Gotûbêja bikarhêner:MikaelF: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
Erdal Ronahi (gotûbêj | beşdarî)
→‎Admin: beşeke nû
Erdal Ronahi (gotûbêj | beşdarî)
Rêz 181: Rêz 181:
== Admin ==
== Admin ==


Silav û biborîne, demeke dirêj ez ne amade bûm. Ji bo min pirsgirêk tune, em dikarin mafên adminê wan kesan. Mafên burokratê û adminê yek in, tenê burokrat dikare adminên nû jî çêke.
Silav û biborîne, ez hinekî dereng mam. Min dît, pirsgirêk jixwe hal . --[[Bikarhêner:Erdal Ronahi|Erdal Ronahi]] 13:18, 3 tebax 2011 (UTC)

Wekî prosedur, bila em rûpeleke dengdanê çêkin, bikarhênerên aktîf bila dengên xwe bidin û em dikarin adminên nû çêkin. Berê pirsgirêk derketibûn, ji ber wê ez dengdaneke fermî pêwist dibînim. Bila dengên "erê" 100% bin. :) --[[Bikarhêner:Erdal Ronahi|Erdal Ronahi]] 13:18, 3 tebax 2011 (UTC)

Guhartoya 13:23, 3 tebax 2011

Ḧ,ḧ, Ẍ,ẍ

Bon dia i bon any Mikael

Espere que et va tot bé. No sé si t'interessa però estem organitzant una trobada sobre llengües minoritzades a Perpinyà el 19 de març (l'arribada es faria el 18 al vespre i la tornada a Barcelona el 20). Espere que vius a Catalunya i que si és així t'interessaria explicar la situació del kurd, la seua presència a Internet i el que vulgues. La nostra associació Amical et pagaria tots els gastos que pot suposar la teua vinguda, ací tens l'enllaç del programa: http://ca.wikipedia.org/wiki/Viquip%C3%A8dia:10_anys_de_la_Viquip%C3%A8dia/Congr%C3%A9s. Per favor dona'm alguna resposta com més aviat millor, gràcies per endavant. Una abraçada ben bona i molta sort per al kurd i per a la vostra Viquipèdia. Que et vaja tot molt bé i que 2011 siga un any excel.lent per a tu i la teua família, fins aviat. Claudi/Capsot 12:26, 19 reşemî 2011 (UTC)

Bişkok <<<Pêşdîtin<<<<<

Silav heval
tu karî ji kerema xwere bişkoka Pêşdîtin ê bikar bîbî? George Animal 15:07, 12 adar 2011 (UTC)[bersiv bide]

Xelat

Spas:) --Ghybu 17:01, 27 adar 2011 (UTC)[bersiv bide]


Dîsa silav. Va gotara, gotareke ensîklopedîk e? bi min ensîklopedîk nînin…--Ghybu 18:36, 1 avrêl 2011 (UTC)

Silav heval ez nizanim çawa fêm bikim ku wmne lîsansa wê heye an tune an jî rêbaza ku te ji min re nivîsan dî yê bi ceribînim

Bibore, îmze çawa dihat avêtin?

Zû de ye, nehatime. Li bêhnvedanê bûm ev çend sal in. Bablekan

Dîsa silav, dîsa pirsek

Em navên xelkên ku alfabeyên din (ne Latînî) bikartînin, bi tîpên Kurdî dinivîsînin, ev prînsîbek êdî rûniştiye. Mirov dikare kêm-zêde nivîsên Polandî, Albanî heya Viyetnamî bixwîne. Yên Rûsî jî em îngîlîziya wan bibîhîsin, hema bi tîpên Kurdî dinivîsînin. Ên Erebî hewce nakin, lewra ji xwe em kirine Ereb:) Lê keko em ên Çînî, Japonî wan çi dikin? Gelo em dikarin qet nebe paytext û hin bajarên Çîn, Japon ûêd standard bikin? Navan bi Îngîlîzî dixwînin, temam. Lê Alman û Fransî carnan hinekê cuda dinivîsînin. Mirov nizane "s" e yan "z". Dermanek li cem te heye yan na? Bihara nû mizginiyên bixêr bîne ji te re.. --Bablekan 11:52, 25 avrêl 2011 (UTC)

Bablekan, tîpguherîna zimanê çînî bi du awayan tê kirin; berê bi awayê Wade-Giles hatiye nivîsandin, lê ji salên 1980'an û vir ve awayekî nû hate pêşkêşkirin ê bi navê Pinyin yê ku mîna standardeke navneteweyî jî hatiye pejirandin. Bo mînak, navê Mao Tse-tung bi awayê Wade-Giles e, roja îro mîna Mao Zedong tê naskirin, ew Pinyin e. Bi ya min, bikaranîna tîpguherîna Pinyin çêtir e, fonetîka çînî ji fonetîka kurdî pirr cuda ye. Heke bi kurdî tradîsyon hebe, mîna serbajarê Pekîn, bila navê kurdî ligel navê Pinyin jî bê nivîsandin, Beijing û Pekîn an Pekîn û Beijing. Zimanê japonî jî wisa ye, standardeke tîpguherînê jî heye, ne pêwîst e tîpên kurdî binivîsin, bila kurdî di nav zimanên navneteweyî de be û standardên navneteweyî bipejirîne. Gelek spas, bila ev rojên te jî li gorî dilê te bin. --MikaelF 07:01, 26 avrêl 2011 (UTC)

Rojbas birêz. Heval Ghybu sabloneke/infoboxeke zehf xwes û pak amadekiriye ji bo hemû gelên cîhanê. Em dixwazin li gotara derheqê gelê Kurd zêdebikin, lê ew tenê ji aliyê admînên Wîkîpediyayê kare bên kirin. Ji kerema xwe tu dikarî lê zêde bikî û gotara gelê Kurd bixemlinî? Spas --Ferrus 22:36, 26 avrêl 2011 (UTC)

  • Va jî bû :) Silav--Ghybu 15:27, 29 avrêl 2011 (UTC)
Xwedê ji te razî be!! Bi silavên germ --MikaelF 08:04, 30 avrêl 2011 (UTC)
nexşe ya te min aciband , sipas û serkeftin ji bo karê te

Rojekê wextê te çêbû

Xêra xwe rûpela min a "Bikarhêner" hinekê sererast bike, bixemilîne. Eman ha, min negot ewqas girîng e û hema bike. Ji niha ve gelek û gelek sipas.. --Bablekan 19:26, 2 gulan 2011 (UTC)[bersiv bide]

Bug

Çêbû?--Ghybu 21:57, 6 gulan 2011 (UTC)[bersiv bide]
Sipas, ez bawer dikim ku problem êdî edî safî dibe; lê belê carina menuya li aliyê çepê winda dibe û sheklê Wîkîpedia nayê dîtin. silav --MikaelF 15:37, 11 gulan 2011 (UTC)[bersiv bide]

Di derbarê navên dûgelan de

Merheba hevalê hêja.Başim spas ,hêvîdarim tu jî baş î. Heval wekî tu jî zanî Kurmancî bi awayekî serbidest nebûye zimanê perwerdehiyê lewma gelek kêmasî di derbarê standartbûna navên dewlet, tiştên teknolojiyê û hwd. hene. Ez bawerim çavkaniyên ku em lê dinêrin jî bi gelemperî li gorî devokan pêk hatine. Em nikarin vî tiştî pirr binirxînin ji ber ku ev tiştekî normal e. Em nikarin bêjine Kurdê ku navê (mînak) Cezayir pêşî nivîsandiye : çima te wisa nivîsand? Wî kesî wilo bihîstiye lewma wisa nivîsandiye û dema em çavkaniya yekemîn nîşan bidin,nivîsa wî kesî ji me re dibe çavkanî. Lewma bi baweriya min em dikarin navên ku ne-standart bixwe binivîsin û bikin destpêk ji bo bikaranîna mirovan.Li gorî min divê krîtera sereke 'bilêvkirina hesanî' be. Dibe ku mirov bêjin ev tiştekî dîmane ye û li gorî her kurdekî were guhertin. Rast e lê ger em li herkesî jî guhdarî bikin ev xebat bisernakeve. Pêşniyara min bikaranîna navên dewleta bi qertafa 'YA' ye.Mînak , SlovakYA, ÎndonêzYA, AlbanYA,BolîvYA ... û dîsa ez dibêjim bikaranîna 'IYA' bilêvkirina peyvê zor dike. Mînak AlbanIYA , SlovakIYA li gorî min ne gotinên pirr xweş û hêsan in. Lê dîsa bêjim herwiha hinek nav hene bi qertafa 'IYA' hesanîtir tên gotin, mînak : Kolombiya. Lewma em dikarin di bijartina navan de nerm bin. Di derbarê navê Çekiya/Komara Çekî de pirsgirêk di zimanê çekî de jî heye. Ez bi hevalên xwe yên Çek re di derbarê vî navî de peyivîm ew jî behsa pirsgirêka nav dikin. Ger min biryar dabane minê Komara çekî hilbijartibane. Çima? Li gorî ku ez Nîsêbînî me bilêvkirina gotina Çekiya ji min, malbat û mirovên li derdora me re hesanî nayê. Ez nabêjim li gorî bilêvkirina min herin lê min xwest sedema hilbijartina Komara Çekî şîrove bikim û ne hewceya em Çekiya bikin Çekya wî wextî hîç hêsantir nabe (Nêrîna min e) Dîsa li gorî nêrîna min divê navên Moraviya, Bohêmiya, Yûgoslaviya mîna Moravya , Bohemya û Yûgoslavya werin guhertin. Bimîne di xweşiyê de .. --Bikarhêner:Gomada 22:14, 17 gulan 2011

alîkarî

tu dikarî ji kerema xwe re alî min bike?

Oîdîpûskompleks

Keko Elekra yan Oîdîpûs em bêjin bila Rojda û Robîn be. Kompleksa Rojdayê yan Rojdakompleks? Forma yekemîn kurdî ye lê heger mirov kûr û dûr lê bisekine forma duyemîn bashtir e. Chima? Kompleks nabe ya kesek, kompleksa filan kesê, kompleksa Rojdayê. Di shexsê Rojdayê de mesele tê bisînorkirin. Rojdakompleks notral e. Kompleksa wekî ya Rojdayê, dishibe ya Rojdayê. Dikare bi hin aliyan ve neshibeyê jî. Kekê MîkaelF bi ya min wextekê zimanê Kurdî nêzîkê ruhê germanî bûye. Zimanên Samî û Qefqasî DNA ya kurdî gelek guhertine. Ez ne zana yan zimanzan im. Fikra min bipirsî, ya duyemîn bashtir lê tê. Xwedê zarokên me ji kompleksên oîdîpûs û elektrayê bêî qeza û bela derîne, herwiha yên te jî. Xebat bash.. --Bablekan 09:00, 8 pûşper 2011 (UTC)

Silav, "oidîpûskompleks" bi zimanên germanî wek almanî, swêdî, norwêcî.. bashtir û pêwîst e, lê bi baweriya min, bi zimanên îranî yan latînî û hwd ne wisa ye. Odîpekompleks, odîpkompleksok jî nabe.. ;). Birayên me soranî "Girêyî Odîp" dinivîsin, bi te "girêya Odîp" an "girêcana Odîp" çawa tê? Dembash, qewet be --MikaelF 17:47, 8 pûşper 2011 (UTC)
Girê hinekê kêm dimîne. Bi tirkî "karmaşa" dibêjin, ing. complexity. Kurdiya karmashayê giriftdarî, geremolî, alozî ye. Ev karmasa wekî mirov kulmek axê bavêje nav shîr, cawa shêlû dike wisa bandora xwe li tevahiya jiyanê dikin. Heger zarok bêî qeza û bela wê pêvajoyê derbas bikin ji xwe problem nîne. A rastî girêya shash e. Ji girêyan, ji girêyên deforme bûyî, yan gelek girêyan, chi chê dibe? Ev kompleks hin birînan bihêle li zarokan, roj tê zarok nizanin sedemê fikr û problemên wan chi ne. Dibînin bo mînak, ji bav nefret dikin, an diya xwe bibînin chavên xwe digirin lê nizanin chima. Di wextê de girêyek shash hatiye avêtin an deforme bûye. Ew bandora xwe li ser girêyên din, tishtinên fêrbûyî yên nû dikin, bi kurtî li tevahiya jiyanê. Heger bi min bûya min digot "gij, gijik", ango wekî porên jinên nû ji xewê hishyar bûne :) Lo ewqas înstîtuyên Kurd hene, em rebenno li chi digerin. Heger em forma "+us, Darius, Oidîpûs" na lê ya din "Dara, Odîp" digirin û di tevayî zimanê kurdî de wisa ye, chi bêjim.. Rast e, kurdî be bashtir e. Lê Soranan kêm binavkirine. Ez vê kompleksê dinasim, ji ber wê peyva Soranekanan kêm tê. Ez gelek hez ji peyva gûshî dikim, gûshiya tiriyê. Heger me rojekê ev peyv analîz kir, yan jî analîzkiribîn min jî xwend, tê em ê bi hêsanî binav bikin. Keko em hinekê bisekinin, bila wisa bimîne niha. Pêncshemiyên te bi xêr bin.. --Bablekan 07:08, 9 pûşper 2011 (UTC)

Psîkiyatrî û derûnzan

Me ji bo zanistan +nas qebûl kiriye. Ne civakzan, civaknas. Civaknas sosyolog e, civakzan ew jî pisporê civakê ye îlmdar e lê ne xwendiye, mektebî nîne. +van jî (darvan, bajarvan, civakvan) jî bo demekê kirina karekê ye. Rojnamevan mecbûr nîne mektebî be, xwedî dîplom be. Min jî kiriye û nasnameya min jî heye lê ez ne mektebî me. Di rojnamevaniyê de mektebîbûn ne mecbûriye. Ji ber wê kurdan rojnamevan gotine, rojnameger kêm bikartînin. Kîmyanas nabêjin lewra kîmya+ger bêjeyeke kevn û xwedî bingeh e. +ger ne di asta +nas de ye. +nas di wan ilmên ku di wan de afirandinêrî hebe tê bikaranîn. Mirov dikare di warê derûnnasiyê de afirandêr be, tishtinên nû biafirîne (herwiha fîzîk, civaknasî ûêd). helbet mirov dikare di rojnamevanî û kîmyayê de jî bike. Lê wextê de ne wisa bû. Rojnamevanan dinivîsandin, kîmya ango madde ji aliyê Xwedê ve hatibû chêkirin, hesha mirovan nikaribû tishtekê biafirîne. Min chi xwest bêjim? Di bijartina van navan de min mentiqekê dîtiye. Yan jî em mecbûr in gorî mentiqê tevbigerin. Îcar werin se psîkiyatrî û psîkolojiyê. Pirsa min ne ew bû. Bi ya min ev formata fransî +lojî, +ojî ji tirkî derbasî me bûye û bo me ya bashtir +logî, +ogî ye. Helbet em kurdiya wan bikarbînin lê gava ku kurdiya wê kêm bê bikaranîn, zanîn. --Bablekan 09:55, 23 pûşper 2011 (UTC)

Psîkolojî, derûnnas dibe. Bo psîkiyatriyê derûnzan nabe. Lewra psîkiyatrî jî bi serê xwe zanînek e û ji aliyê zanistên mektebî (+nas) ve tê îcrakirin. Yek jî herdu ne ji kokekê ne. Psîkatrî bijîşkî (tibbî) ye, ji aliyê kesên ku tib xwendine, bûne doktor ve tê kirin. Psîkolojî ne wisa ye. Psîkolog tibbê naxwînin, nêî ku payeya "Dr." bigirin, perwerdeya 4 salî ya lîsansê jî bes e. Li Tirkiyeyê psîkolojî pirranî girêdayî fakûlteyên wêjeyê ne, bi fîlozofî, sosyolojiyê ve tê dayîn. Armanc û babeta herduyan jî derûn e, naskirina rewanê (ruh) mirov e. Li herdu gelek cuda ne. Psîkiyatrîst derman didin lê mafê psîkologan nîne (ji xeynî hin dermanên xapanok an vîtamînî ûêd). Heya nexweş neçe cem psîkiyatrîstek nikare were cem psîkologek. Min çima wisa dirêj kir? Heger em yekê re bêjin +nas û ya din re +zan wekî tê fêhmkirin ku "herdu jî tishtekê ne lê yek +nas, yek jî +zan e. Yek mektebî yek nemektebî ye, yek ji yê din hinekê cuda ye lê heman tisht e". Bi kurtî nabe. Bi ya min psîkiyatrî bila niha bimîne. Psîkolojiyê jî em bikin derûnnasî (psîkolog jî derûnnas). Bijîşkên derûnnasiyê dibe bo psîkiyatrîstan lê ew jî dirêj e. Sipas bo keda te.. --Bablekan 10:09, 23 pûşper 2011 (UTC)

Pirsek di derbarê Wîkî ya Zazakî de

Silav hevalê hêja min li wîkî ya zazakî nêrî û mirovê bi navê Mirzali ku xwe xwediyê wîkî ya Zazakî dibîne di hemû gotaran de heman tiştî dinivîse. Mînak di hemû gundên Aldûşê heman tişt nivîsandiye. Ez nizanim neyta wan çiye. Ez dibe qey dixwazin bes hejmara gotara zêde bikin. Ti neyta wan ji bo pêşve xistina zazakî nîne. Gelo em nikarin wî û yên wekî wî gilî bikin? —Gomada 00:30, 27 pûşper 2011 (UTC)

Admînistrator/Burokrat

Bnr. Requests_for_permissions

Silav MikaelF, Tu dikarî Erdal Ronahi ra mesajekê bişînî… Spas.--Ghybu 13:11, 9 tîrmeh 2011 (UTC)[bersiv bide]

Mercan û gol yek jî hello bi kurdî ye

Li kargehê di demên xwe yên vala de dixebitim. Derfeta min a kopîkirin-lêbarkirinê nîne. Ango nikarim wêneyek bar bikim an wekî li malê me her tiştê bi kompîterê bikim. Ferhengek min hema bigire qet nebûye. Bi kurtî ez dema karê xwe dikim, nabêjim "a min a herî rast e, ji min rasttir kes nikare". Helbet em bi hev disekinin, em bi hevûdu hene, bi hevûdu dikarin baştirîn bikin. Kurtiya kurtiyê tu serbest î di guherandina nav-naverokan de. Min ê çi bipirsiya, min dît kategoriya me ya "gol" heye. Gol, zeryaçe, zê kîjan baştir e. Pîvan ne ew e ku xelk êdî peyvên biyanî bikartînin û em jî mecbûr in. Ez pîvaneke wiha napejirînim. Xelk zimanê xwe diparêzin, bipêş dixin, tînin ser karakterê wê yê berê. Em bi xwe otosansûrê li xwe dikin. Gelo di meseleya golan de nêrîna te çiye? Min dest neda kategorîkirina wê heya ji we bipirsim. Duhî min zazayak me dît digot: "Helloya îngilîzan, halloya almanan a me ye, ji zazakî ye". Min got ka çima.. Digot: "Beriya merhebaya ereban bav-kalên me dema silav bidana jinekê digotin he+y+lê, ji mêran re jî he+y+lo". Em pirr keniyan. Nişka ve hat bîra min bi zazakî "hol" ji xwe di wateya başî û xweşiyê de. Wele xweşê min çû. Bi Xwedê ne miroveke nezan e ew. Ez ê jî êdî bêjim heylê û heylo:) --Bablekan 10:42, 15 tîrmeh 2011 (UTC)[bersiv bide]

Heylo, tu çer î? Derheqê peyva "gol" de, carekê min bihîst ku eslê wê hind û ewropî ye û koka wê eynî kûr, kun, qûn e. Ez bawer dikim ku ji farisî ketiye zimanê tirkî çêkirine "göl". Deryaçe, zeryaçe ji farisî ye, ne usa? -çe paşpirtika biçûkkirinê ye.. wekî Heleb û Helebçe (Heleba biçûk). Lîç û gom jî hene, lê ez peyva "gom" tenê bi wateya fîgûratîv nas dikim, wekî gomeke xwînê û hwd.. behra Wanê jî, gol e yan na, deryaçeya Wirmiyê, gola Hezar, gola Baykalê, gola Michigan, gelek golên bendavê jî hene, zeryaçeyên bendavê ne yan na? Xatir be to --MikaelF 12:35, 17 tîrmeh 2011 (UTC)[bersiv bide]

Admin and bureaucrat

In response to the request on metawiki, I have granted you the admin and bureaucrat flags on this project. Congratulations! fr33kman 06:23, 17 tîrmeh 2011 (UTC)[bersiv bide]

Gelek spas and thank you! --MikaelF 12:03, 17 tîrmeh 2011 (UTC)[bersiv bide]
Ser xêrê be! (: Hêvîdarim wîkî ya me wê êdî bêxweyî nemîne. Bimîne di xweşiyê de.—Gomada 11:35, 17 tîrmeh 2011 (UTC)[bersiv bide]
Niha, tu dikarî Gomada û Bablekanê bikî admîn…Silav--Ghybu 11:17, 17 tîrmeh 2011 (UTC)[bersiv bide]
Malava hevalên hêja, emê pevre vî karê bikin ji ber ku Wîkîpedya me geş û tijî zanînê bibe. Daxwaza min a pêşîn û armanca min ew e jî ku mafê Admîn bidim Bablekan û Gomada û te (Ghuby heke te hizra xwe guhertibe :)), lê xuya ye ku hîna ev destûra min tune ye. Bi rastî, ez hêjta hindik windabûyî ajne dikim nava vê behra ensîklopedîk de... Ghuby, anha li gorî tecrûbeya te divêt ez çi bikim? Bi silavên germ --MikaelF 12:03, 17 tîrmeh 2011 (UTC)[bersiv bide]
Bnr. Taybet:UserRights (admîn-kirin). Silav--Ghybu 13:16, 18 tîrmeh 2011 (UTC)[bersiv bide]
Silav. Gomada û Bablekan nebûn admîn (sysop). Ew bûn bot ("guherande Bot û IP block exempt")--Ghybu 16:33, 18 tîrmeh 2011 (UTC)[bersiv bide]
Heval tu çi dêjî, eger ku ez bêjim, ez jî li vir dixwazim bibim admîn, ez ji vî karî zanin, ji ber ku ev ev a 6-7 meha di Wîkîferhengê de admîntî dikim. Ez vî karî nas dikim. Xebat xwesh //George Animal// 13:21, 18 tîrmeh 2011 (UTC)[bersiv bide]

Rûpelên ku divê werin jê birin

Silav MikaelF
ez admîntî û burokratiyê li te pîroz dikim! Tu karî van rûpelan ji kerema xwe re jê bibî? //George Animal// 15:36, 17 tîrmeh 2011 (UTC)[bersiv bide]
Silav camêro, gelek spas! Belê, gotina te ye, divêt em hêdî hêdî dest bi karê jêbirinê bikin. Êvarbash --MikaelF 17:42, 18 tîrmeh 2011 (UTC)[bersiv bide]

Test

Tu bi xêr hatî Wîkîpediya kurdî!
Ensîklopediyeke azad e ya ku tê de her kes dikare bi zanîna xwe beşdarî kar û çalakiyên wê bibe.
Nivîskarên hêja, keremkin li vir beşdarî bikin.
Ji meha rêbendana sala 2004'an û pê ve 75.465 gotarên bi kurdî hatine nivîsandin.
În, 19'ê nîsana 2024

MediaWiki

Tu dikarî vana rast bikî:

Silav--Ghybu 15:41, 23 tîrmeh 2011 (UTC)[bersiv bide]

Rast nebû!--Ghybu 17:19, 23 tîrmeh 2011 (UTC)[bersiv bide]
Gelek spas ji bo bêhnfirehiya te! silav --MikaelF 11:37, 24 tîrmeh 2011 (UTC)[bersiv bide]
Silav. Dîsa nebû:
Navên rûpelan jî biguherîne. --Ghybu 11:48, 24 tîrmeh 2011 (UTC)[bersiv bide]
Mamoste, gelo bash bû? --MikaelF 11:55, 24 tîrmeh 2011 (UTC)[bersiv bide]
erê:)--Ghybu 11:57, 24 tîrmeh 2011 (UTC)[bersiv bide]
Heval MikaelF tu karî van rûpelan di translate.wiki de biguherînî? //George Animal// 12:15, 27 tîrmeh 2011 (UTC)[bersiv bide]
binêre li vir sedemekî din e. Li vir beshdar bibe!//George Animal// 12:17, 27 tîrmeh 2011 (UTC)[bersiv bide]
Li vir biguerîne. Bilo ji bo hemû projeyan be! Ne têne ji wikipedia.//George Animal// 12:19, 27 tîrmeh 2011 (UTC)[bersiv bide]
Heval di translate.wiki de wergerîne, chênave? //George Animal// 12:31, 27 tîrmeh 2011 (UTC)[bersiv bide]
Û ji kere ma xwe re bishkoka guherandinê nîşan bide bi kar bîne! //George Animal// 12:33, 27 tîrmeh 2011 (UTC)[bersiv bide]

Silav. Wêne:Flag of PJAK.svg li Commonsê de tûne, tu dikarî "restorê" bikî. Spas--Ghybu 11:34, 30 tîrmeh 2011 (UTC)[bersiv bide]

Sipas ji bo agahdariya te, dîsa çêbû ne wilo? Silav --MikaelF 11:37, 30 tîrmeh 2011 (UTC)[bersiv bide]
Çêbû! Gelek spas--Ghybu 11:38, 30 tîrmeh 2011 (UTC)[bersiv bide]
Silav MikaelF
ji kerema xwe re van rûpekanên mediawikiyê wergerîne:
Silav, //George Animal// 18:16, 2 tebax 2011 (UTC)[bersiv bide]

Destpêk

Silav MikaelF. Li kodê Destpêkê de hindik pirsgirêk hebû, min rast kir… Bi min va versiyona rind e, tu çi dibêjî?--Ghybu 19:46, 2 tebax 2011 (UTC)[bersiv bide]

Gelek spas, xweshik bû. Silav --MikaelF 09:42, 3 tebax 2011 (UTC)[bersiv bide]

Admin

Silav û biborîne, ez hinekî dereng mam. Min dît, pirsgirêk jixwe hal bû. --Erdal Ronahi 13:18, 3 tebax 2011 (UTC)[bersiv bide]