Firat Cewerî: Cudahiya di navbera guhartoyan de
B +Kategorî:Kurd; +Kategorî:Mêr; +Kategorî:Jidayîkbûn 1959 using HotCat |
B - wêne |
||
Rêz 1: | Rêz 1: | ||
[[Wêne:firatceweri.jpg|framed|Nivîskarê kurd Firat Cewerî]] |
|||
'''Firat Cewerî''' [[nivîskarekî kurd]] e. |
'''Firat Cewerî''' [[nivîskarekî kurd]] e. |
||
Rêz 8: | Rêz 7: | ||
Firat Cewerî amadekarê [[Antolojiya çîrokên kurdî]] e. Ji vê pirtûkê çend danasîna çîroknivîsan ji bo vê Wîkîpediyayê bi destûra Firat Cewerî hatin bikaranîn. (Binêrin: [http://ku.wikipedia.org/w/wiki.phtml?title=Special:Whatlinkshere&target=Template%3ACewer%C3%AE Gotarên ji Antolojiya çîrokên kurdî)] |
Firat Cewerî amadekarê [[Antolojiya çîrokên kurdî]] e. Ji vê pirtûkê çend danasîna çîroknivîsan ji bo vê Wîkîpediyayê bi destûra Firat Cewerî hatin bikaranîn. (Binêrin: [http://ku.wikipedia.org/w/wiki.phtml?title=Special:Whatlinkshere&target=Template%3ACewer%C3%AE Gotarên ji Antolojiya çîrokên kurdî)] |
||
==Kitêbên Firat Cewerî== |
== Kitêbên Firat Cewerî == |
||
* [[Êrîş Dikin]], 1980 |
* [[Êrîş Dikin]], 1980 |
||
* [[Mezin Dibim]], 1981 |
* [[Mezin Dibim]], 1981 |
Guhartoya 23:15, 12 çiriya pêşîn 2011
Firat Cewerî nivîskarekî kurd e.
Firat Cewerî li sala 1959ê li gundê Balfisê yê ser bi Dêrika Çiyayê Mazî nêzî Mêrdînê hatiye dinyayê. Di salên heftêyan de digel malbata xwe li Nisêbînê bicih bû, li 80an koçî Swêdê kir û heta niha jî li Swêdê dimîne. Wî berî 80ê dest bi nivîsîna bi kurdî kir. Wî deh salan kovarek bi navê Nûdemê derdixist. Di şaxên cihê de nêzî deh kitêban nivîsîne û deh–donzdeh kitêb jî wergerandine zimanê kurdî. Herwesa kitêbên wî jî jibo zimanên dî hatine wergerandin. Kitêba Kevoka Spî bi farsî jî belav bûye. Payiza Dereng dê bi tirkî jî çap bibe.
Firat Cewerî li 24'ê gulanê di kongreya PENa Swêdî de wekî endamê komîteya wê ya nû ya kargêr hat hilbijartin. Ew ji sala 1987ê endamê PENa swêdê ye.
Firat Cewerî amadekarê Antolojiya çîrokên kurdî e. Ji vê pirtûkê çend danasîna çîroknivîsan ji bo vê Wîkîpediyayê bi destûra Firat Cewerî hatin bikaranîn. (Binêrin: Gotarên ji Antolojiya çîrokên kurdî)
Kitêbên Firat Cewerî
- Êrîş Dikin, 1980
- Mezin Dibim, 1981
- Dê Sêrîn e, 1983
- Girtî, 1986
- Kevoka Spî, 1992
- Kultur, Huner û Edebiyat, 1996
- Gotinên Navdaran, 1995
- Çîroka Malbata Evdo, 1999
- Li mala mîr Celadet Alî Bedir-Xan, 1998
- Pêlên derya reş, 1997
- Romanseke çilmisî, 2002
- Antolojiya Çîrokên Kurdî, 2003
- Payiza Dereng, roman, 2005
- Ez ê yekî bikujim, roman, 2008
Wergerên Firat Cewerî
- Dostoyevskî (Şevên Spî) 1993
- John Steinbeck (Misk û Mirov) 1993
- Çexov (Bexçeyê Vîsne) 1995
- Samuel Beckett (Li benda Godot) 1995
- Yaşar Kemal (Dara hinarê) 1998
- Sartre (Dîwar)
- Astrid Lindgren (Emîl li Lönneberga) 2000
- Astrid Lindgren (Sûmiyên Emîl yên nû) 2000
- Astrid Lindgren (Emîl hê jî li Lönnebergayê dijî) 2000
- Barbro Lîndgren (Çîroka apoyê hûrik) 2000
- Henning Mankell (Hingura êvarê) 2002
- Gunilla Bergström (Birek bive ye Alfons Oberg) 2002
- Gunilla Bergström (Alfonsê Şûm) 2002
Girêdanên Derve
- Bi Firat Cewerî re li ser ’Ez ê yekî bikujim’, Hevpeyvîn: Mûrad Ciwan, NETKURD
- Hevpeyvînek bi Firat Cewerî re, Hevpeyvîn: Mahabad F. Arda, Amîda Kurd
- FIRAT CEWERÎ: Ez li cîhana xwe ya hundirîn vegeriyam, Hevpeyvîn: Seyîdxan Kurij, Rizgarî
- Firat Cewerî: Min xwe ji otosansurê rizgar kiriye, Hevpeyvîn: Kris Lauwerys, NEFEL