Nok: Cudahiya di navbera guhartoyan de
B robot serzêde kirin: als:Kichererbse; Kozmetik değişiklikler |
Louperibot (gotûbêj | beşdarî) B r2.5.2) (robot guhêrandin: lbe:НухутӀ хъюрув |
||
Rêz 65: | Rêz 65: | ||
[[ja:ヒヨコマメ]] |
[[ja:ヒヨコマメ]] |
||
[[la:Cicer arietinum]] |
[[la:Cicer arietinum]] |
||
[[lbe: |
[[lbe:НухутӀ хъюрув]] |
||
[[lt:Sėjamasis avinžirnis]] |
[[lt:Sėjamasis avinžirnis]] |
||
[[mk:Леблебија]] |
[[mk:Леблебија]] |
Guhartoya 14:59, 21 tîrmeh 2011
Nok | |
---|---|
Du cureyên nokan: yê hindistanî (çep), yê ewropayî (rast) | |
Dabeşandina zanistî | |
Cîhan: | Plantae |
Parçe: | Magnoliophyta |
Çîn: | Magnoliopsida |
Kom: | Fabales |
Famîle: | Fabaceae |
Binefamîle: | Faboideae |
Cins: | Cicer |
Cure: | C. arietinum |
Navê zanistî yê latînî | |
Cicer arietinum L. |
Nok an nuk (bi latînî, Cicer arietinum) giyayek ji famîlyeya Fabaceae ye di kulînên gelek welatan de ciheke girîng digire.
Cara pêşîn li rojavayê Asyayê hatiye nûveçandin û bi qasî 8.000 sal in di xwarinê de tê bikaranîn. Dema mirov nok kelan divê ava wê birijîne û nûve bike, lewra di hin cureyên nokê de hin elementên jehrî hene. Nokên li Kurdistanê tê çandin paqij in lê dîsa jî şûştin baştir e.
Nok li Hindistanê xurdemeniyeke girîng e. Bo çandina nokê germhewa divê. Nok ewçend avê naxwaze. Ji bo bêdera nokê hema bigire tevahiya salê pêwîst e. Li piraniya cihan salê carê ber dide. Bejna giyayê nokê digihîje 1 m yê.
Di kulîna ereb, tirk, hindistanî û meksîkayî de navdar e. Di kulîna kurdan de jî tê bikaranîn.
Bi kar anînê nokan gelek in. Nukan dikelînin dikin şîv. An jî nukan di avê da dihêlin heta ku perçifî ne. Paşê wan didin ber roj û hişk dikin. Ku hişk dibin qalikî xwe yî ser radibe. Ku qalik radibe nuk dibe du parçan. Bi wan ra dibêjin mixişir. Gêrmîyê mixşira navdar e. Mixişran dikin tirşikan jî. Li Dîlokê nukan tev hestîyan dikelînin û difroşin. Pê ra dibêjin Qoziyî nokan (tr. nohut dürümü). Meriv kane nokên kelandi bikute bi şîv ke. Bi ev şîve ra dibêjin hûmis.
Ji werg xwarinê jî nukan didine ser soweyê wek leblebîyan dibin û pê ra dibêjin qulefisk. An jî dikin avê û xayê pê weridin. Paşê di rûn da dibirêjînin. Bi ewê ra jî dibêjin sûravk. Nukên negiştî yek caran diavêjin ser êgir û wek leblebîyan dikelînin. Pê ra dibêjin fîrig. Fîrig ji gênim û pêmbû jî çêdibe.
Meseleya nukê
Dibêjin nokê rojekê gotîye ku kî min bixwe yê çel tir û fisî bike. yekî xwerîyê û pir tîr û fis kirîye lê negihîştîyê çel tirî ye. Ser wê va nok qaxirîye û pozê xwe xwar kirîyê. We lomê pozinokan yê xwar e.