Rojî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
B r2.7.1) (robot serzêde kirin: arc:ܨܘܡܐ
B r2.5.2) (robot serzêde kirin: kk:Ашығу
Rêz 100: Rêz 100:
[[ja:断食]]
[[ja:断食]]
[[ka:მარხვა]]
[[ka:მარხვა]]
[[kk:Ашығу]]
[[ko:단식]]
[[ko:단식]]
[[lb:Faaschten]]
[[lb:Faaschten]]

Guhartoya 11:40, 28 gulan 2011

Rojî nexwarin û venexwarina tu tiştî ya ji bo demekê ye.

Rojî di olên xiristiyan, cihû û bi taybetî jî di ola îslamê de tê girtin. Di ola îslamê de bi taybetî di meha remezanê de tê girtin. Ji hilatina rojê ta avabûna wê kesên rojîgir ti tiştî naxwin û venaxwin, cixareyê nakêşin û nakevin têkiliyên cinsî.

Rojî di gora ola Îslam ê

Rojî çîye?

Rojî, ji berbanga sibê ya duemîn heta dema fitarê; yanî tav diçe ava, mirov xwe paraztina ji xwarin, vewarin û tiştin cinsî re rojî tê gotin. Bi sal û nîvê piştî koçkirina Mihemmed Pêxamber, ji Mekê cû Medînê, Roji girtina meha Remezan ê ferz bû. Rojî ayînek ( îbadat ) bedenî ye.

Rojî yek ji Ruknê Îslam ê ye û Mihemmed Pêxember bi tevayî 9 salan rojî girtîye.

Rojîya meha Remezan ê bi vê ayeta pîroz ferz bûye. Xwedê Te`ala di Quran a Pîroz de waha dibêje; “ Gelî ew kesên bawerî anîne, çawa rojî ji yên berîya we re ferz bû bû her wusan ji we re ferz bûye. Tê hêvî kirin ku hûn xwe (ji gunehan) biparêzin“. Sûreya Beqere: 2/183

Şertên ferzbûna Rojîyê

1- Mirov Misiliman be. 2- Mirov balix-kamil be 3- Mirov bi aqil be. 4- Şîyana mirova ya girtinê hebe.

Ferzên Rojîyê

Divê mirov ji berbanga sibê ya duyemîn hetanî tav diçe ava.

1. Xwe ji xwarin 2. Vexwarin 3. Têklîyên cinsî biparêze. 4. Û verişandina xwe ji qestî neyîne

Xwedê Te`ala di Quran a Pîroz de waha dibêje; ( Bixwun û vexwun hetanî berbanga sibê ku bendê sipî ji yê reş dîyar dibe û paşê hetanî êvarê Rojaya xwe temam bikin) Sûrêya Beqere: 2/187

Sinetên Rojîyê

- Zû fitara xwe veke û paşîvê jî dereng bixwe. Pêxember silavên Xwedê lê be, di hadîsekî xwe de waha dibêje; “ Umeta min dema fitara xwe zû vekin û paşîva xwe jî dereng bixînin, di qencîyê da ne“ - Di meha Remezan ê de, divê mirov pir bi xêr û ber be û derîyê xwe ji hejar û belengazan re veke û alîkarîya kesên feqîr bike. - Dema hinekan ji mirov re tiştên ne baş got an jî çêr û xiber da, mirov bêje; “ ez bi Rojî me“ û bersîva wan nede. Dema mirova bersîva kesên nebaş da mirov jî dibe wekî wan û xêra Rojîya mirovan namîne. Divê mirov ne tenê bi divê xwe bi Rojî be, her wusan divê mirov biçav, guh dest, ling hemû cismê xwe bi Rojî be. Divê mirov çavê xwe ji mêzekirina namûsa xelkê, guhê xwe ji guhdarî kirina xeybetê, divê xwe ji derew û çîvanokan bi parêze. - Di dema fitarê de mirov bêje; “ Ya Rebî, min ji Te re Rojî girt û li ser rizqê Te fitara xwe vedik im, ez Te ji hemî tiştên kêm û nuqsan diparêzim û ji Te re spasdar im. Ya Rebî, Tu Rojîya min qebûl bike û bê guman Tu her tiştan dibihîze û dizane“

Tiştên Rojîyê betal dikin

1- Mirov ji qestî xwarin bixwe an jî tiştek vexwe. 2- Çi ji pêş û çi jî ji paş mirovan de tiştek here hundurê mirovan.Wekî derman û tiştên din. 3- Ji qestî verişandina xwe bîne. 4- Ji qestî têkilîyên cinsî bike. 5- Bêyê ku têklîyên cinsî bike, bixwe pişta xwe ( menî ) bîne. 6- Jin bikeve edetan-kirasan (heyd) 7- Dîtina xwînê pişi zayînê. 8- Mirov dîn( cinû) bibe. 9- Mirov ji ol derkeve û bibe murted

Rojên ku mirov nikara tê de Rojî bigire

1- Roja Cejna Remazan ê, herem e ku mirov rojî bigire. 2- Roja cejna Qurban ê, herem e ku mirov rojî bigire. 3- Û sê roj piştî cejna Qurban ê ku ji wan re tê gotin rojên teşrîq.


Rewşa kesên ku nikarin Rojî bigirin

Kesên salmezînin an jî ne salmezinin lê nexweşin û tu hêvîya saxbûna wan tune û nikarin Rojî jî bigirin, dikarin Rojî bixun û paş ji ber her rojekî de fidye (kefaret) bidin feqîrek. Mirov her roj çi dixwe wî wekî fîdye dide feqîran. Kefaretê Rojîyê di roja îro de, mirov danekî mirovek feqîr bi xwarinê têr bike. Jina bi hemle an jî zarokan dimijîne, dema Rojî li ser nefsa wan xeter bin, dikarin Rojî bixwun û paşê jî rojîya xwe qeza bikin. Her wusan mirovên rêwî jî di esna rêwîtîyê de dikarin rojî bixun û dema zivirî mala xwe, bi tenê rojên xawrî qeza dike û fîdye lê nakeve. Lê dema ew jinên ku ji jîyana zarokên xwe bi tirsin û rojî girtina wan zirarê bide zarokên wan, wê demê dikarin rojî bixwin û paşê him rojîya xwe qeza bikin û kefaret jî bidin feqîrek.


Çavkanî: Ji malpera www.serhed.net [1] hatiye girtinê