Hewlêr (parêzgeh): Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine
Kurteya guhartinê tine
Rêz 75: Rêz 75:
Bajar di nav paralelên rojhilat 42° - 2´ û 36°- 11´ bakûr de ye. Bajar li bakûr bi Dûhok, li rojava bi Mûsil, li başûr bi Kerkûk û li rojhilat jî bi Silêmaniyê ve tê girêdan.
Bajar di nav paralelên rojhilat 42° - 2´ û 36°- 11´ bakûr de ye. Bajar li bakûr bi Dûhok, li rojava bi Mûsil, li başûr bi Kerkûk û li rojhilat jî bi Silêmaniyê ve tê girêdan.
== Avhewa ya bajar: ==
== Avhewa ya bajar: ==
Li bajar zivistanan perfek pir zêde heye. Di demsala zivistanê de sar e. Havînan jî herêm germderbas dibe. Li Bajar zêdetir sewalên wekî pez, mî, dewar tê xwedîkirin. Rençberî û sewalkarî serdest e, lê niha ev yek li navenda bajêr hin kêm bûye..
Li bajar zivistanan perfek pir zêde heye. Di demsala zivistanê de sar e. Havînan jî herêm germderbas dibe. Li Bajar zêdetir sewalên wekî pez, mî, dewar tê xwedîkirin. Rençberî û sewalkarî serdest e, lê niha ev yek li navenda bajêr hin kêm bûye..
''' Amadekarê vê ninîsê SERBAZ SİYAMEND'''
''' Amadekarê vê ninîsê SERBAZ SİYAMEND'''



Guhartoya 13:47, 11 gulan 2011

Hewlêr an Erbîl (Parêzgeha Hewlêrê) (bi erebî: Arbīl) paytexta Herêma Federal a Kurdistanê ye û yek ji bajarên herî mezin ê Kurdistanê ye. yek ji 18 parêzgehên Îraqê ye ku dikeve bakûrê wê welatê. Bajarê Hewlêrê; bajarê Kela Hewlêr, Minare ya Çolî, alim û helbestvanan e...., bajêrê awazên Hesen Heyîran, Resûl Gerdî, Fuad Ehmed, Hesen Sîsawe û Osman Heyîran û gelek dengbêj û mêrxasane. Bajêrê ku Holako têkşeknan de, ye.

Hewlêr (parêzgeh)
Hewlêr (parêzgeh) li ser nexşeya Iraq nîşan dide
Hewlêr (parêzgeh)
Hewlêr (parêzgeh)
Hewlêr (parêzgeh) (Iraq)
Kargêrî
Welat Kurdistan
Dûgel Îraq
Serbajar Hewlêr
Demografî
Gelhe 3.108.681 (2009)
Erdnîgarî
Rûerd 15.074 km²
Koordînat 36°11′Bk 44°02′Rh / 36.18°Bk 44.03°Rh / 36.18; 44.03
Nexşe

Ji bajêrên Herêma Kurdistanê Hewlêr

Li Hewlêrê zêdeyi du milyon kes dijîn. Hewlêr di dîrokê de gelek caran bûye qada şer. Dîroka wê digihije hetanî 8 hezar salî zêdetir. Pişti şerê sala 1991 herêm kete bin kontrola kurdan de û di sala 1992an de ji bo cara pêşîn Parlementa Herêmê hate hilbijartin. Dema ku Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê (Arbil International Airport) vebû, dê aliyê bazirganiyê de Hewlêr pir bi nav û deng û zengîn bû. Hewlêr 80 km durî başûrê rojhilata bajêrê Mûsilê ye û 50 km jî dikeve bakûrê Altûnkuprî ve. Hewlêr di keve derekê ku herdû rubarên (Zap) bi dûriyek yeksan di kevin der dorê wê. Her di demên zûde mirov li wê derê jiyan kiriye û li Şikefta Şaneder cihê nîştecîbûnê hatine dîtin û dîroka wî ji bo 70 hezar - 50 hezar sal BM diçe. Her di vê şikefta Şanîder de hêstiyên mirovê Niyandirltal hatine dîtin. Navçeya Zarî Çemê ku ketiye lêvên aliya çep ya (Zêya Mezin) û bi kevintirîn gûnda cotkaran tê hejmartin û ji bo çaxa ku mirov ji nû dihelmiya zirhat û pez û mî xwedî kirin, di çe. Girê Çal jî ku dikeve aliya çep ya Zapê mezin, dîsan ew jî bi xwe yek ji kevntirîn gûndê çaxa ziratê ye. Dîroka wî ji bo wê çaxê diçe ku mirov ji nûve ji deştên zirhatê yên Kurdistanê dihelmiye niştecîbûnê. Dîroka wî jî ji bo 10 hezar -8 hezar sal BM di çe. Girê Qalînç Axa, dşkeve navenda bajêrê Hewlêrê û nêzîkê 4 hezar heya 5 hezar sal BM jiyan li wîderê de hebûye û pirşta hatiye vala kirin bo demê 3 hezar sal BM. Ev yek jî di det xuya kirin ku dîroka Girê Qalînç Axa ji bo çaxa Koyîle û Werka diçe.

Deşt û Zozan

Deşta Hewlêr, Qerac û Kendênawe û Deşta Raniye(Bîtwên) ji girngtirîn deştên Hewlêrê ne. Deşta Qerac û Kendênawe li ser sata Hemû Iraq û Herêmê Kurdistanê yek ji wan derane ku bi awayek ecîb pir zêde genim û cih di de. Hewa zozanên ku di kevin Hewlêê pir xweşin. Li zozanê Hewlêrê zef pez hatine xweyîkirin, masta Hewlêrê bi awayek navûdengê wî bilav bûye ku di dîrokê de Hewlêrê derveyî Kel û Minare bi bajêrê Mast (masta pez û miyan) jî navû dengê wî bilav bûye.

Ol û civak

Nifûsa bajar piranî musluman in, hejmara xiristiyanan pir kêm in. Piraniya nifûsê ji kurdan pêk tê, tûrkiman jî wek ciwaka duyemîn li herêmê hene.

Li Herêma Kurdistana Federal, gelek baweriyên cuda yên olî hene. Ev yek jî li Hewlêrê jî tê ditin. Li gorî agahiyên cûda, baweriyên olî ên li Herêma Kurdistana Federal dijîn ji sedî 96 îslam, ji sedî 2 êzdî, ji sedî 1 mezîhî (xiristyan), ji sedî 1 jî baweriyên kakeyî û Sanbiye mendayî di nava hevde dijîn. Bawermendên îslamê zêdetir li bajêrên Hewlêr, Silêmanî û Duhokê belav bûye. Bawermendên êzîdî li Duhok û Musilê belav bûne.Bawermendên mesîhî jî li bajêrê Hewlêrê li Ankawa, Şeqlawa û li Musilê jî li Siryan, Qerequş, Amdaniye dijîn. Bawermendên kakeyî herî zêde li bajêrê Diyaele û navçeya Xaneqîn û hin bajêrên Hewlêr, Silêmanî dijîn. Bawermendên Sanbiye mendayî jî bi giştî li gelek derên Iraqê dijîn. Lê Perestgeha wan dikeve nêzî çemên Zê û Firat ê.

Çiya

Çiyayê herî bilind ê Iraq û Herêma Federal a Kurdistanê Kurdistanê li Hewlêrê ye, ev jî çiyayê Helgord e.

Çem û gol

Çemê herî mezin ê herêmê, Zêya Mezin, dûra Zêyê biçûk û gelek çem û gol li wî bajêrî hene.

Ciyên turîstîk û germavên herêmê

Hewlêr di warê turîzmê û xwezaye de bajarekî pir xweş û turîstik e. Warên dîrokî yên herî zêde li wî bajêrê jî hene, mînak: Şikefta Şaneder, Kelê Hewlêrê, Girê Qalînç Axa, Kilik Mişik, Kelê Xanzada mîrê Soran, Kela Dwîn, Tumqesre û gelek navçe û cihên din yên dîrokî û kevnare jî li wî bajêrî bi dîrokê re melovanî kirine. Ji welatên cuda cuda her sal turîst tên herêmê ji bo ku hilkishin ser Çiyayên Herêmê. Hewiha navendên turîstî yên mîna: Havîngeha Şeqlawe, hawîngeha Bêxal, Gelî Alîbeg, Rwandûz, Cûndiyan, hawîngeha Hacî Omeran û Şikefta Bêstûn hene. Herwiha gelek cihê tirbê şêx û kesên Olî jî yên cûda hene ku ji aliyê gel ve tê ziyaret kirin.

Serwetên bin erdê

Li Teqteq, Koye, Şîwaşok û gelek derên din niha Petrol tê derxistin. Herwia Kibrît, Zêr û gelek pêkhateyên din ji serwetên bin erdî hene. Av jî yek ji serwetên din yên bin erdî yê Hewlêrê ye.

Babetên heywanan

Ji ber avhewaya Herêmê Hewlêr zivistanê wî sar û bi baran e û havînê wî jî germ e. Hin caran jî berf tê. Lê herêmên çiya yî yên girêdrayî hewlêrê zivistanê wî pir sar û bi berfe....

Xwarênên herêmê

Xwarina herî navdar qeliya ye. Kifta "Abdigor" ji yek ji xwarinên mehelî ne ku li herêmê tên xwarin. Herwiha Dogewa, Birinc û Qeyîsî, Doleme û gelek babetên din yên xwarinê hene.

Goşteberx Rûnê nivîşk, pîvaz, salçe, gihayên çolê baş bi goşt tê stran. Piştî baş hate strandin postê berx tê dijîkirin û di bin axa şil de tê veşartin. Piştre agir li ser axê tê dadan û tê bijandin..

Qelî Ji goştê kar û berxan amade dibe. Di serî de goştê kar û berxan baş tê hûrkirin. Piştre di nava selçe û rûnê nivîşk de tê qelandin. Piştî ku baş pijiya tê sarkirin. Herî dawî sîrmastê ku cuda hatiye amadekirin li ser qeliyê tê rokirin û amadekirin.

Kincên herêmê

Zilam rank û çox li xwe dikin hin jî şalwar (qadi) li xwe dikin. Li ser şalwar kefiyek li pişta xwe girê didin.

Qeza û nahiye yên Hewlêrê

Qezayê Navenda Hewlêrê; Nifûs 130000, 49% nêr û 51% mêne. Akinciyen bajêr 93% kurd, 4% turkimen Û 2% jî aşûrî (Kirîstiyan)in. Dikeve navenda bajêr bi xwe. 91 gund u Nahiye jî girêdirayî vê nahiye yêne, mînak: Henkawe, Behirke û nahiye ya Şemamik. Qezayê Deştê Hewlêrê; Nifûs 200000, 7 km li dûrî navenda Hewlêrê ye, Dikeve rojhilata bajêrî. Ji 142 gund û ji navenda Qezayê Binesilawe û 3 Nahiyeyên mîna: Daretû, Kesnezan û Qûştepe pêk tê. Qezayê Xebat (Kelek- yan jî Rizgarî); Nifûs 35000, dikeve ser rêya Hewlêr- Musilê û li ser zêya Mezine, Dikeve rojavaya bajêrî. Ji 61gund û 3 nahiyeyên: Rizgarî, Darfeşekran û nahiyeya Kewirgosk pêk tê. Qezayê Mexmûr; Nifûs 79000, 67 km dûrî başûrê rojavayê bajêrê Hewlêrê ye. Ji 196gund û 3 nahiyeyên: Qerac, Kendênawe û Gwêr pêk tê. Herwiha Kempa Penaberan a Mexmûrê jî bi qasî 15 deqîqe dûrî qezayê Mexmûrê ye. Qezayê Koye (Koyî Sıncaq); Nifûs 37410, dikeve bakûrê rojhilata bajêrê Hewlêrê. Ji çendîn gund û nahiyeyên: Teqteq, Aştî, Sêgirtkan, Siktan û nahiye ya Şoreş pêk tê. Bajêra Helbestvanê Nasyonalîstê Kurd ya piştî Ehmedî xanî, Hacî Qadirê Koyî ye. Qezayê Şeqlawe; Nifûs 127346, dikeve bakûrê bajêrê Hewlêrê. Ji 217 gund û nahiyeyên: Selahedîn (Mesif Serîreş), Herîr, Balîsan û nahiye ya Basirme pêk tê. Qezayê Soran; Nifûs......, dikeve bakûrê rojhilatê bajêrê Hewlêrê. Ji .... gund û nahiyeyên: Sîdekan, Xelîfan û nahiye ya Diyana pêk tê. Qezayê Mêrgesor; Nifûs......, dikeve bakûrê bajêrê Hewlêrê. Ji... gund û nahiyeyên: Barzan, Pîran, Şêrwan Mezin, Mezinê û nahiye ya Goretû pêk tê. Qezayê Çoman; Nifûs......, dikeve bakûrê bajêrê Hewlêrê. Ji... gund û nahiyeyên: Sêmêlan, Gelale, Hacî Omeran û nahiye ya Qesirê pêk tê.

Parêzgeha Hewlêrê (2009)

Erdnîgariya Hewlêr

Bajar di nav paralelên rojhilat 42° - 2´ û 36°- 11´ bakûr de ye. Bajar li bakûr bi Dûhok, li rojava bi Mûsil, li başûr bi Kerkûk û li rojhilat jî bi Silêmaniyê ve tê girêdan.

Avhewa ya bajar:

Li bajar zivistanan perfek pir zêde heye. Di demsala zivistanê de sar e. Havînan jî herêm germderbas dibe. Li Bajar zêdetir sewalên wekî pez, mî, dewar tê xwedîkirin. Rençberî û sewalkarî serdest e, lê niha ev yek li navenda bajêr hin kêm bûye..

Amadekarê vê ninîsê SERBAZ SİYAMEND

Çavkanî