Nisêbîn: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine
B nahiye
Rêz 10: Rêz 10:
| Serbajar = Nisêbîn
| Serbajar = Nisêbîn
| Qeymeqam =
| Qeymeqam =
| Hejmara_nahiyan = <!--- BINEBEŞ ---------------->
| Hejmara_nahiyan = 3 <!--- BINEBEŞ ---------------->
| Hejmara_bajarokan = 4
| Hejmara_bajarokan = 4
| Hejmara_taxan =
| Hejmara_taxan =

Guhartoya 11:49, 28 nîsan 2011

Şablon:Navçe Nisêbîn (ji yewnanî: Νίσιβις, Nísivis, Nísibis) navçeyeke bajarê Mêrdînê ye. Navçeya Nisêbînê li başûrê bajarê Mêrdînê ye û li kêleka sînorê Başûrê Rojavaya Kurdistanê ye. Navçe li ser Riya Hevrîşm e ku ji Edenê tê û ber bi Başûrê Kurdistanê ve diçe. Gelê navçeyê bi piranî debara xwe bi çandiniya genim, nîsk, nok, ceh, pembo dike. Hebûna riya hevrîşm jî ji bo gelê navçeyê hatineke aborî tîne. Hemû kamyonên ku dê derbasî Başûrê Kurdistanê û Îraqê bibin di Nisêbînê re derbas dibin û ev yek ji bo gelê bajêr hatineke aborî ye.

Navçeya Nisêbînê di dîrokê de bi sed salan serbixwe maye û ji aliyê mîrên kurdan ve hatiye parastin.

Di dîrokê de Nisêbîn

Her gelî, her qewmî li gora xwe û di serdema xwe de navek li vî bajarî kirine. Di nav xalkê de weke "welatê Şahmaran" ji hatiya bi nav kirin. Çanda Şahmaran têde mazin bicih e. Sumeriyan gotine Nirbo, Babîliyan gotiye Aramîs-Nîsîbîs, Hûrî-Mîtaniyan jê re gotine Nabila-Kengê an jî Nas û bîna, Aşûriyan gotine Meppîn-Suba, Suryaniyan gotine Nasibîna-Sarbo, Sasaniyan gotine Ahvaz, Ereban nav lê kirine Nasîbeyn û Osmaniyan jî gotine Nisêbîn.

Nisêbîn şahidê dîrokeke kevnar e. Gelek şêx, siltan û serleşkerên navdar tê re derbas bûne û şopên xwe lê hiştine. Nimuneyek ji dîroka Nisêbînê ya kevnar, Girnewas e. Di encama kolanên demdirêj de arkeologan li Girnewas, xwe gihandine bermayiyên dîroka berî zayînê bi heft hezar salan. Di roja me de jî gelek nexweş ji bo saxbûnê xwe davêjin ber dergeha Girnewas û paçên xwe yên rengo rengo li dara serê gir girê didin. Yê ku paçekî bi darê ve girê bide dikare paçekî jî jê veke û li destê xwe girê bide da ku xwe ji qeda û belayê biparêze.

Gelek gerokên navdar û alimên mezin bûne mêvanên Nisêbînê û di nivîsên xwe de pesnê bajêr û bereketa deşta Mêrdînê dane.

Yek ji van aliman Ibn Cubeyr e ku di sala 1148 an de çûye serdana Nisêbînê û piştre di geştnameya xwe de ev gotinên jêrîn li ser Nisêbînê nivîsîne: “Bajar ji derve ve ciwan, ji hundir ve kevnar e, xwediyê dîmenekî bedew e. Hêja ye ku mirov bibêje paşî û pêşiya bajêr bi keskayîyeke zumrutî û gul û kulîlkan xemiliye. Bax û bostan û fêkî lê pir e, cihekî xweşe ji bo kêf û seyranê“.

Dibistana Nisêbînê

Piştî belavbûna ola xiristiyaniyê li bajêr zanîngeheke ku hemû zanistên wê demê fêr dikirin hate damezirandin (326'an ji aliyê Mar Yaqûb û şagirdê wî Mar Efram ve). Li gor belgeyên dîrokî di dibistana Nisêbînê de 2000 xwendekarî dixwend û destûr û rêziknameyeke dibistanê jî hebû.

Taybetmendiyên bajêr

Jinên deqandî, bi kiras û xeftanên xwe yên rengîn vî bajarê deştê dixemilînin. Ew bi qasî dîroka bajêr xemgîn, serbilind û bi bereket in.

Pira herî navdar ya bajêr Pira Eleman e, ku li ser çemê Nisêbînê an Cexcex (tr: Çağ-Çağ) di destpêka salên 1900 de ji aliyê Elmanan ve hatiye çêkirin û navê wê maye “pira Eleman“.

Her wiha meqamê Salmanê Farisî, keleh û xirbeyên Marînê, keşîşxaneyên Mar Yaqûb, Mar Bobî, Mar Abraham, Qesra Belek, Xerabê Baba, Qijleya Nisêbînê, Tirbeya Pîr Kemal û Ziyareta Noka çendek ji cihên kevnar yên bajêr û derdora bajêr in û hêjayî dîtinê ne.

Gundên Nisêbînê

 Gotara bingehîn: Lîsteya gundên Nisêbîn

Gotinên li ser Nisêbînê

Çavkanî