Selcûqî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
ZéroBot (gotûbêj | beşdarî)
B r2.7.1) (robot serzêde kirin: ky:Селжуктар мамлекети
B r2.5.4) (robot serzêde kirin: kk:Салжұқтар
Rêz 46: Rêz 46:
[[ja:セルジューク朝]]
[[ja:セルジューク朝]]
[[ka:სელჩუკთა სახელმწიფო]]
[[ka:სელჩუკთა სახელმწიფო]]
[[kk:Салжұқтар]]
[[ko:셀주크 제국]]
[[ko:셀주크 제국]]
[[ky:Селжуктар мамлекети]]
[[ky:Селжуктар мамлекети]]

Guhartoya 11:00, 19 çiriya pêşîn 2011

Selçûqî: Selçûqiyên Anatoliyayê, Selçûqiyên Mezin û Selçûqiyên Kerman
Delwetên li Asya Nêzik di 1190an de

Selçûqî an jî selcûqî (bi tirkî: Selçuklular; bi farsî: سلجوقيان Selçûqiyan) dewleteka dîrokiya ji aliya Tûrkmenên Oxûzan li Asyaya Navîn, Kurdistan, Îran, Îrak, Sûrî û Anatoliya hatî bû sazandin.

Dîrok

Selçûqiyan navê xwe ji Selçûq Xan (dor 1000), yê ku ji Oxûzan mila Kinikan bû, di sedsala 9'an de li rojhelata Gola Aral (îroj Qezexistan, Ûzbêkistan) dijî bû, girtî bû. Selçûq Xan ji pê bavê xwe Dukak Xan mir re bû kargerê Oxûzan. Di 985an de Selçûq Xan bi Xanêdana xwe ve derbaza Ola Îslam bû. Selçûq Xan cara pêşin di bin kargeran Qaraxanan de bû. Çar lawên Selçûq Xan Mikaîl, Îsraîl, Mûsa û Yûnûs hê bûn.

Di bin serdariya lawên Mîkaîl, Tûxrûl Beg (1038–1063) û Çaxri (1038–1060) de, Selçûqî di 1030an de ji Xorasan derketin û di 1040an de Cenga Dandanakan de Gaznawiyan bin xistin. Ji pê Tûxrûl Beg û Çaxrî Beg re dewleta Selçûqiyan bû du paran. Tûxrûl Beg rojavaya Keyîtî ji îsfehan de, Çaxrî Beg jî ji Merw de rojhelata keyîtî karger kir. Tûxrûl beg keyîtiya xwe li îran û îraqê fireh kir. Ji pê Bûyîdan hilwaşiyan re wî bandora xwe li ser Ebasîyan ra kir. Tûxrûl beg li Bexdad ji Xelîfe unvana Siltan girt.

Di bin kargera Alp Arslan (1060–1072) de keyîtî yek bû û ji pê serfiraziya di Cenga Malazgirt de di 1071 hembera Bîzans re dagir kirina Anatoliya û Sûrî dest pê kir. Di dema Alp Arslan de wan Fatimî yên li Meke û Medîne bin xistin û Xelîfetîya Ebasî li Bexdad şunda saz kir. Di bin kargera Alp Arslan û paşwerê xwe Melik Şah I (1072–1092) û Wezîrê xweyê Farsî Nîzam el-Mûlk (1065–1092) de keyitîye dema xweya herî baş dîtî bû. Di wê demê de medreseyên Nîzam el-Mûlk hatin sazandin. Di wê demê de Selçûqiyên Kerman li Oman hat sazandin..

Ji pê Wezîr Nîzam el-Mûlk ji aliya Xaşxaşiyan hat kuştin û mirina Siltan Melik-Şah (1092) re di keyîtîye de li ser textê ceng der ketin. Vê cengê heta 1118an dewam kir û keyîtî Xorasan û îraq de bû du paran.

Ji pê sedsala 11'an li Anatoliya Selçûqiya Anatoliya bi paytexta Konya (demekî, Iconum) hat saz kirin re, li Sûrî jî selçûqî bûn çend paran mirnişiyan. Ew mirnişiyên li Sûrî ji pê re ji aliya Zengîyan di sedsala 12'an de hat yek kirin û li şûnê Eyûbîyan hat sazandin.

Li Xorasanê dema Siltan Sancar (1118–1157) de, lawê Melik Şah bû, Selçûqiyan demeke xweya dina baş dît. Lê ji pê di 1141an de li Semerqand hembera Kara Kitaiyan de bin ket re çend salan şunda keyîtî hilwaşî ye. Selçûqiyên li Anatoliyayê ji pê binketîniyê di 1243an hembera Îlhanan re lawaz bûn û di 1307an de hilwaşî. Paşê bi awayê began dabeş bû û li ser bermayiyên vê dewletê Împeratoriya Osmaniyan ava bû.