" e.


Serkanî

Serkaniyên li ser jiyana Îsa Mesîh ên herî girîng û kevin, nivîsarên Metta, Marqos, Lûqas û Yûhenna ne. Metta û Yûhenna şagirtên Îsa Mesîh bûn; Marqos û Lûqa şagirtên Mesîh rû bi rû naskirin.


Jiyana Îsa Mesîh

Îsa Mesîh li welatê Îsraêl, li Beythlemê (bajarê Dawid) ji Meryema keçik çêbû (Metta 1) û li bajarê Nisretê mezin bû. Çaxê Yûhennayê imadkar derket û xelk imad dikir, Îsa jî hat ba wî û ji aliyê wî ve hat imadkirin (Metta 3). Di wê gavê de Ruhê Xwedê li ber çavê hemûyan hat ser Îsa û li ser wî ma. Piştî vê yekê Îsa ji aliyê Îblîs ve hat ceribandin, lê bi ser ket û ma bê guneh (Metta 4).

Îsa ji bo sê salan li Celîlê, li Cihûstanê û li derên din Mizgîniya Xwedê da bihîstin. Bi ser ku wî peyva Xwedê ji gel re digot û gelek keramet jî dikirin, li dawiyê gelê wî ew red kir.

Çaxê ew hat Orşelîmê (Qudsê), ew li gor daxwaza serwerên Cihûyan ji aliyê Romayiyan ve hat xaçkirin (Metta 27). Wek ku wî berê gotibû, piştî sê rojan ew ji nav miriyan rabû (Metta 28), xwe nîşanî şagirtên xwe da û piştî çil rojan vegeriya ezmên (Karên Şandiyan 1). Wî soz da ku ewê li dawiya demê vegere û wan ên ku li pey wî diçîn, bibe ba xwe (Yûhenna 14:1-4). Di Roja Dawî de ewê dîwana hemû mirovan bike (Metta 24-25).


Şagirtên Îsa Mesîh

Îsa Mesîh diwanzdeh şagirt hilbijartin, da ku ew tevî wî bin û ji wî hîn bibin (Metta 10:1-4). Piştî hilkişîna Îsa Mesîh a ezmên, Xwedê Ruhê Pîroz da wan (Karên Şandiyan 2) û bi qewata Ruhê Xwedê ew çûn her derê û Mizgîniya Îsa Mesîh didan bihîstin (Karên Şandiyan 8-28). Di nav şagirtan de yên herî nasdar ev in: Petrûs, Aqûb û Yûhenna.

Îro li hemû dinyayê ji du milyar mirovan bêtir Xiristiyan hene; heyf û mixabin gelek ji wan ji hînkirina Îsa Mesîh dûr ketine.


Hinareya Îsa Mesîh

Îsa Mesîh Mizgîniya hatina «Padîşahiya Xwedê» dida (Metta 4:17). Pêxemberên berê gotibûn ku Xwedê wê xilaskarekî (Mesîh) bişîne û di dema Îsa de, gelek mirov li hêviya vî Mesîhê Xwedê bûn. Îsa got ku ew bi xwe ew Mesîh e (Yûhenna 4:25-26). Keramet û gotinên wî yên bi qewet ev yek eşkere dikirin: Wî gelek mirovên nexweş sax kirin û sê mirovên mirî rakirin (Metta 9; Lûqa 7; Yûhenna 11). Wî dikarî gunehên mirovan jî efû bike (Metta 9). Îsa dixwest ku mirov tobe bike, ji gunehê xwe vegere û jiyaneke nû bistîne (Marqos 1:14-15). Yê ku Mizgîniya Mesîh a li ser Padîşahiya Xwedê qebûl dikir, diviyabû Îsa Mesîh Xudanê xwe jî qebûl bike.

Îsa ji şagirtên xwe re li ser jiyaneke nû digot a ku li gor daxwaza Xwedê ye (Metta 5-7) û gelek caran bi meseleyan hînî wan dikir (Metta 13; Lûqa 15).

Di Tewratê de emrê herî mezin ev e: «Ji Xudan Xwedayê xwe bi hemû dilê xwe, bi hemû canê xwe û bi hemû hişê xwe hez bike» û: «Wek ku tu ji xwe hez dikî, ji cîranê xwe hez bike.» Îsa ev tam qebûl kir û mana vê hê bêtir şîrove kir (Metta 5:17-48). Xelkê li gotinên wî yên li ser hezkirina rast şaş ma: Wî ne bi tenê got ku mirov ji dijminê xwe hez bike (Metta 5:44), wî bi xwe jî weha kir (Lûqa 23:33-43).

Peyvên Îsa Mesîh bi desthilatî û bi qewet bûn û gelek mirovan ji xwe dipirsî, ka ew kî ye. Hinan digot ku ew yekî dînî ye. Hinan digot ku ew pêxember e. Hinan ew qebûl kir, lê dixwestin, ku Mesîh bi zorê li hember dijminên gelê xwe rabe; çaxê dîtin ku Îsa ev yek nekir, dev ji wî berdan. Hinên din jî ew û Mizgîniya wî ji dil û can qebûl kirin.

Îsa eşkere got ku ew ne wek pêxemberên din e (Metta 22:33-45, Yûhenna 10:7-18) û hin bi hin şagirtên Îsa têgihîştin ku Îsa bi xwe Mesîhê Xwedê ye.

Çend caran Îsa Mesîh ji wan re eşkere got ku divê ew bimire (Metta 16; 17; 20), lê wan ev yek fêm nedikir. Lê belê Îsa dizanibû ku Xwedê ew şandiye, da ku li gor gotina Îşaya pêxember di ber mirovan de bimire (Îşaya 52-53), da ku mirov ji gunehan û ji mirinê xilas bibin (Marqos 10:45; Yûhenna 10:11).

Piraniya serwerên dîn li hember Îsa rabûn. Sedem ev bû ku Îsa rexne li wan dikir; wan bi adet û hîndariyên xwe, mana emrên Xwedê xera dikirin û barên giran datanîn ser pişta mirovan (Metta 23).

Ji ber ku di nav xelkê de bandora Îsa mezin dibû, serwerên dîn ditirsiyan ku hukumdariya wan wê ji wan bê standin (Yûhenna 11:47-53). Wan şêwira kuştina Îsa dikirin û bi alîkariya şagirtekî wî, ew girtin. Li ber dîwanê çend şahidên derewîn rabûn, lê şahidiya wan hevdû negirt; lê belê çaxê Îsa got ku ew "Kurê Yê Pîroz, Mesîh" e, wan ev kirin sedemê kuştina wî (Marqos 14:53-64) û ew anîn ber Pîlatosê walî. Bi ser ku wî sedemê kuştina Îsa nedît jî, wî ew da xaçkirin (Lûqa 23:1-25).

Serwerên dîn dizanibûn ku Îsa li ser rabûna xwe ya ji nav miriyan gotibû. Ji ber vê yekê nobedar şandin ber gora wî (Metta 27: 62-66), lê Îsa rabû, ji gorê derket û hat nav şagirtên xwe (Mat 28). Piştî ku ew çil rojan di nav wan de ma û hînî wan kir, ew hilkişiya ezmên û li wir li aliyê Xwedê yê rast rûnişt; ewê li wir be, heta ku ew dîsa vegere.


Îsa Mesîh di Quranê de

Quran qebûl dike ku Îsa ji Meryema keçik çêbû (19:16-33) û dibêje ku wî kerametên nedîtî kirin (5:110). Ew Mesîh e (3:45) û Tewratê erê dike (3:50). Navê wî "Peyv ya ji Xwedê" û "Ruh yê ji Xwedê" tê gotin (4:171). Yên ku baweriya xwe bi wî nayînin, dîwana wan wê bê kirin (4:159). Li gor Quranê Îsa Mesîh pêxemberekî mezin e, lê Muhamad gotinên pêxemberan û nivîsarên Peymana Kevin û Peymana Nû yên li ser Mesîh rast hesab nekirin. Hin dibêjin nivîsar bi xwe hatine guhertin (îspata vê yekê tune), an jî ew xelet tên şîrovekirin (5:47/51; 4:169/171; Tabarî, Ibn Xaldûn).


Çend gotinên Îsa Mesîh ên bi nav û deng

«Hûn dizanin ku serekên miletan serdestiyê li wan dikin û giregirên wan jî hukumdariya xwe li ser wan dikin. Lê di nav we de wê ne weha be. Di nav we de, kî ku bixwaze bibe yê mezin, divê bibe xizmetkarê we. Û di nav we de kî ku bixwaze bibe yê pêşî, divê bibe xulamê we. Çawa ku Kurê Mirov (= Îsa) jî nehatiye ku jê re xizmet bê kirin, lê hatiye ku xizmetê bike û di ber gelekan de canê xwe berdêl bide.» (Metta 20:25-28)

«Werin ba min, ey hemû yên westayî û bargiran, ezê rihetiyê bidim we. Nîrê min deynin ser stûyê xwe û ji min hîn bibin, çimkî ez nerm û ji dil nefsbiçûk im û hûnê rihetiyê ji bo canê xwe bibînin. Çimkî nîrê min hêsanî û barê min sivik e.» (Metta 11:28)

«Nanê jiyanê ez im. Yê ku bê ba min, qet birçî nabe û yê ku baweriyê bi min bîne, tu caran tî nabe.» (Yûhenna 6:35)

«Ez ronahiya dinyayê me; yê ku li pey min bê, tu caran di tariyê de rêve naçe, lê wê bibe xweyî ronahiya jiyanê.» (Yûhenna 8:12)

«Ez şivanê qenc im. Şivanê qenc ji bo miyan canê xwe dide.» (Yûhenna 10:11)

«Vejîn û jiyan ez im. Yê ku bawerî bi min anîbe, miribe jî ewê bijî. Û her kesê ku dijî û baweriyê bi min tîne, qet namire.» (Yûhenna 11:25-26) Şablon:Link FA