Xwê: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
Luckas-bot (gotûbêj | beşdarî)
B r2.7.1) (robot serzêde kirin: zh-min-nan:Iâm
HRoestBot (gotûbêj | beşdarî)
B r2.6.5) (robot serzêde kirin: mdf:Сал
Rêz 59: Rêz 59:
[[ko:소금]]
[[ko:소금]]
[[lv:Sāls]]
[[lv:Sāls]]
[[mdf:Сал]]
[[ml:കറിയുപ്പ്]]
[[ml:കറിയുപ്പ്]]
[[mr:मीठ]]
[[mr:मीठ]]

Guhartoya 00:36, 29 tebax 2011

Xwêya xwarinê

Xwê, solin mîneraleke xwezayî ye, bo bitehmkirina xwarina mirovan e. Di pêjgehan de cihekê sereke digire. Ji natrîûmklorîdê pêk tê. Zêde xwarina wê dikare ziyanê bide organîzmaya mirov.

Xwêyê herwiha didin ajalên malê jî. Xwê di pîşesaziyê de jî tê bikaranîn. Ji xwêya hebên wê mezin û hinekê zer re solin an sol tê gotin. Di hin devokan de solin bûye navê tevahiya xwêyê.

Dîroka xwêyê jî bi qasî ya şarezabûna mirovahiyê kevn e. Di dema Sumer û Babîlê de xwê ji bo konservekirina xurdemeniyan dihatiye bikaranîn. Carnan di demên xelayê de bihayê wê ji zêrê jî derbastir kiriye.

Hilberîna wê gelek hêsan e. Ji binê erdê wekî zinarên solinê tê derxistin û di fabrîkan de li ser dixebitin. Rêbaza din jî sûdwergirtina ji xwêya ava deryayê ye. Bi dûkelbûna ava deryayê ya şor ve, av diçe xwê dimîne.

Mirov xwêyê ji xwarinan digire. Bo mînak xwê ya di kidak (zebze) û xurdemeniyên din de heye, têra organîzmaya mirovan dike. Lê dîsa jî mirov bêî xwêyê nikarin, wê ji destexaneyên (sifreyên) xwe kêm nakin. Xwê dikare lêdana xwînê bilind bike, demaran bixitimîne, riya NDDê (nexweşiyên dil-demarê) vebike.