Zimanê albanî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
Şêr (gotûbêj | beşdarî)
B clean up, replaced: mîrov → mirov AWB
MystBot (gotûbêj | beşdarî)
B r2.7.1) (robot serzêde kirin: dsb:Albanšćina
Rêz 77: Rêz 77:
[[da:Albansk (sprog)]]
[[da:Albansk (sprog)]]
[[de:Albanische Sprache]]
[[de:Albanische Sprache]]
[[dsb:Albanšćina]]
[[el:Αλβανική γλώσσα]]
[[el:Αλβανική γλώσσα]]
[[en:Albanian language]]
[[en:Albanian language]]

Guhartoya 03:52, 16 sibat 2012

{{{2}}} Zimanê Albanî (Navê orjînal Gjuha Shqipe /ˈɟuˌha ˈʃciˌpɛ/) şaxeka zimanên Hînd û Ewropîyê ku yekser ji Albanî de pêk têye.

Du zaravayên cihêyên bi navê Gegî û Toskî têye navkirin hene. Lê zimanê niviskî li ser bingeha dîalekta Toskî di sedsala 20'an de hatiye çêkirin. Va prosesa standardîzasyonê bi kongreyeka di sala 1972'a de li Tîranê hatiyê pêkanîn ve hatiye temam kirin.

Di zimanê Albanî de peyvên ku ji zimanên dinên mînak Latînî, Yewnanî û yên di sedsal û dehsalên dawî ji Bûlgarî, Îtalî, Fransî, Tirkî hatinî standin cihekî û mîkareka girîng digirin.

Belavbûn

Zimanê Albanî li Albanya, piraniyê Kosovo, li Makedonya, Sirbîstan û Montenegro tê axaftin. Dîsa li Îtalya û Sîcîlya (nêzî 100.000 axivêr), ên ku wek Arbëreş tên navkirin, û li Yewnanîstan, ên ku wek Arvanitan û Çaman tên navkirin û bi zimanê Albanî diaxivin hene. Li hin welatên Ewropayê jî koçarên ku hatinî wan welatan zimanê albanî wek zimanê koçerî diaxivin hene.

Li dinê bi temamî 8 mîlon kes bi zimanê Albanî diaxivin û li wan 3,5 li Albanya, 3,5 li welatên dinên Balkanan û yên din jî wek koçer li dinê belav bûne.

Dîrok

Di dîrok de zimanê Albanî bingehî li derên ku îro tê axaftin belavbûbû. Di sedsala 11'an de hin niviskar qala Albaniyên ku bi zimanê Albanî diaxivin kirine. Li wê şunda ewna li beravên Derya Adriyatîk belavbûne. Li wan hinek nav xelkên Slawên ku li derên çûnî niştecî de asîmîle bûne û zimanê xwe guhertine.

Belgeya niviskiya ku bi zimanê Albaniya herî kevin a ku heta niha kişf bûyî di sedsala 15'an de ye. Pirtûka herî kevina ku bi zimanê Albanî hatiyî nivisîn, ya bi navê Meshari, di sala 1555'a de ji hêla klerîkek(îng. Cleric) Gjon Buzuku hatiye nivisîne.

Di sala 1870'an de rojnameya herî sifte bi zimanê Albanî hatiye derxistin. Li vê şunda zimanê Albanî gorî axivêrên xweyên li welatê lê, geh bi alfabeya latînî, geh bi alfabeya yewnanî, geh jî bi Alfabeya erebî hatiye nivisîn. Lê bi dawiyê sedsala 19'an re standardîzasyon û yekkirina alfebeyan destpêkiriye. Yek ji wan alfabeyan ya herî qebûl dibûyî Alfebeya Stembolê, ya ku ji hêla Sami Fraşeri hatibû pêkanîn bû.

Bi civîneka di 14. - 22. kewçêra 1908'an de li bajarê Manastirê(Bitola) hatibû pêkanîn ve zimanê Albanî êdî bi temamî bi alfebeya latînî hat nivisîn.

Alfebe

Ji 1908'an virve di zimanê Albanî de bi temamî alfebeya latînî têye bikaranîn. Li ber wê ew herwiha bi alfebeya yewnanî û erebî jî dihat nivisîn.

Di alfebeya latîniya ku bo zimanê Albanî tê bikaranîn ji herfên a, b, c, ç, d, e, ë, f, g, h, i, j, k, l, m, n, o, p, q, r, s, t, u, v, x, y, z. de pêk tê. Li hindê van herfan çend Dîyagrafên wek dh, gj, ll, nj, rr, sh, th, xh û zh jî tên bikaranîn.

Mînak bo Albanî

Danezana Gerdûnî Ya Mafên Mirovan, Artîkêl 1:

Të gjithë njerëzit lindin të lirë dhe të barabartë në dinjitet dhe në të drejta. Ata kanë arsye dhe ndërgjegje dhe duhet të sillen ndaj njëri tjetrit me frymë vëllazërimi.
ɟiθ ɲeɹɘzit lindin liɹɘ ðe baɹabaɹt diɲitet ðe drejta. ata kanɘ aɹsye ðe ndɘrɟeɟe ðe duhet siɫen ndaj ɲeɹi tjetɹit me frymɘ vɘɫazɘrimi
Kurdî: Hemû mirov azad û ji hêlê maf û rûmetan ve wekhev tên dinyayê. Xwedî hiş û wijdan in û divê bi hestên biratiyê nêzîkayî li hev bikin.

Weblinks