Wîkîpediya:Nûçe: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
Şêr (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Merkhas (gotûbêj | beşdarî)
BKurteya guhartinê tine
Rêz 1: Rêz 1:
'''Êrîşa Qendîlê ya dewleta Tirk'''
'''Êrîşa Qendîlê ya dewleta Tirk'''

Dewleta [[Tirk]] ev heftiyeke bi mahneya [[PKK]] bi firokeyên cengî êrîşî [[Çiyayên Qendîl|Qendîl]]ê dike. Di van êrîşan de malbateke [[Kurd]] ku li ser rêya [[Ranya]] ji bombebaranê direviyan, bû hedefa firokeyên Tirk. Di êrîşê de heft kes ji wê malbatê hatine kuştin ku yek ji wan zarokeke ji yek salî biçûktir e.
Dewleta [[Tirk]] ev heftiyeke bi mahneya [[PKK]] bi firokeyên cengî êrîşî [[Çiyayên Qendîl|Qendîl]]ê dike. Di van êrîşan de malbateke [[Kurd]] ku li ser rêya [[Ranya]] ji bombebaranê direviyan, bû hedefa firokeyên Tirk. Di êrîşê de hewt kes ji wê malbatê hatine kuştin ku yek ji wan zarokeke ji yek salî biçûktir e.

'''Kurdan li Helsinkiyê mizgeft vekir'''
'''Kurdan li Helsinkiyê mizgeft vekir'''
Rêz 18: Rêz 18:

Bankaya navendî dê serî de ji bo kirrîna belgenameyên dagerandî yên dewletê bixebite. Ango dê senedên tehwîlê yên Îtalya û Spanyayê bikirre. Ev biryar di 7'ê gelawêjê de hat girtin. Dîsa jî di destpêka hefteyê de panîka borseyan neşikest. Tê payîn ev qeyran bandoreke domînoyî bike.

Guhartoya 15:47, 23 tebax 2011

Êrîşa Qendîlê ya dewleta Tirk

Dewleta Tirk ev heftiyeke bi mahneya PKK bi firokeyên cengî êrîşî Qendîlê dike. Di van êrîşan de malbateke Kurd ku li ser rêya Ranya ji bombebaranê direviyan, bû hedefa firokeyên Tirk. Di êrîşê de hewt kes ji wê malbatê hatine kuştin ku yek ji wan zarokeke ji yek salî biçûktir e.

Kurdan li Helsinkiyê mizgeft vekir

Kurdên li paytexta Fînlandê Helsînkiyê dijîn, li taxa Rastiila bi navê ‘Şêx Seîdê Pîranê’ mizgeftek vekirin. Ligel Kurdan, ji gelên din ên misilman jî, ji bo nimêjê diçine mizgeftê û herwiha di mizgeftê de dersa Quranê bi Kurdî tê dayîn. Mele Nûrî li wê mizgeftê melatiyê dike.

Test erzan e, can biha ye

Zanistên brîtanyayî testeke bilez û erzan çêkirin ku di dergûşiyê de bi nexweşiyên dil-demarê (NDD) dertîne. Bi viya dikare jiyana sedhezaran bifilite.

Zanistan li ser zêdetirî bîst hezar dergûşan lêkolîneke berfireh kirin û pêderxistin ku kêmbûna oksîjenê di xwînê de, NDDê ditetikîne û yek ji nîşanên sereke yên NDDê ne. Ev têkilî berê jî dihate zanîn lê bi vê lêkolînê, mîsoger bû. Ev test dikare pêşiya mirinên ji NDD û mirina masûlkeyên dil pêk tên, bigire yan gelek kêm bike.

Ewropa peyamên bawerdêrî dide

Şayîşên borseyan ên ji ber astengiyên deynên Îtalya û Spanyayê derketibûn ranawestin, lê bankaya navendî ya Ewropayê peyamên ewledêr dide. Bankayê ragihand dê ew ê bi biryardarî têkilayî bi vê qeyrana dawî bikin, rê nedin panîkên mezintirîn.