Seîdê Îbo: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine
WîkîBot (gotûbêj | beşdarî)
B Robot: Biguherîne Kategorî:Nivîskarên Kurd
Rêz 22: Rêz 22:
*Kurdê rêwî (roman, 1979) Kurdê rêwî. Sehîdê Îbo. Avetsa. Stenbol, 2009. 208 rûpel.
*Kurdê rêwî (roman, 1979) Kurdê rêwî. Sehîdê Îbo. Avetsa. Stenbol, 2009. 208 rûpel.


[[Kategorî:Nivîskarên Kurd]]
[[Kategorî:Nivîskarên kurd]]
[[Kategorî:Bijîşk]]
[[Kategorî:Bijîşk]]

Guhartoya 16:36, 28 tebax 2011

Prof Dr. Sêîdê Îbo an Sehîdê Îbo (Seîdê Rizgo Îboyan) di 8'ê gulanê sala 1924an li Ermenistanê, gundê Qarxûna jorîn, ji dayik bûye.

Kolêj û înstîtuta bijîşkiyê ya Yêrêvanê xilas kir. Doktora xwe jî li Moskovayê temam kir. Sehîdê Îbo wek bijîşkê zarokan kar dikir. Di sala 1971ê de bû serokê kafêdra bijîşkiya zarokan (pêdîatriya) li Înstîtûta Yêrêvanê ya Bijîşkiyê.

Îddîa hene ku Îbo ji aliyê hêzên îllegal û rastgir ên Ermeniyan ve hatiye kujtin. Piştî hilweşîna YKSSê, neteweperestên Ermeniyan êrîş birin ser Kurdan, bi taybetî întellektûelên Kurd. Ermenistanê hebûna Kurdan înkar kir û niha jî di destûra bingehîn a Ermenistanê de bêjeya Kurd nîne. Bes Êzîdiyan nasdikin û dewlet bi fermî Êzîdiyan wekî geleke ji Kurdan cuda dide naskirin.

Di sala 1974an de li Washingtonê dibe endamê rêxistina Ortemiletiyê ya bijîşkên nexweşiyên gurçikên zarokan. Li Glazgoyê tê hilbijartin wek endamê rêxistina bijîşkên zarokan li Ewropayê.

17 Kanûna yekê ya sala 1991ê li bajarê Yêrêvanê ji aliyê kesê “nenas” ve hate kuştin. Hejmara kitêb û berhemên Prof. Dr. Sehîdê Îbo yên ilmî derheqa bijîşkiya zarokan da nêzîkî 100î ne.

Hin ji berhemên wî

  • Terşinek bûyîna pişikê zarokên emrê hetanî yek salî de (monografya, bi zimanê ermenî, 1976)
  • Danasîn bi bijîşkiya zarokan (monografya, bi zimanê ermenî, 1983).
  • Xwerekdayîna zarokên saxlem (kitêba bijîşkiyê, bi zimanê ermenî)
  • Şîretên doxtor (kitêba bijîşkiyê, bi kurdî, 1974)
  • Siba we xêr (kitêba bijîşkiyê, bi kurdî).
  • Bîst salên din (helbest, bi kurdî)
  • Quma min (helbest, bi kurdî)
  • Azadî (helbest, bi kurdî)
  • Sînem (helbest, bi kurdî) - Duryan (berevokeke serhatiyan, bi kurdî)
  • Kurdê rêwî (roman, 1979) Kurdê rêwî. Sehîdê Îbo. Avetsa. Stenbol, 2009. 208 rûpel.