Serê Kaniyê, Riha: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
MystBot (gotûbêj | beşdarî)
B r2.7.1) (robot serzêde kirin: ar:رأس العين (أورفة)
EmausBot (gotûbêj | beşdarî)
B r2.7.2+) (robot serzêde kirin: diq:Serê Hêni
Rêz 144: Rêz 144:
[[cbk-zam:Ceylanpınar]]
[[cbk-zam:Ceylanpınar]]
[[de:Ceylanpınar]]
[[de:Ceylanpınar]]
[[diq:Serê Hêni]]
[[en:Ceylanpınar]]
[[en:Ceylanpınar]]
[[fr:Ceylanpınar]]
[[fr:Ceylanpınar]]

Guhartoya 23:09, 5 sibat 2012

Navçeya Serê Kaniyê
Ceylanpınar
Bajarê Serê Kaniyê
Navçe
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Riha
Serbajar Serê Kaniyê

Hejmara bajarokan 1 bajarok
Hejmara gundan 32 gund
Hejmara mezran 17 mezre

Gelhe (2009) 72.749[1] kes
Rûerd 2.003 km2
Berbelavî 36,32 kes/km2
Bajarê navendî
Gelhe (2009) 44.626 kes
Koordînat 36°50′59″Bk 40°3′0″Rh / 36.84972°Bk 40.05000°Rh / 36.84972; 40.05000
Rûerd 89,9 km2
Bilindayî 365 m
Koda postayê 63570
Koda telefonê (+90) 414
Serê Kaniyê li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Serê Kaniyê
Serê Kaniyê
Serê Kaniyê (Tirkiye)

Serê Kaniyê an Serêkaniyê (bi tirkî: Ceylanpınar), navçeyeke Rihayê li bakurê Kurdistanê ye.

Serê Kaniyê dikevê ser sînorê Sûriyê an jî başûr rojavayê Kurdistanê. Li bakurê Serê Kaniyê Wêranşar, li aliyê rojava navçeya Kaniya Xezalan, li rojhilata wê jî parêzgeha Mêrdînê û li başûr jî dewlata Surî ye. Navçe 142 km ji parêzgeha Rihayê dûre û erda wê 2.020 km 2 ye.

Dîroka Serê Kaniyê

Diroka Serê Kaniyê vedigerê heya 5000 sala û li jora mezra botan hatiye avakirin. Li navçe Asûrîyan, Hitîtan, Abasiyan, Bizansiyan, Selçukîyan û Kurdan devlet avakirine. Di dema Asûriyan de nawçê ji dewleta Mirrî Mutanî'rı paytextî kiriye û navê vê paytaxtê Vaşşugar bû. Li şopawan medeniyata gişi li araziya çiftlika Serê Kaniyê û kepeze çuçık û a mezin em karin hina jî bibînin. Xedye Serê Kaniyê a dema dawi İbrahim paşayı.

Erdnîgarî

Nexşeya navçeya Serê Kaniyê

Mezin bunya Serê Kaniyê 1.900.000 dekare û gor kordinate metoroloji 36-50 hevêrkên berahîye bakur, 39-55 qincoko rojhelate deye. Bilindiya navçe 398 metro ye. Navçe 142 km ji Rihayê dûre. Li bakure Serê Kaniyê çiyaye Riha û li başûre we hudude Sûrî de çiyaye Abdulaziz heye.

Buhar li Serê Kaniyê
Toki Serê Kaniyê
Şev Serê Kaniyê
Serê Kaniyê aliye kepez
Serê Kaniyê Meyteba Toki
Parka Ciwanan

Avhewa

Havînî germe û baran nayê, çêle baran tê û sare.

Gelê navçê

Ligor serjimêra sala 2000'ê hejmara niştecihên bajêr 45.641 bû. Niştecihên herêmê 85 % wan kurd in û 15 % ereb in.

Politîk

Hilbijartina navçe a dema davi dewletê îptal kir û gelê navçû rabû ser piyan û dewlet şermezar kirin. Li ser vê yekê hilbijartin çêbû û İsmail Arslan disa hilbijartin qezenç kir û rayê xwe zêde kirin. Lî navçe partiya kurda DTP'ê di hilbijartina de qezenç kiriye û serokê şeradariyê Ismail Arslan'ê kurd e.Hılbıjartına 2009'a ji DTP qezenç kır.

Aboriya navçê

Gelê nawçê jiyana xwe bi çandinî û bi xwedîkirina heywana didomînin. Lı navçe çıftlıgık pir mezin ji heyı U gele nawçe li ve çiftlige karkeri ji dikin. Li navçê nîsk, pembo, nok, genim, fistixê entabê, kenevir tê çandin.

Xezalê Serê Kaniyê

Wan xezala nave xe danı Serê Kaniyê û bı türki nave navçe buyı ceylanpınar.Bere xezale Serê Kaniyê dıhatın ber qaniya xabure û jı xabure av veduxarın.Xabur jı bo gı bîr vebun ava we mıçıki. Jı bo gı xezalen Serê Kaniyê pıçık buyı hatını parastın.Niha 1500 xezale Serê Kaniyê heyı.Xezalen navçe jı bo gı pır bunu te fırotın ji

Çand û huner

Peykersazî

Li gundê Axirtoş peykervanî tê avakirin. Li vî gundî peykervanê Musa Cengiz bi peykervanî dixebite û peykerên xwe dişîne derve (Ewrûpa).

Wêne

Cil

Şelvar: devla pantor tê li xe qirin.

Dêrî (Pêşmal ango bervank): wekî nîv etekî ye. Rengê wê diguhere. Li hev qurmiçandiye û bi piştanekê li dora navtengê tê girêdan. Lê hertim 2 dêrî bi hev re li berdibin. Yek wek bervank (pêşmal) û yek jî wek nîv eteke (paşmal) tê liberkirin. Her du jî, ji yek cawî(qumaş) tên çêkirin.

Yêleg (Surt, Sixme, Êleg): ji du parçeyan pêk tê. Rengê pêşiyê û rengê estar heye. Estar her tim ji hevrîşim çêdibe. Ew li gorî temenê jinê tê guhartin, jinên ciwan rengên vekirî û gulgulî bi kar tînin, lê yên temen mezin rengên girtî li ber dikin.

Qutik (Kutik): ji qumaşên yêlegan ê giran tê çêkirin. Ew ji êleg dirêjtir û girantir e. Ji her du aliyan jî tê berkirin. Ango aliyên xwe yên bervajî nîn e.

Şala Kurmancî: ji qumaşekî buha ye. Ji rîs tê çêkirin. Qalind û germe, zivistanê diavêjin ser pişta xwe. 2-3 reng tê de cih digirin, hin caran jî tên bi rengekî ye

Govende li Serê Kaniyê tên lîstin

Lorke

Peşye bi nigê rast du gav tê avêtin dûvre nigê çep ji wê ji dûvre nigê rast tê avêtin pî tê avêtin ser mila. Govendik zû û tevlîhev tê lîstin.

Delilo

Govend bı nıge rast despe dıkı. Govendgêr sê gav davejı dûvre nıge çep davejı peşye. Veger bı nıge çep despe dıkı sê gav pışdı te avetın û pozisyana peşye ten sıtendın û wılo berdewam dıkı.

Şêrızdin

Bablekan

Dûz

Lîstike zaroken Serê Kaniyê

Heft tok

Bi heft kevra te listin. Divê gi van heft kevira ji nêve her du tiliya di derbas biki. Êgı van heft kevra derbas biki lîstike qezenç dıkı.

Guzike jıkesti

Bı du lîstikvana te listin. Hundure cerge lîstikvanık kewırık datinı. Lîstikvane dı ji ew kevırehan jı cerge duxazı gı derxı.Dı çareke dı dernexıst dıbı dora listikvanedı. Gı lîstikvane peşye dı carke dı kevır derxıst. Listikvane ebe kevır duxazı gı texı cerge u listikvane peşye nahelı gı texı cerge. Durı revık despedıkı gi listıkvan ev kevre han karıbı texı cerge listikvane dı dıbı ebe.

Lîstika xar

Lîstikvanık xara xwe datini erde. Lîstikvane dı ji nîşan dıgrı u duxazı gı lı xare xı. Gı lı xare xıst ev xarahan dı bı awi.

Vîzîk (Deleme)

Bı 3-4 lîstikvana te listın. 3-4 heval ebekık dı neqinın û delemawi datinin erde. Listikvan nîşan li delama erde dıkrın û li delema erde dıxın. Gava li delema erde dixin divê gı delama wan bigerı. Gı delama wan negeri dibin ebe

Gundê navçê

 Gotara bingehîn: Gundên Serê Kaniyê

32 gund û 17 mezrayê navçeya Serê Kaniyê hene. Li navçê gundê bê kareba (ceryan) tunene û li hemû gunda telefon heye.

Galerî

Çavkanî


Girêdanên derve