Fînîkya: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
Xqbot (gotûbêj | beşdarî)
B r2.7.2) (robot serzêde kirin: jv:Bangsa Fenisia; kozmetik değişiklikler
VolkovBot (gotûbêj | beşdarî)
B r2.5.1) (robot serzêde kirin: kk:Финикия
Rêz 94: Rêz 94:
[[jv:Bangsa Fenisia]]
[[jv:Bangsa Fenisia]]
[[ka:ფინიკია]]
[[ka:ფინიკია]]
[[kk:Финикия]]
[[ko:페니키아]]
[[ko:페니키아]]
[[la:Phoenices]]
[[la:Phoenices]]

Guhartoya 09:36, 8 tebax 2011

Fenîke
Rotaya seferên baziragnîyê fenîkiyan
Alfabeya zimanê fenîkî

Fenîkî gelekî semîtîkî li xakên îroj Lebnon û Sûrî li beravên Deryaya Navîn wek bajar dewletên serbixwe serwerî ajotî bûn. Li wan hinek wiha bûn:

Etîmolojî

Navê welatê fenîkiyan "Fenîke" ji navê yewnanî Phoinikes de hat afirandî bû. Ew di pirtûka Homeros de wek φοίνιξ (phoinix, yewnanî sorik) dihat dîtin û ji bo kardestên wanê kisûrên sor dihat bikaranîn. Dîsa ewna bi bazirganîyê kisûrê sor dixabitin.

Fenîkiyan bixwe xwe gorî bajarên xwe nav dikir. Wekok yekî ji Sidon xwe wek Sîdonî, yekî ji Arwad jî xwe wek Arwadî hwd nav dikir.

Kolonîyeke fenîkiyan, li şûna Tûnisa îroj Kartacayê bûn. Kartacayî dîsa ji aliyê romayiyan ve wek Poeni (Pûnî) dihat navandin.

Orjîn

Gorî mîtolojiya wewnanan Phoinix bavê fenîkiyan bû. Ew birayê Kadmos û Europa bû.

Herodot wan ji Kenan gelekî ji nêzî kendava Faris de didît.

Gorî Tewrat, Sidon, bavê sîdoniyan, wek lawê Kenan (neviyê pêxember Nûh) tê ditîn (Afirîn 10,15). Lê Kenan lawê Xam(birayê Sam û Yafes) bû. Gorî zimanê fenîkî/îbranî xam dîsa tê mane "sor".

Gorî lêkolînên arkeolojîk jî nîjadan wan ji Nîvgirava Sîna bû.

Ziman

Zimanê wan zimanekî semîtîkî ji zimanên semîtîkên bakur rojava (an zimanên kenanî) bû.

Dîrok

Di sedsala 8'an b.z. de fenîkiyan serweriya xwe wunda kir û ketine bin bandora Asûran. Di sala 701 b.z. de Asûran bajarê fenîkiyan derve Tîros (Şûr) dagir kir.

Di sala 586 b.z. de ewna, derve Tîros, ketina bin serweriya Babîlan. Lê ewna 520 b.z. şunda ketina bin serwerîya Persan.

Gorî Herodot wan li dor 600 b.z. de bi Keyê Misirê Necho II re peymanek kirin û ewna ji Nîvgirava Sînayê di Deryaya Navîn de derketina gereke. Ewna bi keştîyên nêzî 40 m Somalî, Ekwator, Efrîqaya Başûr re ji pê re beravêb Efrîqayê rojava re çerxe Deryaya Navîn bûn û ew sefera xwe temam kirin. Gorî wê seferê wan 30.000 km sê salan de temam kirin. Lê va sefera ji aliya Herodot ve tenê hat nivisandin û rastiya xwe bi gumanbar e.

Ji pê Îskenderê Mezin di 332 b.z. de Tîros dagir kir re û di 146 b.z. de jî Împeratoriya Romê Kartaca dagir kir re şarmendiya Fenîkeyê dawî bû.

Aborî

Erjing

Fenîkeyê şarmendiya cara pêşin renga erjing bikaranî bû.

Deryavanî

Fenîkiyan deryavanên mezin bûn. Wan ser derya re bezirganî dikir û li nîvgirava Îber, Sîcîlya û Qubris gelek kolonî ava kirî bûn.

Nivîs

Alfabeya wan ji alfayên Ewropayê re bingehî kirî bû. Alfabeya Fenîkiyan.

Bibîne

Weblinks