Îbrahîm: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
ZéroBot (gotûbêj | beşdarî)
B r2.7.1) (robot serzêde kirin: arc:ܐܒܪܗܡ
Luckas-bot (gotûbêj | beşdarî)
B r2.7.1) (robot serzêde kirin: am:አብርሃም
Rêz 15: Rêz 15:


[[af:Abraham]]
[[af:Abraham]]
[[am:አብርሃም]]
[[an:Abrahán]]
[[an:Abrahán]]
[[ar:إبراهيم]]
[[ar:إبراهيم]]

Guhartoya 17:53, 10 kanûna paşîn 2012

Îbrahîm

Hz Îbrahîm 2000 salan belî Hz. Îsa jîyaye û li gora her sê olên yek xudayî jî ew pêxemberekî Xwedê ye. Herwiha Hz. Îbrahim wek kalikê van olên semîtik tê qebûl kirin. Lê di derbarê şinda bûyîn û jiyîna wî da, pirtûk û zanayên her sê olan tiştên cihê riwayet dikin. Li gora ola Îslam ê Hz. Îbrahim li bajarê Urfayê li Harran ê hatiye dinyayê û dûra jî bi tev bavê xwe çûye Babîl ê.

Tevî ku gellê wî hemû putperest bû, Hz.Îbrahim di emrê xwe da tu caran ji putekî ra perestî nekirîye. Wî ji yek xuda yê ra bawer dikir. Di Quran a pîroz da di nava pêxemberan da yê herî pirr navê wî tê gotin. Li gora Quran ê Hz. Îbrahim bi bivir ê hemû putan dişikinî û li ser vî yekê mîrov wî davên nava agir, lê agir wî naşewitinî û dibe gol. Li gora mirovan ew şinda agir îro gola masiyan li Riha yê ye. Li dû vî bûyera Hz. Îbrahîm bi tev jina xwe Sarê û biraziyê xwe Hz. Lût ji welatê Nemrût bar dike tere Irdûn ê, Misir ê û dûra jî Filistin ê.

Ji ber ku Hz. Îbrahim êdî kal dibe û qet zarokên xwe tunin, ji Xwedê zarokekî dexwez dike. Lawek bi nav Îsmail ji wî ra tê dinê û demekî şinde jî ji wî ra tê zanîn ku, gerê Îsmail ji Xwedê ra qurban bike. Îbrahim lawê xwe ji bona qurbanê amade dike, lê wî gavê Xwedê ji wî ra beranekî dişinî, ji bona ku di şinda Îsmail da qurban bike. Dûra lawekî din bi nav Îshaq ji wî ra çê dibe. Herdû lawên wî jî bi xwe pêxamber bûn û tê zanîn ku Îsmail kalê erewan û Îshaq jî kalê gellê Îsrail e.

Hz. Îbrahîm kalê hemû bawermendan e û pêxemberê herî mezin yê Xwedê ye. Di emrê xwe da tenê ji Xwedê ra perestî kirîye û di Quran ê da ji wî ra "misilman" tê gotin. Wî bi tev lawê xwe Îsmaîl Kâbe înşa kirîye û bi vî avayî îbadeta hec ji wî hettanî îro hatîye giştîye me.

Girêdanên derve