Yaqob Tilermenî: Cudahiya di navbera guhartoyan de
B Lînkên → Girêdanên |
B Bot: category → Kategorî |
||
Rêz 13: | Rêz 13: | ||
== Girêdanên derve == |
== Girêdanên derve == |
||
*[http://www.yaqobtilermeni.com Malpera Yaqob Tilermenî] |
*[http://www.yaqobtilermeni.com Malpera Yaqob Tilermenî] |
||
[[Kategorî:Nivîskar]] |
|||
[[category:nivîskar|Tilermenî, Yaqob]] |
Guhartoya 17:17, 13 çiriya paşîn 2011
Yaqob TILERMENÎ, di sala 1972yan de, li Qosera Mêrdînê ji dayik bûye. Dibistana Seretayî û Dibistana Navîn li Qoserê xwendiye. Li Zanîngeha Dîjleyê, Fakulteya Perwerdehiyê, Beşa Fizîkê qedandiye. Ji 1995an heta taliya1998an li Stembolê Mamostetiya Fîzîkê kiriye. Pênc salan li Qoserê Mamostetiya Fen Bîlgîsiyê kiriye. Di Gulana 2002yan de ligel deh mamosteyan û endazyarekî, bi bahaneya xebatên perwerdekirina kurdî hatiye girtin û mehekê di Girtîgeha Mêrdînê de maye. Piştî serbestmayîn û rizgarbûna Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) li karê xwe vegeriyaye û ji hêla Walîtiya Mêrdînê ve sirgûnî bajarê Yozgatê bûye. Weke sirgûn du sal û nîvan li gundekî navçeyeke Yozgatê maye...
Nivîs û çîrokên wî ji sala 1997an û vir ve di kovarên bi navê Jiyana Rewşen, Pelîn, Kevan, Nûdem, Hîwa, Rewşen-name, pêveka özgür Gündem- Ekgündem, Rojnameya Azadiya Welat û malperên bi navê Mehname, Amûde de hatine weşandin.
Tilermenî heta niha sê pirtûkên kurteçîrokan ên bi navê Êşbazî, Bermeqlûb û Ferhenga Sirgûnê û romana bi navê Kitim-Sêbareya Mêrdînê dane çapkirin. Helbestên Şükrü Erbaş ji tirkî ligel Dîlber Hêma bi navê 'Cam û Kevir' wergerandine zimanê kurdî. Desteyeke çîrokên çîroknûs Özcan Karabulut ji tirkî wergerandine zimanê kurdî.
Berhemên Wî:
- Êşbazî: Kurteçîrok, Weşanên Sî Gulan 2002
- Bermeqlûb: Kurteçîrok, Weşanên Sî Gulan 2003
- Ferhenga Sirgûnê: Kurteçîrok, Weşanên Lîs Mijdar 2005
- Kitim-Sêbareya Mêrdînê 1: Roman, Weşanên Lîs Îlon 2005