James Watt: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
HRoestBot (gotûbêj | beşdarî)
B r2.6.5) (robot serzêde kirin: su:James Watt
WîkîBot (gotûbêj | beşdarî)
B Bot: - Kategorî:Kes
Rêz 18: Rêz 18:


{{kurt}}
{{kurt}}

[[Kategorî:Kes]]

[[als:James Watt]]
[[als:James Watt]]
[[an:James Watt]]
[[an:James Watt]]

Guhartoya 11:30, 29 kanûna paşîn 2012

Cêymz Wat (bi Inglîzî: James Watt) (19ê Befirbara paşîn 1736ê - 19ê Tebaxa 1819ê) dahêner û endazyarê Skotlendayî ko makîneya hilmê baştir kir û bi vî awayî Şoreşa Pîşesazî hilkir. Dersdêrê wî yê serekî Cozêf Blek bû.

Jînenîgar

Destpêka jiyanê

Cêymz Wat li 19ê Befirbara Paşîn ya sala 1736ê li benderekê Skotlendayê, Greenock, hat dinyayê. Babê wî gemîsaz û gehîdar û peymankarekê gemiyan bû. Dayka wî jî gelek xwenda û ji malbateka berniyas bû.

Xwîndina fermî ya Cêymzî gelek bêserûber bû û wî piranî li mal li cem dayika xwe dixwînd. Li zarotiya xwe da, Cêymz di karên destî û di matematîkê da gelek serkevtî bû.

Li 17-saliyê dayika wî mir û ew jibo xwîndina li ser çêkirina amûran çû Lendenê da li bajarê Glasgow kargeheka çêkirina amûran jibo xwe dabimezirînit. Lê ji ber hindê ko wî bi qasî heft salan şagirdî nekiribû, koma asinkarên Skotlendayê nehêla ko ew karê xwe yê xweser dabimezirînit. Lê sê kes ji dersdêrên zanîngeha Glasgowê delîve da wî ko di zanîngehê da kargehekê jibo xwe ava bikit. Sedema wê ew bî ko Cêymz amûrkerê yekane yê Skotlendayê bo ko matîmatîk dizanî. Wî li sala 1758ê, kargehê xwe li zanîngehê damezirand û Cozêf Blek bû dersdêr û hevalê wî. Cozêf yek ji fîzîkzan û kîmyazanên zanîngeha Glasgowê bû.

Makîneya hilmê

Çar salan piştî vekirina kargeha xwe, Cêymzî li ser pêşnihara dersdêr û hevalê xwe Can Robînsonî dest bi karkirin a li ser makîneya hilmê kir. Heta wî çaxî Cêymzî çi makîneyên hilmê nedîtibûn. Wî dixwest ko modêlekê xwe çê bikit. Lê bizavên wî çi verêj nebûn. Wî dest bi xwîndina hemî kitêb an nivîsînên li ser makîneyên hilmê kir.