Seîdê Îbo: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
+çavkanî
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
Rêz 23: Rêz 23:


==Çavkanî==
==Çavkanî==
*Helbestvanê kurd Dr. Seîdê Îbo hat kuştin, di kovara [[Gelawêj (kovar)|Gelawêj]] (2), 1991'yê de.
*''Helbestvanê kurd Dr. Seîdê Îbo hat kuştin'', di kovara [[Gelawêj (kovar)|Gelawêj]] (2), 1991'yê de.


[[Kategorî:Nivîskarên kurd]]
[[Kategorî:Nivîskarên kurd]]

Guhartoya 07:50, 2 kanûna pêşîn 2011

Sêîdê Îbo an Sehîdê Îbo an jî Seîdê Rizgo Îboyan, di 8'ê gulanê sala 1924'an li Ermenistanê, gundê Qarxûna jorîn, ji dayik bûye, hebestvanekî kurd î welatparêz bû.

Prof. Dr. Sêîdê Îbo kolêj û înstîtuta bijîşkiyê ya Yêrêvanê xilas kir. Doktora xwe jî li Moskovayê temam kir. Sehîdê Îbo wek bijîşkê zarokan kar dikir. Di sala 1971'ê de bû serokê kafêdra bijîşkiya zarokan (pêdiyatriya) li Înstîtûta Yêrêvanê ya Bijîşkiyê.

Îdîa hene ku Îbo ji aliyê hêzên îlegal û rastgir ên ermeniyan ve hatiye kujtin. Piştî hilweşîna YKSS'ê, neteweperestên ermeniyan êrîş birin ser kurdan, bi taybetî întelektuelên kurd. Ermenistanê hebûna kurdan înkar kir û niha jî di destûra bingehîn a Ermenistanê de bêjeya kurd nîne. Bes êzîdiyan nasdikin û dewlet bi fermî êzîdiyan wekî geleke ji kurdan cuda dide naskirin.

Di sala 1974'an de li Washingtonê dibe endamê rêxistina Ortemiletiyê ya bijîşkên nexweşiyên gurçikên zarokan. Li Glazgoyê tê hilbijartin wek endamê rêxistina bijîşkên zarokan li Ewropayê.

17 kanûna yekê ya sala 1991'ê li bajarê Yêrêvanê ji aliyê kesê “nenas” ve hate kuştin. Hejmara kitêb û berhemên Prof. Dr. Sehîdê Îbo yên ilmî derheqa bijîşkiya zarokan da nêzîkî 100'î ne.

Hin ji berhemên wî

  • Terşinek bûyîna pişikê zarokên emrê hetanî yek salî de (monografya, bi zimanê ermenî, 1976)
  • Danasîn bi bijîşkiya zarokan (monografya, bi zimanê ermenî, 1983).
  • Xwerekdayîna zarokên saxlem (kitêba bijîşkiyê, bi zimanê ermenî)
  • Şîretên doxtor (kitêba bijîşkiyê, bi kurdî, 1974)
  • Siba we xêr (kitêba bijîşkiyê, bi kurdî).
  • Bîst salên din (helbest, bi kurdî)
  • Quma min (helbest, bi kurdî)
  • Azadî (helbest, bi kurdî)
  • Sînem (helbest, bi kurdî) - Duryan (berevokeke serhatiyan, bi kurdî)
  • Kurdê rêwî (roman, 1979) Kurdê rêwî. Sehîdê Îbo. Avetsa. Stenbol, 2009. 208 rûpel.

Çavkanî

  • Helbestvanê kurd Dr. Seîdê Îbo hat kuştin, di kovara Gelawêj (2), 1991'yê de.