Nimêj: Cudahiya di navbera guhartoyan de
Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine |
|||
Rêz 14: | Rêz 14: | ||
<tr> |
<tr> |
||
<td width="18%" align="center"><font face="Verdana" size="2"><b>Dema nimêjê</b></font></td> |
<td width="18%" align="center"><font face="Verdana" size="2"><b>Dema nimêjê</b></font></td> |
||
<td width="14%" align="center"><font face="Verdana" size="2"><b>Sunnetên ku |
<td width="14%" align="center"><font face="Verdana" size="2"><b>Sunnetên ku berî ferzan tên kirin</b></font></td> |
||
<td width="17%" align="center"><font face="Verdana" size="2"><b>Ferz</b></font></td> |
<td width="17%" align="center"><font face="Verdana" size="2"><b>Ferz</b></font></td> |
||
<td width="17%" align="center"><font face="Verdana" size="2"><b>Sunnetên ku piştî ferzan tên kirin |
<td width="17%" align="center"><font face="Verdana" size="2"><b>Sunnetên ku piştî ferzan tên kirin |
Guhartoya 21:48, 9 tebax 2011
Nimêj ango nivêj cûnek duayan e ku li gor qalibek diyarkirî tê kirin. Nimêj yek ji penc rûknên ola Îslam ê ye û divê kesên bawer rojê pênc nivêjan bikin. Nimêj di dirokê da ji misilmanan ra li şeva Mîraç ê ferz bûye.
Curreyên nimêjê
- Nimêjên ku ferzin: pênc nimêjên rojîn û nimêja roja inî yê.
- Nimêjên ku pêwistin / vacibin: Nimêja fitr (sê rikaet nimêja ku piştî eşayê tê kirin)û nimêjên cejnan
- Nimêjên ku nafîlene: Nimêjên ku xêçî ferz û vaciban zêde tên kirin
Rikatên nimêjê
Rekat nimêjê de yek rabûn, yek xar bûn û du secdê ra tê gotin.
Dema nimêjê | Sunnetên ku berî ferzan tên kirin | Ferz | Sunnetên ku piştî ferzan tên kirin | Fitr | Bi hevre |
Sibe | 2 | 2 | - | - | 4 |
Nîvro | 4 | 4 | 2 | - | 10 |
Piştî Nivro-Esir | 4 | 4 | - | - | 8 |
Êvar | - | 3 | 2 | - | 5 |
Şev | 4 | 4 | 2 | 3 | 13 |
Ferzên nimêjê
Ferzên nimêjê 12 ne. Şeş ferz bi xwe di dervîyê nimêj da ne û ji vana ra "şertên nimêjê" tên gotin. Şeşê din jî di nav nimêjê dane û navê wan jî "rikûnên nimêjê" ne. Ji bona ku nimêj were bi cîh, gerê hemû ferzên nimêjê werin şindê.
Di gora mezheba Henefî yan şertên nimêjê:
- bi avê destnimêj girtin yan jî av li xwe kirin
- paqij kirina gemarîyê li ser bedena xwe, kincên/cilên xwe û şinda nimêj kirinê.
- por kirina bedena xwe
- gerê di hêla qibleyê da were nimêj kirin. Qible di hêla xanîyê pîroz Kabe yê li bajarê Mekke yê ye.
- Her nimêj gerê di dema xwe da were kirin.
- nêt kirin: Gerê mirov bizanî ku kîjan nimêjê dike û bi dilê xwe bînî bira xwe. Gotina nêtê bi dêv jî kirina Mihemmed Pêxamber e.
Rikûnên nimêjê
- Bi gotina tekbîr ê dest bi nimêjê kirin
- Di nimêjê da li ser nigan/piyan sekinîn
- Li ser piyan hinek Quran a Pîroz xwendin
- Xwe xwar kirin
- Secde kirin. Mirov di secdeyê da çokên xwe, herdû destên xwe û enîya xwe didin ser erdê
- Di dawiya nimêjê da qasî xwendina dûaya "Ettehiyatû" rûnişkandin.
Tiştên nimêjê xera dikin
- Qise kirin
- Xwarin yan jî vexwarin
- Bi dengekî bilind kenandin
- Ji yêkî din ra silav dan yan jî silava yêkî din girtin
- Guherandina hêla Qible yê
- Girandin (lê ji tirsa Xwedê girandin nimêjê xera nake)
- Bi zanebûn kuxandin (lê bi kuxika dest mirov nîne nimêj xera nabe)
- Di nimêj da bi karekî din ra mijûl bûyin
- Pifê tiştekî kirin
- Quran a Pîroz xera xwandin
- Xera bûna destnimêjê
- Gava di nimêja sibê da roj hil were
- Bîrva çûn û dîn bûn