Ketelonya: Cudahiya di navbera guhartoyan de
Luckas-bot (gotûbêj | beşdarî) B r2.7.1) (robot serzêde kirin: roa-tara:Catalogna |
B r2.4.3) (robot serzêde kirin: mk:Каталонија |
||
Rêz 252: | Rêz 252: | ||
[[lv:Katalonija]] |
[[lv:Katalonija]] |
||
[[mi:Catalonia]] |
[[mi:Catalonia]] |
||
[[mk:Каталонија]] |
|||
[[mr:कातालोनिया]] |
[[mr:कातालोनिया]] |
||
[[ms:Catalonia]] |
[[ms:Catalonia]] |
Guhartoya 19:13, 20 tebax 2011
| |||||
Sirûda netewî: Els segadors | |||||
Zimanên fermî | Katalanî, spanî û aranî
| ||||
Paytext | Barselona 41°23′Bk 2°11′Rh / 41.383°Bk 2.183°Rh | ||||
Bajarê mezin | Barselona | ||||
Sîstema siyasî | {{{sîstema_siyasî}}} | ||||
- Serok | Artur Mas | ||||
Rûerd - Giştî |
32.114 km2 | ||||
Gelhe - Giştî (2005) - Berbelavî |
6.984.196 kes 218,73 kes/km2 | ||||
Serxwebûn | - Statuya Otonom a duyem 18/12/1979; - Statuya Otonom a sêyem 09/08/2006 (ya ku hîna di sala 2010'an de ji aliyê Dadgeha qanûna bingehîn a Spanyayê ve nehate pejirandin). | ||||
Dirav | Euro EUR | ||||
Nîşana înternetê | .cat | ||||
Koda telefonê | +34 | ||||
Katalonya an jî Katalanistan, (bi katalonî Catalunya, bi spanî Cataluña, bi aranî Catalonha, bi fransî Catalogne) herêmeke otonom û xwedî statuya herêma dîrokî ye. Serbajarê vê herêmê Barselona ye.
Nasnameya gelê katalan ne spanyol, ne fransî, ne îtalî jî ye. Lê belê, Dadgeha qanûna bingehîn a Spanyayê katalan mîna gelekî naxwaze pejirandin û Statuya Otonom a Katalonyayê ya sala 2006 dixwaze biguherîne.
Dîrok
Katalonya ji dagerkirina Şarlmany (801) ve di sedsala 9'an de bi mîrektiya Karolîn dest pê dike. Afirênerê wê Guifré el Pelós (Gifrêyê Pirçoyî) di sala 878'an de ji aliyê konseya Troyes ve wek Mirekê Barselonayê hatiye bijartin. Bi birêvabirina sarrasînan û bi anîna katolîktiyê wî herêm bi cî kiriye. Katalonya ji aliyê împaratorên Alman û keyên Fransayê ve hatibû terikandin. Piştre bi Keyatiya Aragonê re dibin ve tê girêdan (ji bona ku Katalonya ava bikin 1283). Di sedsala 15'an de bi tevlî Keyatiya Spanya yê dibe gelek teybetiyên xwe diparêze (di sedsala 18'an de li hember hêza navendî serî hil dide.)
Bi gelemperî xwedî aboriyek dînamik, di sedsala 19'an de bilez endustriya xwe bi pêş ve dibe û otonomiya xwe di sala 1932'an de bi dest dixe (otonomiya wan ji sala 1939'an hetanî sala 1975'an ji destê wan tê girtin. Katalonya herêma herî dawî ya ku di şerê Spanya de xwe li ber vî şerî girtiye, ye).
Erdnîgarî
Katalonya li bakûr rojhilatê Spanyayê ji nîv gravî pêk tê. Rûerda wê 31 950 km² û di sala 2006 de xwedî 7 miliyon gelhe bû. Li hawîrdorê herêma katalonî, parêzgeha otonom Valensiya û Aragon, Fransa, Andorra û Deryaya Sipî hene.
Herêmên Katalonyayê
Katalonya ji çar herêman pêk tê : Barselona, Girona, Lleida û Tarragona.
Bajarên Mezin ên Katalonyayê: Barselona, Badalona û L'Hospitalet de Llobregat in.
Ziman
Ji xeynî katalonî, spanî û zimanê aranî li Katalonyayê fermî ne. Spanî jî zimanê fermî yê hemû Spanyayê ye.
Madeya 6ê ya sêyemîn Statuyên Otonomiya Katalonyayê yên ku li sala 2006an hatine erêkirin wesa dibêje: "Zimanê Katalonyayê katalonî ye. Katalonî li Katalonyayê zimanê fermî ye. Zimanê kastîlî jî fermî ye, wek zimanê fermî li hemû dewleta Spanî. Herkesî maf û erka zanîna her du zimanan hene." Madeya 6ê berdewam dibe: "Zimanê okzîtanî, yê binavê aranî zimanê niwala Aranê ye û li Katalonyayê fermî ye."
Katalonî, (bi katalonî: català) zimanekî romanî ji koma hind û ewropî ye. Zimanê katalonî ji aliyê 9 milyon kesan ve li Katalonyayê, li herêma otonom Valensiya, li giravên Balear, li Andorrayê (li Andorrayê zimanê fermî tenê katalonî ye, lê li vir bi fransî û spanî jî dipeyivin), li Roussillon, û li Alghero jî tê peyvîn. Zimanê katalonî ji zimanê latînî tê. Ji sedsala XV han û vêde ew di bin bandora spanî ango kastîlî de maye. Her çiqas ev ziman biser spanî de here jî (mînak: cercar / buscar, restar / quedar, vós / vostè, û her wiha). Gerek mirov wî wek zaravayekî spanî nebîne, ji ber ku ew zimanek serbixwe ye.
Li hember kastîlî (spanî) a ku bû zimanê resmî yê dewleta spanî, katalon bi daxwazeke xort bi zimanê xwe axivîn û li hember spanî sekinîn. Ji bo ku zimanê wan bibe zimanê fermî yê herêma katalon daxwazeke wan a xurt hebû. Ev daxwaza wan bi mirina diktatorê Franco (Franko) re hat cih. Parlementoya spanî di sala 2004'an de ev daxwaz li komisiyona ewropayê kir, bi seba ku 9 milyon kes li Ewropayê bi katalonî dipeyivin (zêdeyî maltayî û estonî).
Îro hîn ev daxwaz ne hatiye pejirandin. Têkiliyên zaravayên katalonî ji % 95 in (ji % 95 hev fam dikin). Du zaravayên sereke yên vî zimanî hene. Zaravayê yekem kataloniya rojhilat (oriyental) e ku li Barselona, li Girona (bixwîne: Jîrona), li giravên Balear (Illes Balears) û li Roussillon (bi katalanî: Rosselló, bixwîne: Ruselyo) tê axaftin. Yê diyêm jî kataloniya rojava ye e ku li bakur rojava, li Lleida (bixwîne: Lyêyde) û Valensiya tê axaftin.
Xwendewariya zimanê katalonî
Li gorî serjimêriya zimanî ya sala 2001ê de, li dor 5.900.000 kesên li Katalonya (%95 ji akinciyên herêmê) zimanê katalonî têdigihên. Jisediya mirovên ku dizanin bi katalonî bipeyivin, bixwînin û binivîsin ev in:
|
Çand û huner
Muzîk
- Montserrat Caballé [Montserrat Kebelyê] (Barselona, 1933), soprano.
- Josep Carreras [Jûzêp Kerrêres] (Barselona, 1946), tenor.
- Pau Casals [Paw Kezals] (El Vendrell, 1876-San Juan, Puerto Rico, 1973), kompozîtor û viyolonselîst.
- Enric Granados [Enrîk Grenadûs] (Lleida, 1867-La Manş, 1916), kompozîtor û piyanîst.
- Jordi Savall [Jordî Sevaly] (Igualada, 1941), kompozîtor û muzîkvan.
- Eduart Toldrà [Edwar Tûldra] (Vilanova i la Geltrú, 1895-Barselona, 1962), kompozîtor û muzîkvan.
Stranvanî
- Lluís Llach [Lyuîs Lyak] (Girona, 1948), stranbêj.
- Joan Manuel Serrat [Jwan Menûêl Serrat] (Barselona, 1943), stranbêj.
- Maria del Mar Bonet [Meriye del Mar Bûnêt] (Palma, Malyorka, 1947), stranbêj.
Edeb
Destpêka wêjeya bi zimanê katalonî
- Ramon Llull [Remon Lyûly] (Barselona, 1232/33-1315/16)
- Joanot Martorell [Jwenot Mertûrêly] (1410-1468?)
- Helbest:
- Bonaventura Carles Aribau [Bûneventûre Karles Erîbaw] (1798-1862)
- Jacint Verdaguer [Jesîn Berdegê] (1845-1902)
- Çîrok:
- Narcís Oller [Nersîs Ûlyê] (1846-1930)
- Şano:
- Àngel Guimerà [Anjel Gimera] (1845-1924)
- Helbest:
Edeba katalonî berî destpêka şerê birakuj (1936)
- Helbest:
- Joan Maragall [Jwan Meregaly] (1860-1911)
- Eugeni d'Ors [Ewjênî Dors] (1882-1954)
- Josep Carner [Jûzêp Kernê] (1884-1970)
- Carles Riba [Karles Rîbe] (1893-1959)
- Joan Salvat-Papasseit [Jwan Selvat-Pepesêyt] (1894-1924)
- J.V. Foix [Jote Vê Foş] (1894-1987)
- Pexşan:
- Joaquim Ruyra [Jwekîm Rûyre] (1858-1939)
- Josep Maria de Sagarra [Jûzêp Meriye de Segarre] (1894-1961)
- Joan Puig i Ferreter [Jwan Pûç î Ferretê] (1882-1956)
- Miquel Llor [Mikêl Lyo] (1894-1966)
- Llorenç Villalonga [Lyûrêns Bilyelonge] (1897-1980)
- Sebastià Juan Arbó [Sebestiya Xûan Erbo] (1902-1984)
- Helbest:
Edeba katalonî piştî şerê birakuj (1939) û li sirgûnê
- Helbest:
- Salvador Espriu [Selvedo Esprîw] (1913-1985)
- Joan Oliver / Pere Quart [Jwan Ôlivê - Pêre Kwar] (1899-1986)
- Joan Brossa [Jwan Brose] (1919-1998)
- Gabriel Ferrater [Gebriyêl Ferretê] (1922-1972)
- Miquel Martí i Pol [Mikêl Mertî î Pol] (1929-2003)
- Pere Gimferrer [Pêre Jimferrê] (1945)
- Maria-Mercè Marçal [Mariye-Mersê Mersal] (1952-1998)
- Pexşan:
- Mercè Rodoreda [Mersê Rûdûrêde] (1909-1983)
- Pere Calders [Pêre Keldês] (1912-1994)
- Josep Pla [Jûzêp Pla] (1897-1981)
- Montserrat Roig [Monserrat Roç] (1946-1991)
- Terenci Moix [Terênsî Moş] (1943-2003)
- Quim Monzó [Kîm Mûnzo] (1952)
- Miquel de Palol [Mikêl de Pelol] (1953)
- Jesús Moncada [Jezûs Mûnkade] (1941-2006)
- Carme Riera [Karme Riyêre] (1948)
- Helbest:
Wênesazî
- Salvador Dalí [Selvedo Delî] (Figueres, 1904-1983)
- Joan Miró [Jwan Miro] (Barselona, 1893-Palma, Malyorka, 1983)
- Antoni Tàpies [Entonî Tapiyes] (Barselona, 1923)
Heykeltiraşî
- Julio González [Jûlî Gonsalês] (Barselona, 1876-Parîs, 1942)
- Pau Gargallo [Paw Gergalyû] (1881-1936)
Qesirbendî
- Lluís Domènech i Montaner [Lyuîs Dûmênek î Mûntenê] (1850-1923)
- Antoni Gaudí [Entonî Gawdî] (1852-1926)
- Josep Lluís Sert [Jûzêp Lyuîs Sêr] (1902-1983)
- Ricard Bofill [Rîkar Bûfîly] (1939)
- Charlie Rivel [Çarlî Rîvêl] (Cubelles, 1896-Sant Pere de Ribes, 1983), qeşmerê sîrkê.
- Xavier Cugat [Şaviyê Kûgat], (Girona, 1900-Barselona, 1990), serokê orkestrayê.