Îbrahîm Seydo Aydogan: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
BKurteya guhartinê tine
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
BKurteya guhartinê tine
Rêz 1: Rêz 1:
[[Wêne:Is aydogan.png|120px|right|Îbrahîm Seydo Aydogan]]
[[Wêne:Is aydogan.png|120px|right|Îbrahîm Seydo Aydogan]]
'''Dr. Îbrahîm Seydo Aydogan''' (*[[1976]] [[Qoser]]) [[nivîskarê kurd|nivîskarekî kurd]] e.
'''Îbrahîm Seydo Aydogan''' (*[[1976]] [[Qoser]]) [[nivîskarê kurd|nivîskarekî kurd]] e.


== Jinenîgarî ==
== Jinenîgarî ==

Guhartoya 19:12, 21 kanûna paşîn 2011

Îbrahîm Seydo Aydogan
Îbrahîm Seydo Aydogan

Îbrahîm Seydo Aydogan (*1976 Qoser) nivîskarekî kurd e.

Jinenîgarî

Romannivîs Îbrahîm Seydo Aydogan li Qosera Mêrdînê ji dayik bûye. Heta lîseyê jî xwendina xwe li wê derê kiriye. Di sala 1993'an de beşa mamostetiya edebîyatê ya Zanîngeha Dîcleyê ko li Amedê ye kar kir. Di sala 1997an de ji zanîngehê mezûn bû û li Stembolê li lîseyekê dest bi mamostetiya edebiyatê kir. Di ber mamostetîyê re edîtoriya kovara kurdî ya edebî Pelînê kir. Ji destpêka sala 2001'ê ve li Fransayê dijî. Di sala 2003'an de, li Zanîngeha Sorbonê, li ser Victor Hugo û romanên dîrokî, bi navê "Parîsiyên sedsala 15'an di Notre-Dame de Parisa Victor Hugo de", lêkolîneke masterê kir. Wî di sala 2006'an de jî, li Zanîngeha Rouenê, tezeke doktorayê li ser "wext, hevokên kompleks û lihevkirina wextan di romanên kurdî de" amade kir.

Ibrahîm Seydo di şanzdehsaliya xwe de dest bi nivîskariyê kir. Piştî çend salên ko bi tirkî nivîsand û hin nivîs û helbestên wî di kovarên edebî yên tirkî de hatin weşandin, di sala 1996'an de bi temamî dev ji tirkî berda û ji wê rojê ve ye ku tenê bi kurdî dinivîsîne.

Aydogan heta niha sê pirtûk nivîsandine. Romana wî ya pêşiyê Reş û spî di sala 1999'an de derket. Romana wî ya duyem Leyla Fîgaro, dı sala 2003'an de derket.

Pirtûka wî ya sêyem Hezkiriya Xwedê ko ji şeş çîrokan pêk tê, di sala 2005'an de çap bû.

Herweha pirtûkeke wî ya helbestan, xebateke wî ya li ser rexneya kurdî ya edebî jî hene ku hê nehatine çapkirin.

Îbrahîm Seydo Aydogan di Tishk TV yê de bernameyeke bi navê Wêje amade dikir. wer xuya ye di tv ya kurd1 de ê dest bi pêşkeşkirina bernameyek sporê bike [çavkanî hewce ye]. Ji sala 2007'an ve ye ku li Parîsê di beşê kurdî de mamoste ye.

Berhem

Binêre

Girêdanên derve

Hevpeyvîna Muhsin Seyda ligel Îbrahîm Seydo Aydogan