Nimêj: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine
BKurteya guhartinê tine
Rêz 70: Rêz 70:
</table>
</table>

=== Ferzên nimêjê ===
== Ferzên nimêjê ==

Ferzên nimêjê 12 ne. Şeş ferz bi xwe di dervîyê nimêj da ne û ji vana ra "şertên nimêjê" tên gotin. Şeşê din jî di nav nimêjê dane û navê wan jî "rikûnên nimêjê" ne. Ji bona ku nimêj were bi cîh, gerê hemû ferzên nimêjê werin şindê.

Rêz 92: Rêz 92:
* Di dawiya nimêjê da qasî xwendina dûaya "Ettehiyatû" rûnişkandin.
* Di dawiya nimêjê da qasî xwendina dûaya "Ettehiyatû" rûnişkandin.

=== Tiştên nimêjê xera dikin ===
== Tiştên nimêjê xera dikin ==

* Qise kirin
* Qise kirin

Guhartoya 15:45, 14 tîrmeh 2011

Nimêj ango nivêj cûnek duayan e ku li gor qalibek diyarkirî tê kirin. Nimêj yek ji penc rûknên ola Îslam ê ye û divê kesên bawer rojê pênc nivêjan bikin. Nimêj di dirokê da ji misilmanan ra li şeva Mîraç ê ferz bûye.

Curreyên nimêjê

  • Nimêjên ku ferzin: pênc nimêjên rojîn û nimêja roja inî yê.
  • Nimêjên ku pêwistin / vacibin: Nimêja fitr (sê rikaet nimêja ku piştî eşayê tê kirin)û nimêjên cejnan
  • Nimêjên ku nafîlene: Nimêjên ku xêçî ferz û vaciban zêde tên kirin

Rikatên nimêjê

Rekat nimêjê de yek rabûn, yek xar bûn û du secdê ra tê gotin.

Dema nimêjê Sunnetên ku belî ferzan tên kirin Ferz Sunnetên ku piştî ferzan tên kirin Fitr Bi hevre
Sibe 2 2 - - 4
Nîvro 4 4 2 - 10
Piştî Nivro-Esir 4 4 - - 8
Êvar - 3 2 - 5
Şev 4 4 2 3 13

Ferzên nimêjê

Ferzên nimêjê 12 ne. Şeş ferz bi xwe di dervîyê nimêj da ne û ji vana ra "şertên nimêjê" tên gotin. Şeşê din jî di nav nimêjê dane û navê wan jî "rikûnên nimêjê" ne. Ji bona ku nimêj were bi cîh, gerê hemû ferzên nimêjê werin şindê.

Di gora mezheba Henefî yan şertên nimêjê:

  • bi avê destnimêj girtin yan jî av li xwe kirin
  • paqij kirina gemarîyê li ser bedena xwe, kincên/cilên xwe û şinda nimêj kirinê.
  • por kirina bedena xwe
  • gerê di hêla qibleyê da were nimêj kirin. Qible di hêla xanîyê pîroz Kabe yê li bajarê Mekke yê ye.
  • Her nimêj gerê di dema xwe da were kirin.
  • nêt kirin: Gerê mirov bizanî ku kîjan nimêjê dike û bi dilê xwe bînî bira xwe. Gotina nêtê bi dêv jî kirina Mihemmed Pêxamber e.

Rikûnên nimêjê

  • Bi gotina tekbîr ê dest bi nimêjê kirin
  • Di nimêjê da li ser nigan/piyan sekinîn
  • Li ser piyan hinek Quran a Pîroz xwendin
  • Xwe xwar kirin
  • Secde kirin. Mirov di secdeyê da çokên xwe, herdû destên xwe û enîya xwe didin ser erdê
  • Di dawiya nimêjê da qasî xwendina dûaya "Ettehiyatû" rûnişkandin.

Tiştên nimêjê xera dikin

  • Qise kirin
  • Xwarin yan jî vexwarin
  • Bi dengekî bilind kenandin
  • Ji yêkî din ra silav dan yan jî silava yêkî din girtin
  • Guherandina hêla Qible yê
  • Girandin (lê ji tirsa Xwedê girandin nimêjê xera nake)
  • Bi zanebûn kuxandin (lê bi kuxika dest mirov nîne nimêj xera nabe)
  • Di nimêj da bi karekî din ra mijûl bûyin
  • Pifê tiştekî kirin
  • Quran a Pîroz xera xwandin
  • Xera bûna destnimêjê
  • Gava di nimêja sibê da roj hil were
  • Bîrva çûn û dîn bûn