Hebîban: Cudahiya di navbera guhartoyan de
+ înfoboks Gund |
B robot jêbirin: tr:Haksever, Muş (missing) |
||
Rêz 53: | Rêz 53: | ||
[[Kategorî:Gundê Gimgimê]] |
[[Kategorî:Gundê Gimgimê]] |
||
[[tr:Haksever, Muş]] |
Guhartoya 09:28, 26 tîrmeh 2011
Şablon:Gund2 Hebîban, (bi tirkî: Haksever) gundekî navçe Gimgima Mûşê ye.
Dîrok
Gund navê xwe ji kesayetiyeke destanî (an jî rastî) "Hebîbaba yan Heyîbaba" digire ku yek ji 3 birayên Efsaneya Sê biran e. Birayên din Koçkarbaba yan Goşkarbaba û Qolîbaba ne.
Gund di qûntara Çiyayê Şerevdînê de ye û bi havînan herwekî derdikevin lûtkeyên Şerevdînê bo çêrandina pez. Gundên cîran Qeremêş, Goma Hus, Rindalyan û Darebî ye. Pirraniya niştecihan ji eşîra Ezdînî ne û di serhildana Şêx Seîd û Berxwedana Yado de roleke mezin lîstine. Ji ber siyaseta dewleta Tirk a "Geşkirina birakujiyê di nava Kurdan de" di sala 1978'î de ev gund tevlî şêrê rûreşî ya mêrkujiyê bû. Lê dîsa jî nivşên nû yên gund êdî li dijî mêrkujiyê têdikoşin û problemên gund safîdikin.
Van salên dawî gelek gundî koçberî metropolên Tirkan û Ewropa bûn. Hebîbayiyan pirranî çûr û çavşîn in û lîstika navdar a goga ço gelek dilîzin. Ev lîstik wekî beyzbolê ye lê prînsîbên wê cûda ne.
Erdnîgarî
15 km ji Gimgim, 63 km ji Mûşê dûr dikeve. Axa gund 1.900 m ji rûyê avê bilindtir e. Koordînat, hêlîpan: 39.106389, hêlîlar: 41.333889
Avhewa
Aborî
Aboriya gund li ser xwedîkirina pez e.
Wargehên balkêş
- Akîf Kendal (Ercan Tekin), şoreşgerekî kurd, 2008 hat şehîdxistin.