Guhîj: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
Luckas-bot (gotûbêj | beşdarî)
B r2.7.1) (robot serzêde kirin: en:Crataegus
Erdal Ronahi (gotûbêj | beşdarî)
Rêz 31: Rêz 31:
==Kêrhatî==
==Kêrhatî==
1- Damarên dil fireh dike, rê li ber xweştir ponpekirina xwînê vedike.
#Damarên dil fireh dike, rê li ber xweştir ponpekirina xwînê vedike.
#Dil bi hêz dike û li hember hişkbûnên damaran diparêze.

#Rîskên qirîzên dil kêm dike.
2- Dil bi hêz dike û li hember hişkbûnên damaran diparêze.
#Lêdanên dil yên ne tekûz tedawî dike.

3- Rîskên qirîzên dil kêm dike.
#Spazmê kêm dike.
#Tansîyonê dadixe.

#Pêşiya qebizê digire.
4- Lêdanên dil yên ne tekûz tedawî dike.
#Destava zirav zêde dike.

#Jibo nexweşîyên kezeb û gurçikan dibe arîkar.
5- Spazmê kêm dike.
#Bandora wê ya li dij tîmoran, kişilgirtin, (kils girtin) û bawîbûnê (Romatîzma) hatiye tesbîtkirin

6 - Tansîyonê dadixe.

7- Pêşiya qebizê digire.

8- Destava zirav zêde dike.

9- Jibo nexweşîyên kezeb û gurçikan dibe arîkar.

10 - Bandora wê ya li dij tîmoran, kişilgirtin, (kils girtin) û bawîbûnê (Romatîzma) hatiye tesbîtkirin



==Bikaranîn==
==Bikaranîn==

Guhartoya 20:28, 24 nîsan 2011

Guhîj
Guhîj
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Plantae
Parçe: Magnoliophyta
Çîn: Magnoliopsida
Kom: Rosales
Famîle: Rosaceae
Binefamîle: Maloideae
Cins: Crataegus
Tourn. ex L.

Guhîj darek bi stirî ye, bejna wê heta 20 mitroyan jî bilind dibe. Hinek jî wek teraşan mezin nabin. Li ber bedenan, gir an nênîkê avan, xwe bi xwe hêşîn tê. Li dinê 200 cûreyên wê hene. Lê li Kurdistanê 7-10 cûreyên wê çêdibin.Fêkîyek wê wek sêvek qasî nokekê (hinek jî qasê alûcan) mezin û rûbirqok e. Rengên wan jî ji hev cuda ne, zerê vekirî, sor, sorê tarî û esmer (reş vekirî). Di nava fêkiya wê de dendik hene. Lê nayên xwarin. Tama fêkiya wê, miz e (tirşîn). Fêkiya wê di payîzê de çêdibe, heta berf bikeve jî pêve dimînin. Kulîlkên xwe yên spî û peyazî di meha nîsan û gulanê de vedike.

Kulîlk û pelên wê di meha nîsan û gulanê tên berhevkirin û cihek sîber û hewadar de tên hişkkirin, hûrkirin û di nav firaqên cam de tê hilanîn. Fêkiya wê payîzê tê berhevkirin, li ber tavê tê hişkkirin û hilanîn.

Welat

Ji demên berê ve wek fêkiyek payîzkî û zivistankî jibo xweşavan, pel kulîlk û fêkî dermanê ji bo normalîzekirina dil û rehan tê bikaranîn. Ji ber flafonîd û OPC ên hundirê xwe, ji bo alîkarîbûna dil di nav dermanên xweristê de cihekî wê yê berbiçav heye. Cureyên wê yên bi gul/kulîlk (Rosaceae) li welatên Ewropa, Asya û Amerîkaya Bakur hêşîn dibin. Guhîja derewîn bi piranî li dewletên Bakurê Ewropa yên mîna Îrlanda û Brîtanya şîn dibin.

Têdahî

Kulîlk: Manganez, asîta kefeno û klorojen, hîporosit, kversetîn, asetelkolîn,trûmentîlamîn, oksîkantîn, dohnên etertîk û hwd.

Pel: Asîdên fêkiyan, kverselîn, ramnozît,vîteksîn û hwd .

Fêkî: Orsol, olein, klorojen, asîda kefena, hîporozît, sorbît, kolîn, betasîtosterîn, provîtamîn A vîtamîn C, emolsîn, cûreyên sîpolmîn û hwd.

Kêrhatî

  1. Damarên dil fireh dike, rê li ber xweştir ponpekirina xwînê vedike.
  2. Dil bi hêz dike û li hember hişkbûnên damaran diparêze.
  3. Rîskên qirîzên dil kêm dike.
  4. Lêdanên dil yên ne tekûz tedawî dike.
  5. Spazmê kêm dike.
  6. Tansîyonê dadixe.
  7. Pêşiya qebizê digire.
  8. Destava zirav zêde dike.
  9. Jibo nexweşîyên kezeb û gurçikan dibe arîkar.
  10. Bandora wê ya li dij tîmoran, kişilgirtin, (kils girtin) û bawîbûnê (Romatîzma) hatiye tesbîtkirin

Bikaranîn

Ji bo Çayê :

Kevçîyek şêranî kulîlk û fêqîyê hûrkirî bêxin nav qedehek ava kelandî. Piştî du saetan di dema xwe de bimîne paşê biparzînin û rojê sê caran berî xwarinê pîyalek jê vexwin.

Pelên wê: 3 kevçîyên şêranî belgên guhîjê bêxin nav lîtrek ava kelandî, 15 deqan di dema xwe de bimîne biparzinin û rojê 3 caran berî xwarînê îskanek çayê jê vexwin.

Fêkiyên wê: Jibo her qedehek avê kevçîyek şêranî guhîj bêxin firaqekê, 20 deqan bikelînin. Paşê 20 deqan bi devgirtî di dema xwe de bihêlin. Rojê 3 caran berî xwarinê qedehek çayê jê vexwin . Yên dixwazin dikarin bi hinek hingiv tamxweştir bikin.

Ji bo Xweşavê :

Li gor hewcedariya xwe, guhîjên hişkkirî bêxin nav ava kelandî, li gor dilê xwe şekir bavênê. Wek xweşavên feqîyên din yên hişkkirî, heta bipeçive (biwerime) û tama xwe bide bisekinînin.

Ji bo Rîçalê : Dendikên guhîjan jê derxin. Wek rîçalên din yên fêkiyan şekir bavênê û bikelînin.

Ji bo Şirûbê :

Dindikên guhîjan jê derxin, bikin nav şûşek ava sar û derê wê bigirin. Rojekê li ber tavê , an jî li cihek germ bihêlin. Ku rengê xwe da avê, bikin sarincokê bila sar bibe. Li gor dilê xwe bi hingiv şîrîn bikin û her spêdê bi zikê birçî qedehek çayê jê vexwin. Hinek sîrka wê jî çêdikin.


Girêdan

http://www.lotikxane.com/arsiv/lotikxane.com.xwerist.htm