Ezirgan: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
betalkirin
B r2.7.1) (robot serzêde kirin: rw:Erzincan
Rêz 164: Rêz 164:
[[ro:Erzincan]]
[[ro:Erzincan]]
[[ru:Эрзинджан]]
[[ru:Эрзинджан]]
[[rw:Erzincan]]
[[simple:Erzincan]]
[[simple:Erzincan]]
[[sw:Erzincan]]
[[sw:Erzincan]]

Guhartoya 11:03, 15 sibat 2011

Şablon:Navçe Ezirgan an Erzingan (bi tirki: Erzincan) bajarekî Bakûrê Kurdistanê ye.

Nav

Navê bajêr yê kevn di çavkaniyên Asûriyan de wek "Suhma" derbas dibe. Navê Erzinganê ji "Erîza" tê, ku bajarêk kevn bu li herêmê. Dema Selçûkiyan de navê bajar bûye Erzîngan.

Dîrok

Kronolojiya bajêr

Berî Îsa(zayîn)

  • 1000 - 600 Dema Urartiyan
  • 600 - 334 Dema Persan
  • 334 Dema Helenîstiyan

Piştî Îsa (zayîn)

  • 55 Dema Romayiyan
  • 644- 656 Dema Ereban
  • 685 Dema Bîzansiyan
  • 699 Dema Ereban
  • 1228 Dema Selçûkiyan
  • 1401 Dema Osmaniyan
  • 1502 Hukumdarî ya Þah Îsmaîl
  • 1514 Dema Osmaniyan
  • 1916 Dema Rûsan
  • 1918 Dema Osmaniyan
  • 6 Adar 1921 Serhildana Koçkirî

Erdnîgarî

Ciyê coxrafî û hudûdên bajêr

Bajar di nav parelelên 39° 02´ û 40° 05´ bakûr û merîdyenên 38° 16´ û 40° 45´ rojhilat de ye. Hudûdên bajar li bakûr bi Giresûnê û Gumuşhane ve (Tirkiye), li rojava bi Sêwas ve, li başur bi Meletî û Dersimê ve û li rojhilat jî bi Erziromê ve tê girêden.

Taybetiyên erda bajêr

Pîvana erda bajêr 11.903 km² ye. Ji vî erdî % 59,6 wî ji çiyan, % 8,6 ji deştan, % 5,4 ji zozanan û % 26,4 jî ji platoyan pêk tên. Li herêmê fasûlye, çewdêr, tene, kixsên þekir û patatês tên çandin.

Av û hewa

Îklimek reþayî û sar li herêmê heye. Zivistanan sar û þillî û þilopî, havînan jî hênik derbas dibe.

Çiyayên herêmê

Çiyayê herî bilind yê herêmê, Çiyayê Keşîş (3537m) e. Katirtepe (3300 m), Mercan (3449), Çal (3300 m) û kismek ji çiyayê Mûnzûrê jî dikeve nav herêma Erzinganê.

Deşt, zozan û gelî

Deşta Erzînganê; Bilindbûna wî ji behrê 1218 m û dirêjbûna wî jî 40 km ye. mezinbûna deþtê 500 km² ye. Deþt di navbera çiyayê Mûnzûr, Keþîþ, Spîkor û Sîpyam de ye.

Deşta Miyadîn; Li dora Çemêreş e, mezinbûna wî 180 km² ye.

Zozanên herêmê li ser çiyayên Mûnzûr û Koþan bela dibin. Li rojavayê Erzinganê li ser Çiyayê sipî, zozanên Takkuran û Tahsullu jî hene.

Çem û Gol

Çemê feradê çemê herî mezin e li herêmê. Piraniya çavkaniyên þaxên Feradê ji çiyayên dora Erzinganê dertên. Wek; Çemêreþ, Mîran, Mercan, Cîmîn, Pahnîh û Surperen hinek ji wanin. Li herêmê golên mezin tunene, lê li hinek deveran çend golên biçûk hene; wek Soganli, Aygir.

Babetên heywanan

Herêm ji bo nêçira heywanan musaîd e. Bizinên ser çiyan, Semasî (darbir), kûze, xezal, berazên kovî û kewroþk yên pirin ku li herêmê peyde dibin.

Nifus (1997) û navçeyên bajêr

Tevayiya nifûsa herêmê (tevlî gundan) 280118 e.

Aborî

Serwetên bin erdê

Li herêmê pirtir krom ji bin erdê dertê. Hesin, mangenez, asbest, perlit û linyit ji madenên dinin, ku ji bin erdê dertên.

Ciyên turîstîk, tarîxî û gerê

Şelala Girlevik 29 km li baþûrê rojava yê bajar e. Avgermên; Poyuk, Otlukbelî, Horhor jî ji alî gel ve tên ziyaret kirin. Li çiyayên Mûnzûrê îmkanên ji bo sporên zivistanê jî hene. Kela Kemahê, dêrên kevn û tirbên herêmê jî ji alî gel ve tên ziyaret kirin.

Çand û huner

Ol û civak

Nifûsa herêmê ji muslumanên elevî û sunnî pêk tê. Bandora seyîddî û pîrîtî pir xurt e di nav gel de. Kurd (zaza û kurmanc) û tirk civaka herêmê teþkîl dikin.

Xwarênên herêmê

Li herêmê pirtirîn xwarinên ku ji genim çêdibin tên xwarin.

Kirdo; Dew, qavûrme û bulxur bi hevre heta bulxur bikele di beroþek de tê kelandin. Bi ser de rûnê sorkirî û baharat tê reþandin û tê xwarin.

Tirşika gah (sêwê zuhakirî) Fasûlye û goþt bi hevre tên kelandin. Gah, pîvaz û xwê bi ser dibe û tê kelandin.

Kelecoþ, lepe dugurcuk û Aþtarxane xwarinên din yên herêmê ne.

Çavkanî