Parlamen: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
Luckas-bot (gotûbêj | beşdarî)
B r2.7.1) (robot serzêde kirin: hy:Պառլամենտ
Xqbot (gotûbêj | beşdarî)
B robot guhêrandin: hy:Խորհրդարան
Rêz 49: Rêz 49:
[[hr:Parlament]]
[[hr:Parlament]]
[[hu:Parlament]]
[[hu:Parlament]]
[[hy:Պառլամենտ]]
[[hy:Խորհրդարան]]
[[id:Parlemen]]
[[id:Parlemen]]
[[io:Parlamento]]
[[io:Parlamento]]

Guhartoya 12:43, 2 tîrmeh 2011

Parleman an parlemento damezriyayiyeka qanûndananê ye ko nemaze li wan welatan dihêt dîtin ko li ser şopa Dozena Westmînîsterê li Keyatiya Yekbûyî ya Brîtaniya Mezin û Bakurê Îrlanda diçin.

Peyva parlemanê

Parleman ji peyva Fransî "parlement" hatiye ko ramana wê axivtin anko danûstandin e. Bi vî awayî parleman cihê danûstandina li ser babet û mijaran e. ji ber vê jî di zimanê Kurdî da peyvên civata niştîmanî an civata qanûndananê an encumena niştîmanî jibo parlemanê dihên bikaranîn.

Erkê parlemanê

Têgeh û çemka hebûna parlemanê ji hizir anko baweriya bi jihevvavartina sê desthilatan hatiye holê. Li goreyê vê nihêrînê dibê sê desthilatên serekî yên Desthilata Dadwerî, Desthilata Qanûndananê û Desthilata Bicihkirinê di destê çi aliyekê bi tenê da nehên komkirin. Di Pergala Parlemanî ya hukmetê da, parleman desthilata bicihkirinê hildibijêrit û çavdêriya karên wê jî dikit. Di Pergala Serkomarî ya hukmetê da parleman jî wekî desthilata qanûndananê hevsenga desthilata bicihker e û bi awayekê xweser xwediya desthilata xwe ye.

Di pergalên parlemanî da parleman dikarit desthilata bicihkeirinê dabimezirînit û hilbiweşînit û hukmet jî dikarit daxwaza zûtir hilweşandina parlemanê bikit.

Li piraniya welatan parleman ji du hola an çamberan pêkdihên. Lê parleman yek holî jî hene. Bi giştî holên nizimtir holên destpşkanî jibo danana qanûnan in û holên jortir jibo lênihêrîna wan an pejirandin û nepejirandina layîhe yên hukmetê ne.

Şablon:Link FA Şablon:Link FA