Henry Fonda: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
WîkîBot (gotûbêj | beşdarî)
B Robot: Biguherîne Kategorî:Emerîkî
Luckas-bot (gotûbêj | beşdarî)
B r2.7.1) (robot serzêde kirin: sl:Henry Fonda
Rêz 87: Rêz 87:
[[simple:Henry Fonda]]
[[simple:Henry Fonda]]
[[sk:Henry Fonda]]
[[sk:Henry Fonda]]
[[sl:Henry Fonda]]
[[sr:Хенри Фонда]]
[[sr:Хенри Фонда]]
[[sv:Henry Fonda]]
[[sv:Henry Fonda]]

Guhartoya 11:49, 9 kanûna pêşîn 2011

Henry Fonda, 1937

Henry Fonda (*16'ê adarê 1905 li Grand Island - 12'ê gelawêjê 1982 li Los Angeles, Kaliforniya) lîstikvanekî amerîkî bû. Ew wekî lîstikvanekî herî watedar tê naskirin. American Film Institute di lîsteya 25 Lîstîkvanen herî gewre ê mêr de, wî di rêza 6'an de bi cî dikê.

Jiyan

Fonda di ciwaniya xwe de dixwest bibe rojnamevan lê di salên 20'an de ew tevlî grupêke shanoye, ku ji alîye Dorothy Brando (diya Marlon Brando)'ve di hate birêvebirin, bû. Dûvre wî dest bi zanîngeha Minnesota kir. Li wederê wî û James Stewart hevdû naskirin û hewaltiya wa heta dawîye emrê wan dewamkir.

Di salen 30'an de ew çû Hollywoodê. Fîlmê yekem kû ew têde lîstî The Farmer Takes a Wife e. Di sala 1936'an de bi Seymour Brokaw re zewicî ji ve zewacê di zarokên wî Jane û Peter çê bûn.

Fonda di Hollywoodê de zû navdar bû, ew bi derhênerin xwidî nav mîna William Wyler û Fritz Lang're xebitî. Di sala 1941'i de ew jibona rolê xwe di fîlmê The Grapes of Wrath de, wekî namzet di beşa Lîstikvane herî baş jibona Oscarê hate vexwandin, lê biser neket û hevalê wî James Stewart ev xelat wergirt.

Di salen 40'î de ew di gelek fîlmên western de list. Di sala 1950'î de jina wî xwe qûsht, ve yekê têsîreke giran li ser wî kir, 5 sala wî di ti fîlmî de cî negirt.

Di 1956'an de di fîlmê Alfred Hitchcock yê bi navê The Wrong Man de cî girt. Wekî din bi derhêneren weke Sidney Lumet û Sergio Leone re jî xebitî.

Fonda tim di fîlmên xwe de rolê zilamê durist, girane ye kû hevalê heqiyê ye û li dijî neheqiyê sher dikê, di lîst. Lê ji bilî fîlme C'era una volta il West kû di bin derhêneriya Sergio Leone de hatiye çêkirin. Di vî filmî de ew mêrkujekî be ûjdan kû chavên wî ji kujtina jin û zarokan jî nashkiyê di lehîze.

Di 1981'î de wî jibona karê xwe yê gishtî di sînemayê de xelata Oscarê sitand. Henry Fonda di 12'ê gelawêjê 1982'an de jîyana xwe ji destda.

Çend mînak Ji fîlmên Henry Fonda

  • 1935: The Farmer Takes a Wife
  • 1937: You Only Live Once
  • 1939: Young Mr. Lincoln
  • 1939: Jesse James
  • 1940: The Grapes of Wrath
  • 1941: The Lady Eve
  • 1943: The Ox-Bow Incident
  • 1948: Fort Apache
  • 1955: Mister Roberts
  • 1957: The Wrong Man
  • 1957: 12 Angry Men
  • 1959: Warlock
  • 1961: The Longest Day
  • 1962: How the West Was Won
  • 1964: Fail-Safe
  • 1965: In Harm's Way
  • 1966: A Big Hand For The Little Lady
  • 1969: C'era una volta il West
  • 1973: Il mio nome è Nessuno
  • 1979: Meteor
  • 1981: On Golden Pond