Şêx Mehmûdê Berzencî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
Rêz 14: Rêz 14:
===Hêrîşîn asmanî îngilizan li kurdistanîyan===
===Hêrîşîn asmanî îngilizan li kurdistanîyan===


Firokên Ingiliz, di wê demê di sale 1922´an de hêrîşî herême kurdistanê dikin bi firokan û bi hezaran mirovan dikujin. Bi wê hêrîşê, di xwezin ku sazî û dezgehên rêveberîya kurdan û rewşa wan ya ku ew bi wê xwe li sere lingan digirin jhi holê rakin.


{{Kurt}}
{{Kurt}}

Guhartoya 14:27, 25 sibat 2012

Wêne:Mahmud berzenci.jpg
Şêx Mehmûdê Berzencî
Ala Keyaniya Kurdistanê

Şêx Mehmûd Berzincî (شێخ مه‌حمودی حه‌فید) şoreşger u siyasetmedareke kurd li başûrê Kurdistanê bû.

Destpêk

Şêx Mehmûdê Berzencî kurê şêxê qadirî, Şêx Seîd e. Piştî ku bavê wî di sala 1908ê de, ji alî Osmaniyan ve hate kuştin, Şêx Mehmûd dewsa wî girt. Di salên Şerê Cîhanê ê Yekê de, ji bo avakrina dewleteke serbixwe xebitî. Bi vê armancê, bi kurdên Îranê re tifaq danî û li hember ingilîz û ereban şer kir. Sê caran dewleta serbixwe "Keyaniya Kurdistanê" îlan kir, xwe jî qralê dewletê nîşan da. Li hember êrîşên ereb û ingilîzan heta sala 1932ê li ber xwe da. Şêx di sala 1956ê de çû ser dilovaniya xwe.

Deme wî ya destpêkê û kurdistan

Şêx Mahmudê berzencî, Weke rêveberekî kurd di deme xwe de, çawa jîya ya û dîroka wî çawa ya, hê bi temenî li ser wî ne hatîya nivsîn. Lê em di karin bêjin ku dîroka wî dîroka kurdistanê ya rêveberîtiya kurdistanê ya. Di derbarê deme wî de, heta roja me, wilo zêde gotin ne hatiya gotin. Lê deme wî deme ku mirov bi teybetî li ser bisekinê. Şêx Mahnudê berzencî du caran sûrgun jîya. cara pêşî, ew hat sûrgun li girava Hindistanê. Di wê demê de, nêzî sê car salan ma. Lê piştre dîroka wî ya piştre berdewam dike. Ji bo ku mirov vê pêvajoya dîrokê ya bi jîyane şêx Mahmudê berzencî re fahm bike, divêt ku mirov hatina li rojhilat weke hêzeke metinger ya hêzên Îngilizan dîroka wan fahm bike. Di wê deme ku ew tên de, hingî, kurd li hêrêmên xwe di nava xwe de ku çendî ku pirsgirêkên wan hebin jî bi hev re dijîn. Lê piştî ku wan berê xwe da kurdistanê, hingî pêşî, ew dewlemendiyên kurdistanê kifş dikin. Bi vê yekê re, têne bi ser kurdistanê. Di wê demê de, ku salên 1916´an de bû, bi peymana siykest-pikot re herêmê û bi teybetî kurdîstan hatibû beşkiirn di nava îngiliz, firansiz û rûsan de. Piştî ku bûna şoraşa sovyetê, çendî ku rûsî xwe ji wê peymanê vekişand jî, dîîsa piştî şoraşê, di deme Stalin de, li wê peymanê û li gîyane wê, weke ku vegerînek bû. Di wê çerçovê de di salên 1922´an de ketina hêzên sovyetê ya li kurdistanê û hatina ya hata Mûş û Sêrtê û hwd, ku herêmên serhadê yên kurdistanê dikina nava xwe de, herêmeke mazin dibina bin destê xwe bi ketina wan ya biu leşkerî, êdî piştre, bi wê re ew tekoşîna metingerî li kurdistanê dima. Di wê demê li Kurdistanê li Araretê li agirî û li herêmê din ya kurdistanê bi navende wê farqîn a dora amedê û hwd, birêxistinîya xûybûn re di nava rêxistiniyekê de ya. Piştre wê rêxistiniya kurdî Azadî jî ava bibe û xabetê ji bo kurdistanê bike. Piştî wê re, wê hin bi hin, rêxistiniya kurdistanê pêş bikeve. Di wê demê de, wê dewlet hebûn rêxistiniya Azadiyê kifş bike û Serokên wê çenda bigirê û bi derve bike. Bi vê yekê re, çendî ku weke mirovên sêyemin û an jî çaremin e şêx Saîd wê derkeve li pêş weke mirovê yekemin û wê serhildana wî li kurdistanê bibe.

Li Başûrê kurdistanê jî di wê demê de rêxisniya Şêx Mahmudê berzencî hebû. Şêx mahmudê berzencî, ji bo kurdistanê tevdigerîya. Bi vê yekê re, ew di nava tevgerîyê de. têkiliya wê ya wî bi hêzên inligizi re hebû. Lê bi hêzên din yên herêmê re jî hebû. Bi osmaniya re jî têkiliya wî hebû. Di wê demê de ku metingerkirina herêmê gihiştiya astaka mazin, hingî herême Îraqê ku başûrê kurdistanê di nav de wê bi navê Îraqê were bi rêxistin kirin. Berî wê, ku ji ber ku bi tememî nikarin kurdan di bin kontrolê de bigirin, wê di sale 1921´ê de şêx mahmudê berizencî ku di ancama li berxwedana li ber ingilizan de hatibû girtin û hatibû sûrgin kirin li giravaka Hindistanê, ji wê tê hanîn û ew li başûrê kurdistanê, rêveberîya kurdistanê bi destê wê tê ava kirin. Di wê demê de Şêx Mahmud berzencî hukumete kurdistanê ava dike û wezirên wê dîyar dike. Al û rêveberîya wê jî kifş dike. Rojnemayên kurdî jî derdikevin. Ku bi navê ´roja kurd´ rojnema hukumetê ya, derdikeve. Hukumet, di wê demê de. Ingiliz, di xwezin ku herêmê bikina bin destê xwe de, bi vê yekê, naxwezin ku li ber wan bertek werina dayin, di deme ku şêx mahmudê berzencî ji Giravê dihê hanîn li kurdistanê jî, di wê demê de, şertê ku li gor wan tevbigerihê didêne ber wî. Piştî ku ew hat û hukumete xwe ava kir û herême kurdistanê dîyar bû û kurdistanê hinekî bi vê re jî çû, êdî Kurdan serwerîya xwe ya bi serê xwe doz dikirin. Îngilizan dixwestin ku rêveberîyeke ku rêveberîya navendî ya îraqê ve girêdayê hebe. Bi vê yekê re, kurd di bin kontrolê de bin. Kurdan jî, ev yek herê ne dikir. Di wê demê de, piştî ku kurd, di wan xwestekên xwe isrer dikin û di tevgerên xwe de li gor wê tevdigerihin, êdî ingilizi, dixwezin ku herêmeê kurdistanê û hukumete wê ji holê rakin. bi vê yekê û armancê di sale 1922´an de, wê firokên ingiliz yên şer wê hêrşîn herêmên kurdistan bikin û wê hezaran kurdan bikujin. Piştre Şêx Mahmûd berzencî bi hêzên xwe re diçê herême rojhilatê kurdistanê û îranê. Li wir, êdî biryara şêzê pêşmergeyîtîyê dide li ber ingilizan. Piştre êdî şerê pêşmergitiyê li dijî wan dest pê dike. Lê piştre ne bi gelekî re, Şêx Mahmmud berzencî bi Ingilizan re dikeve têkiliyê de di xwezê ku pirsgirêk bi dîyalogê di navberêa wan de were çareser kirin. Bi vê armance, ew bixwe tê û bi wan re dikeve têkiliyê de. Di wê demê de, ew hatina wî, weke teslimbûna wî jî, hat rawakirin. Piştre ew ku hat êdî ji dêla ku pirsgirêk werina çareser kirin, bêhtirî çûna bi ser kurdan de dibû. Wê piştre, sûrgûna duyemin ya şêx mahmûdê berzencî wê êdî dest pê bike û ev wê demeke dîrêj bibe ku ne bin 20 salan re ya. Piştre jî, hêzên îngilizî bi fîrokên şer, çûna bi ser kurdan de û bombabaran bi li kurdan kirin. Tenê di sale 1922´an de, bi hezaran kurdên sivil, di ancama wê bombabarana ingilizan de hatina qatilkirin û malên wan hatina vêrankirin.

Rewşa kurdistanê di wê demê de

Hêrîşîn asmanî îngilizan li kurdistanîyan

Firokên Ingiliz, di wê demê di sale 1922´an de hêrîşî herême kurdistanê dikin bi firokan û bi hezaran mirovan dikujin. Bi wê hêrîşê, di xwezin ku sazî û dezgehên rêveberîya kurdan û rewşa wan ya ku ew bi wê xwe li sere lingan digirin jhi holê rakin.