Borîs Pasternak: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
Xqbot (gotûbêj | beşdarî)
TXiKiBoT (gotûbêj | beşdarî)
B robot serzêde kirin: yi:באריס פאסטערנאק
Rêz 86: Rêz 86:
[[uk:Пастернак Борис Леонідович]]
[[uk:Пастернак Борис Леонідович]]
[[vi:Boris Leonidovich Pasternak]]
[[vi:Boris Leonidovich Pasternak]]
[[yi:באריס פאסטערנאק]]
[[yo:Boris Pasternak]]
[[yo:Boris Pasternak]]
[[zh:鮑里斯·帕斯捷爾納克]]
[[zh:鮑里斯·帕斯捷爾納克]]

Guhartoya 23:37, 10 sibat 2011

Wêne:Boris Pasternak cropped.jpg
Borîs Pasternak (1934)
Mala û muzexaneya Borîs Pasternak li Peredelkînoyê, nêzîkî Moskowê (Rûsya)

Borîs Leonîdovîç Pasternak (bi rûsî: Борис Леонидович Пастернак, Boris Leonidowich Pasternak), * 29'ê rêbendanê/10'ê reşemiyê 1890 li Moskowê; † 30'ê gulanê 1960 li Peredelkîno a li ber Moskowê) helbestvan û nivîskarekî rûs bû. Ew li seranser cîhanê bi romana xwe ya navdar Doktor Jîvago tê naskirin. Sala 1958Xelata Nobelê ya wêjeyê didin wî lê ew ji ber sedemên polîtîk vê xelatê napejirîne û nagire.

Li malbateke cihû yê hunermend tê jiyanê. Di zaroktiya xwe de dersên muzîkê digire. Li Moskow, Almanya û Îtalyayê perwerdeya fîlozofiyê dibîne. Gorî gelekan ew nivîskarê herî baş ê sedsala 20em bû. Di bin siya fûtûrîzm û sîmbolîzmê de pênûsa xwe xebitandiye. Di helbesta rûsî de nûjenî pêk aniye. Kûraniya derûniya kesayetiya ferdan û koman, bêhempa raxistiye ber xwendevanan.

Herçendî ne bi zimanê zikmakî be jî, li Kurdistanê jî gelek hez ji berhemên wî tê kirin. Romanên wî xewnên gelek ciwanên kurd xemilandiye, hêz û biryardariya jiyanê daye wan.

Hin ji berhemên Pasternak

  • Cêwiyên esmanî (Близнец в тучах, 1914)
  • Li ser eniyan (Поверх барьеров, 1917)
  • Xûşka/Xweya min, jiyan (Сестра моя — жизнь, 1922)
  • Zaroktiya Luvers (1922)
  • Name ji Tûla (1922)
  • Sala 1905 (Девятьсот пятый год, 1926/27)
  • Nameyên hiştî. Bîranîn (1931)
  • Spektor. Romankirî (1931)
  • Di diljeniya ciwan de (На ранних поездах, 1943)
  • Dûraniya erdê (Земной простор, 1945)
  • Doktor Jîvago (Доктор Живаго, 1958/1987)
  • Taybetî li ser min. Xwejînenîgarî (1959)