Muemer Qedafî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
EmausBot (gotûbêj | beşdarî)
EmausBot (gotûbêj | beşdarî)
B r2.6.4) (robot guhêrandin: kn:ಮುಅಮ್ಮರ್ ಗಡಾಫಿ
Rêz 79: Rêz 79:
[[ka:მუამარ კადაფი]]
[[ka:მუამარ კადაფი]]
[[kab:Mɛemmer Lqeddafi]]
[[kab:Mɛemmer Lqeddafi]]
[[kn:ಮುಅಮ್ಮರ್ ಗಡಾಫ಼ಿ]]
[[kn:ಮುಅಮ್ಮರ್ ಗಡಾಫಿ]]
[[ko:무아마르 카다피]]
[[ko:무아마르 카다피]]
[[la:Muammar al-Gaddafi]]
[[la:Muammar al-Gaddafi]]

Guhartoya 17:04, 30 tebax 2011

Wêne:Muammar Abu Minyar al-Gaddafi in Dimashq.jpg
Muammer El-Qeddafî

Muammer El-Qeddafî (bi erebî: معمر القذافي, Mu'ammar al-Qadhdhafi ) (7’ê Tirmeha 1947, Sîrte - ) serokê Lîbyayê ye.

Muammer El-Qeddafî , Muemer Qezafî an jî Muemer el-Qezafî (bi erebî: معمر القذافي, Mu'ammar al-Qadhdhafi) di sala 1947’an de ji dayik bû. Muammer El-Qeddafî ji sala 1969an bi vir de serokê Lîbyayê ye.

Qeddafî di sala 1963’an de Beşa Dîrokî ya Fakulteya Hiqûqê qedand. Pişt ra destbi Akedemîya Leşkerî kir. Dema ku ev beş qedand çû Îngîlîstanê û di warê leşkeriyê de perwerdehî dît.

Di sala 1956’an de kete bin tesîra Nijadperestiya Ereba û tevlî tevgerên antî-siyonîst bû. Digel hevalên xwe yên dibistanê rêxistinek bi navê Tevgera Efserên Azad damezrand.

Qeddafî di sala 1969’an de bû serpel û digel Tevgera Efserên Azad li hemberê Qral Îdrîsî re darbeyek çêkir û ji xwe re rûtbeya Mîralayê girt û bû serokê hêzên çekdarî. Di wan salan de pişta xwe da dewletên Ereba û daxwaza avakirina Sosyalîzma Kesk kir.

Ji bo yekîtiya Ereban û digel welatên serbixwe li dijî nijadperestî û mêtingeriyê soza xebatan daye. Qeddafî di 7’ê Îlona sala 1969’an de ji aliyê DYA’yê ve hate naskirin.

Di 16’ê Çileya 1970’an da Muammer El-Qeddafî bû Serokwezîrê Lîbyayê.

Qeddafî ji xwe re Cemal Abdulnasir wek rehberek hesiband û reformên ku li Misirê hatine kirin dixwest li Lîbyayê jî pêkbîne. Di 16’ê Çileya 1970’an de Makezagona nû hate amadekirin û erkên Wezareta Parastinê û Serokwezîriyê jî girt ser xwe.

Dema ku bû Serokwezîrê Lîbyayê Keyaniya Yekbûyî ji welatê xwe derxist û şîrketên niftê ji bo netewa xwe xebitand.

Dest avêt li ser mal û milkên Cihû û Îtalî û wan bi zorê ji welatê xwe derxist. Di dema dagirkirina Qibrisê de li dijî DYA’yê derket û alîgerê Tirkiyeyê bûbû.

Piştî mirina Cemal Abdulnasir xwest ku rola wî bigre ser xwe û li ser Ereban serokatî bike. Li hîn welatên Efrîqa û li welatên Ereban piştgiriya tevgerên çep kir û digel YKSS (Yekîtiya Komarên Sosyalîstên Sovyet) têkîliyên nêzîk saz kir.

Di salên 1982 û 1983’an de Serokatiya Rêxistina Yekîtiya Efrîqayê kir. Qaddafî heta niha Serokwezîrtiya Lîbyayê kir û îro jî Serok Dewletê Libyayê ye.

Çavkanî