Riya Teze (rojname): Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
WîkîBot (gotûbêj | beşdarî)
B îy → iy
Kurteya guhartinê tine
Rêz 1: Rêz 1:
[[Wêne:Hejmara rojnema RYA TEZE ya yekemin, sala 1930.jpg|thumb|250px|Hejmara yekem a rojnemeya Riya Teze di sala 1930'î de bi tîpên latînî hate çapkirin]]
[[Wêne:Rja Taza.jpg|thumb|250px|Hejmara yekem a rojnemeya Riya Teze di sala 1930'î de bi tîpên latînî hate çapkirin]]





Guhartoya 15:55, 10 kanûna pêşîn 2011

Hejmara yekem a rojnemeya Riya Teze di sala 1930'î de bi tîpên latînî hate çapkirin


Riya Teze (carina wek Rya Teze tê nivîsandin) yekemîn rojnameya kurdî ye ku bi tîpên latînî hatiye çap kirin. Riya Teze di 1'ê avrêla sala 1930'î de li Sovyetistanê bi alfabeya kurdî ya Şemo-Marogûlov ku di sala 1928'a de bi biryara dewleta Sovyeta berê hatibû amade kirin, dest bi weşana xwe kir û destpêkê heftê du caran bi çar rûpelan derdiket. Bi vî awayî Riya Teze beriya kovara Hawar dest bi weşana kurdî bi tîpên latînî kir û rojnama kurdî ya herî jîyandirêj e li cihanê.

Riya Teze hetanî hilweşandina Sovyetistanê di sala 1992'a de dengê kurdên Sovyetistanê bû û niha jî dengê kurdên Ermenistanê ye. Riya Teze bi tevayî ji 50 salan zêdetir ji aliyê dewletê, weke organa Komîtêya Navendî ya Partiya Komûnîst ya Ermenîstanê, parlamênê û hukumeta komarê bi fermî hate weşandin û niha jî bi awayekî serbixwe weşana xwe didomîne. Riya Teze li Ermenistanê yek ji çar rojnamên sereke bû.

Di salên destpêkê de Harûtyûn Mkirtçyanê ermenî, paşê jî Cerdoyê Gênco yê kurd berpirsyariya rojnamê kiribûn. Bi biryara Stalîn weşana rojname ji sala 1937'a heta 1955'a hate rawestandin. Piştî mirina Stalîn di sala 1955a Rya teze dîsa dest bi weşana xwe kir, lê vê carê bi tîpên kîrîlî ku ji aliyê Heciyê Cindî ve hatibûn amade kirin. Berpirsyarê rojname ji 1955a hetanî 1989'a, ango 34 salan, Mîroyê Esed bû.

Riya Teze li ser rojnamegerî û hişyarkirina hestên netewî ên kurdî bandoreke mezin kir. Di rojnameyê de hin kesên ku xebitîn ev bûn: Qaçaxê Mirad, Şekroyê Xudo, Xelîlê Çaçan, Babayê Keleş, Têmûrê Xelîl, Tîtal Mûradov, Eliyê Ebdilrehman, Egîtê Xudo, Hesenê Qeşeng, Pirîskê Mihoyî, Rizganê Cango, Porsora Sebrî, Tîtalê Efo, Karlênê Çaçanî, Şerefê Eşir, Egîtê Abasî, Paşayê Erfût, Letîfê Emer, Emerîkê Serdar, Gayanê Hovhannîsyan. Di van salên dawî ku rojname ji ber rewşa aborî carcaran mecbûr ma ku navber bidê weşana xwe. Niha berpirsyarên rojnamê Grîşayê Memê û cîgir jî Rizganê Cango ye.

Rewşa rojnameyê piştî hilweşîna Sovyet pir giran e. Hinek dezgeh û welatparêzên kurd di hêla aborî da piştgiriya wê kirin. Wek Înstîtûta Kurdî li Parîsê, bi taybetî jî serokê wê Kendal Nezan, Borîs û Mêlsîkê Mehmed, ku birayên hev in, Înstîtûta Kurdî li Brûksêlê bi serokatiya Derwêş Ferho. Niha jî welatparêzekî kurd Gîno Lobaro bi ciddî sponsoriya rojnameyê dike.

Çavkanî

Rezan MAD: Riya Teze