Salnameya gregorî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
Amirobot (gotûbêj | beşdarî)
B r2.7.1) (robot serzêde kirin: ckb:ڕۆژژمێری گریگۆری
Rêz 133: Rêz 133:
[[nrm:Calendri grégorian]]
[[nrm:Calendri grégorian]]
[[oc:Calendièr gregorian]]
[[oc:Calendièr gregorian]]
[[or:ଗ୍ରେଗୋରିଯନ ପାତ୍ରୋ]]
[[pa:ਗ੍ਰੈਗਰੀ ਕਲੰਡਰ]]
[[pa:ਗ੍ਰੈਗਰੀ ਕਲੰਡਰ]]
[[pl:Kalendarz gregoriański]]
[[pl:Kalendarz gregoriański]]

Guhartoya 15:47, 7 nîsan 2011

Salnameya Gregorî, bi navê Papa Gregor XIII hatiye nav kirin û ew salnmameya îroj li dinê herî belavkerbûyî tê bikaranîn e. Ew di sedsala 16'an hat peresandin û babetaka Salnameya Julianî e. Ew di 12 mehan pêk tê û dirêjahiya wan mehan wiha ye:

Papa Gregor XIII
Rêz. Nav Rojan
1 Rêbendan 31
2 Reşemî 28 an 29
3 Adar 31
4 Avrêl 30
5 Gulan 31
6 Pûşper 30
7 Tîrmeh 31
8 Gelawêj 31
9 Rezber 30
10 Kewçêr 31
11 Sermawez 30
12 Berfanbar 31

Konsûla Nicea Yekema, di 325 de, ji bo roja pîroz kirina cejna Hêkesorê wek yekşemahîva tijîya pêşîna pê biharê destpêkir (Newroz, Ekinoksa pêşin) şunda hat dîtîn re hat bîryar dan. Di 325an de biharê di 21'ê adarê de destpê kir. Wê demê salnameya Julian dihat bikaranîn û ew salên normal ji 12 mehan û 365 rojan pêk hatî bû. Lê bi rastî salak wek 365,25 rojan, 365 rojan 6 seat, hatî bû hejmartin. Ji bo wê sedemê li çar salan rojak serve salên normal dikirin û ew sala 366 rojan dajot. Bi wan salên 366 rojan dajot re Sala bermayî dihat gotin. Lê bi rastî salak 365,242190517 rojan dajo. Ew 365 rojan, 5 Seatan, 48 hûrdeman û 45,25 çirkan va yeke. Gorî salnameya Julian salak 365,25 rojana pêk dihat. Navbera salên Salnameya Julianî û rastî de nêzi 11 hûrdeman ferq he bû. Ji bo wê ferqê 11 hûrdeman 128 salan de rojak pir dihat hejmartin. Di sedsala 16'an ew ferqa 11 hûrdeman wiqas mezin bû ko, biharê 1582an êdî 11'ê adarê de dest pê dikir.

Ji bo bihar di dema rast de di 21'ê adarê dest pê bike û cejna Hêkesorê di dema rast de were pîroz kirin di 1582an de berwara 4'ê kewçêrê hat wergera 5'ê kewçêrê ye kirin û roja hefte hat neguhertin. Pê wê saz kirine re di 1583an de biharê şunda di 21'ê adarê dest pê kir. Êdî gorî Salnameya Gregorî sal wek 365,2425 dihat hejmartin û li 400 salan de 303 sal normal 97 sal wek salên bermayî dihat hejmartin. Gorî sala julian li 4 salan salek Sala Bermayî bû. Gorî salnameya Gregorî dîsa 4 salan de salek sala Bermayî ye, lê salên bi 100 î par dibin û 400 î par nabin(wekok 2100, 2200) wek Sala Bermayî nehejmartin û 29'ê reşemiyê tune ye. Lê salên bi hem 100î hem jî 400î tê par kirin(wekok 2000, 2400) dîsa sala Bermayî tê hejmertin û di wan salan de 29'ê reşemiyê he ye. Yanê;

Lê gorî hejmertinên astronomî, yanê bi rastî, sala gregorî jî 0,000310 (=27 çirkan) roj li rastî zêdetir e. Ji bo wê sedemê li 3230 rojan şunda Ekînoks pêşin, ango destpêka biharê, dîsa dikê rojakê pêş de pê bike.

Girêdanên Derve