Wan (parêzgeh): Cudahiya di navbera guhartoyan de
Rêz 71: | Rêz 71: | ||
===== Çîroka navê ''Axtamar'' ===== |
===== Çîroka navê ''Axtamar'' ===== |
||
Keçikeke xweşik a bi navê Tamara ya keşeyekî hebûye. Dilê Tamarayê dikeve şivanekî li qerexa golê dijî. Şivan û Tamara hin rojên hefteyê tên li cem hev û bi hev re diaxivin. Xort her carê bi alîkariya ronahiya ku Tamarayê nîşan dida dihate cem Tamarayê. Xort her carê vê ronahiyê dişopîne û derdikeve giravê. Rojekî bi awayekî bavê Tamarayê li vê têkiliyê dihese. Bavê Tamarayê bi pêkutiyan ji Tamarayê her tiştî hîn dibe û Tamarayê di odeyekî de heps dike. Piştre jî hatina xort raçev dike. Dema xort tê bavê Tamarayê ronahiyê vêdixe û ew xort jî ber bi ronahiyê melevaniyê dike. Lê belê bavê Tamarayê her tim cihê ronahiyê diguhure û li cihekî sabit namîne. Di dawiyê de bavê Tamarayê ronahiyê li cihekî datîne û xort jî ber bi ronahiyê ve melevaniyê dike. Lê belê ji ber westa xwe ji hal dikeve û di vê navberê de bavê Tamarayê bi ber û daran êrişî xort dike. Her çiqas xort dixwaze jî nikare paşve bireve û li wir noqê binê avê dibe. Xort di nefesa xwe ya dawî de dibêje Ax… Tamara û bi nalenal noqê binê avê dibe. Ev çîrok jî ji wê rojê heta roja îro tê vegotin. |
Keçikeke xweşik a bi navê Tamara ya keşeyekî hebûye. Dilê Tamarayê dikeve şivanekî li qerexa golê dijî. Şivan û Tamara hin rojên hefteyê tên li cem hev û bi hev re diaxivin. Xort her carê bi alîkariya ronahiya ku Tamarayê nîşan dida dihate cem Tamarayê. Xort her carê vê ronahiyê dişopîne û derdikeve giravê. Rojekî bi awayekî bavê Tamarayê li vê têkiliyê dihese. Bavê Tamarayê bi pêkutiyan ji Tamarayê her tiştî hîn dibe û Tamarayê di odeyekî de heps dike. Piştre jî hatina xort raçev dike. Dema xort tê bavê Tamarayê ronahiyê vêdixe û ew xort jî ber bi ronahiyê melevaniyê dike. Lê belê bavê Tamarayê her tim cihê ronahiyê diguhure û li cihekî sabit namîne. Di dawiyê de bavê Tamarayê ronahiyê li cihekî datîne û xort jî ber bi ronahiyê ve melevaniyê dike. Lê belê ji ber westa xwe ji hal dikeve û di vê navberê de bavê Tamarayê bi ber û daran êrişî xort dike. Her çiqas xort dixwaze jî nikare paşve bireve û li wir noqê binê avê dibe. Xort di nefesa xwe ya dawî de dibêje Ax… Tamara û bi nalenal noqê binê avê dibe. Ev çîrok jî ji wê rojê heta roja îro tê vegotin. |
||
== Sûlavên Wanê == |
|||
=== Sûlava Bargiriyê === |
|||
Vê sûlavê di nav navçeyên Wanê de cihekî girîng daye navçeya Bargiriyê. Li ser ava ku ji Çiyayê Tendûrekê derdikeve û Bendava Mahî ye. Sûlav 10 km’yan ji navçeyê dûr e. Ava ku ji newal diherike ev sûlav pêk aniye. |
|||
Li ser Sûlava Bargiriyê pireya hilawîstok heye û vê pirê di gel hêşinahî û xweşiyên xwezayî ev der kiriye cihekî jênager. |
|||
=== Sûlava Kanîspiyê === |
|||
Ev sûlav di nav sînorê [[Şax]]ê de ye û 75 km’yan ji Wanê û 5 km’yan jî dûrî Şaxê ye. Ji zinarên ku bi qasî 100 m.’yan bilind diherike û heta rêya bejayî tê. Ava sûlavê ji meha Gulên dertê heta meha Êlûnê diherike. Ev sûlav hêjayî dîtinê ye. |
|||
== Nifus û navçe (2000) == |
== Nifus û navçe (2000) == |
Guhartoya 19:24, 5 adar 2012
Parêzgeha Wanê | |
Koda parêzgehê: 65 | |
Nexşeya navçeyan | |
Wêne:Van districts ku.PNG | |
Kargêrî | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
---|---|
Dûgel | Tirkiye |
Serbajar | Wan |
Demografî û erdnîgarî | |
Gelhe (2008) | 1.004.369 kes |
Rûerd | 19.069 km2 |
Berbelavî | 52,7 kes/km2 |
Binebeş | |
Hejmara navçeyan | 12 navçe |
Hejmara bajarokan | 20 bajarok |
Hejmara gundan | 575 gund |
Agahiyên din | |
Dem | UTC+2 |
Koda telefonê | (+90) 432 |
Wan (bi tirkî, Van; bi ermenî, Վան) parêzgeheke Bakurê Kurdistanê ye. Serbajarê parêzgehê Wan e.
Qezayên parêzgeha Wanê
- Wan (qeza) (tr: Van): Wan, Erçek, Tîmar
- Miks (qeza) an Mikis (tr: Bahçesaray): Miks
- Elbak (qeza) (tr: Başkale): Elbak, Şîkeftî (senter: Der)
- Bayizaxa (qeza) an Ebex (tr: Çaldıran): Bayizaxa
- Şatax (qeza) (tr: Çatak): Şatax an Şax, Narlî (senter: Gîresor)
- Ertemêtan (qeza) (tr: Edremit): Ertemêtan an Edremid
- Erdîş (qeza) (tr: Erciş): Erdîş an Erdis, Kertîs, Kocapnar (senter: Axî)
- Westan (qeza) (tr: Gevaş): Westan (senter: Gavaş)
- Payizawa (qeza) an Xawesor (tr: Gürpinar): Payizawa, Xoşab, Qasrîk, Norduz (senter: Dîm)
- Bêgirî (qeza) (tr: Muradiye): Bêgirî
- Ebexe (qeza) an Qerqelî (tr: Özalp): Ebexe, Taşrumî
- Mehmûdî (qeza) an Sêrê (tr: Saray): Mehmûdî an Sêrê
Dîrok
Kelheyên Wanê
Ji kelheyên li Wanê xuya dike ku dîroka vê bajarê gelek kûr e. Kela herî nas a parezgehê bêguman Kelheya Wanê ye. Herwiha, Kela Xoşabê, Kela Aspeşînê, Kela Ayanisê, Kelax, Kela Zernekê û Kelheyên Anzafa Jor û Jêr bermahiyên bêhempa yên Wanê ne.
Coka Menua (Coka Semîramîs-Şamranê)
- Gotara bingehîn: Coka Menua
Coka Menua, 50 km ji başurê deşta Payizava ku ava zelal tîne deşta Wanê, paytexta ûrartûyî jî ku li wê derê ye û xakên ku têre derbas dibe jî zîndewar dike. Li derdora cokê baxçeyên hilawîstî ku Key Menua (810-786'an berî zayînê) ji bo hevsera xwe Tariria, di hêla Kadembastiya îro, bi awayekî banoke çêkiriye, hêmanî baxçeyên hilawîstî yên keybanûya asur Semîramîs ku ji heft bedewiyên cîhanê yek jî ew tê hesibandin dîtiye û bi awayekî efsanewî hatiye jiyandin.
Taybetiyeke din a coka Menua ev e ku, li ser dîwarên piştevan û cihên nêzî coke bi giştî panzdeh nîvîstekên avahî yên bi bizmar hatine bicihkirin.
Dêrên Wanê
Li Wanê gelek dêrên dîrokî hene, wek
- Dêra girava Axtamarê,
- Dêra Adirê,
- Dêra Çarpanakê,
- Dêra Bartolomeyo li Dêrê,
- Heftdêr.
Dêra Axtamarê
- Gotara bingehîn: Axtamar
Girava Axtirmanê 47 km’yan dûrî Wanê û 7 km’yan jî dûrî navçeya Westanê ye. Dêr 4 km dûrî bejayiyê ye. Mirov bi keştiyên motorî bi 20 deqîqeyan xwe digihîne giravê. Dêra Girava Axtirmanê di salên 915 û 921'an ên piştî zayînê de ji aliyê avahîsaz û keşîş Manuel ve di dema key Gagîkê yekem de hatiye avakirin.
Navenda dêrê bi qubekî û xaç jî bi şêweya keta çar belgî hatiye çêkirin. Bilindahiya qubeyê jî ji erdî 20,40 metro ye. Li der dora dêrê kevirên pirpişandî û mijarên olî û rojane yên ku ji Tewrat û Încîlê hatî wergirtin û sehneyên nêçîrvaniyê hene.
Avahiyên li dêrê di sala 1113'an de bûne keşîşxane û heta salên 1895'an de jî ev der di herême de bûye navenda patrîkxaneya ermeniyan. Di dawiya sedsala 13'an de şapek li aliyê rojhilatê dêrê di sala 1296'an de jî şapela (kapela) aliyê rojavayê başûr hatiye çêkirin. Têketina dêrê û Birca Çanê di destpêka sedsala 19'an de jamatun jî di sala 1763'an de hatiye çêkirin.
Keçikeke xweşik a bi navê Tamara ya keşeyekî hebûye. Dilê Tamarayê dikeve şivanekî li qerexa golê dijî. Şivan û Tamara hin rojên hefteyê tên li cem hev û bi hev re diaxivin. Xort her carê bi alîkariya ronahiya ku Tamarayê nîşan dida dihate cem Tamarayê. Xort her carê vê ronahiyê dişopîne û derdikeve giravê. Rojekî bi awayekî bavê Tamarayê li vê têkiliyê dihese. Bavê Tamarayê bi pêkutiyan ji Tamarayê her tiştî hîn dibe û Tamarayê di odeyekî de heps dike. Piştre jî hatina xort raçev dike. Dema xort tê bavê Tamarayê ronahiyê vêdixe û ew xort jî ber bi ronahiyê melevaniyê dike. Lê belê bavê Tamarayê her tim cihê ronahiyê diguhure û li cihekî sabit namîne. Di dawiyê de bavê Tamarayê ronahiyê li cihekî datîne û xort jî ber bi ronahiyê ve melevaniyê dike. Lê belê ji ber westa xwe ji hal dikeve û di vê navberê de bavê Tamarayê bi ber û daran êrişî xort dike. Her çiqas xort dixwaze jî nikare paşve bireve û li wir noqê binê avê dibe. Xort di nefesa xwe ya dawî de dibêje Ax… Tamara û bi nalenal noqê binê avê dibe. Ev çîrok jî ji wê rojê heta roja îro tê vegotin.
Sûlavên Wanê
Sûlava Bargiriyê
Vê sûlavê di nav navçeyên Wanê de cihekî girîng daye navçeya Bargiriyê. Li ser ava ku ji Çiyayê Tendûrekê derdikeve û Bendava Mahî ye. Sûlav 10 km’yan ji navçeyê dûr e. Ava ku ji newal diherike ev sûlav pêk aniye.
Li ser Sûlava Bargiriyê pireya hilawîstok heye û vê pirê di gel hêşinahî û xweşiyên xwezayî ev der kiriye cihekî jênager.
Sûlava Kanîspiyê
Ev sûlav di nav sînorê Şaxê de ye û 75 km’yan ji Wanê û 5 km’yan jî dûrî Şaxê ye. Ji zinarên ku bi qasî 100 m.’yan bilind diherike û heta rêya bejayî tê. Ava sûlavê ji meha Gulên dertê heta meha Êlûnê diherike. Ev sûlav hêjayî dîtinê ye.
- Wan (navend) 284.464 (Wan, Erçek, Tîmar)
- Miks an Mikis (Bahçesaray) ye 16.795 (Miks)
- Elbak (Başkale) 55.563 (Elbak, Şîkeftî)
- Bayizaxa an Ebex (Çaldıran) 56.485
- Şax an Şatax (Çatak) 23.816 (Şax, Narlî)
- Ertemêtan an Edremid (Edremit) 18.005
- Erdîş an Erdiş (Erciş) 147.421 (Erdîş, Kertîs, Kocapnar)
- Westan (Gevaş) 29.557
- Payizawa an Xawesor (Gürpinar) 37.226 (Payizawa, Xoşab, Qasrîk, Norduz)
- Bêgirî (Muradiye) 54.692
- Ebexe an Qerqelî (Özalp) 59.892 (Ebexe, Taşrumî)
- Mehmûdî an Sêrê 21.578
Tevayiya nifûsa herêmê (tevî gundan) 877.524 e.
Çavkanî
- Harita Umum Müdürlügü 1:800,000 (1934).
- "Köylerimizin adlari" (1928).
- Vital Cuinet (1891/2001). "La Turquie d'Asie".
- Xefur, Ebdulla (Abdulla Ghafor) (2000/2001). Kurdistan - Dabeşî Kargêrî Terrîtorî 1927-1997.
- Xefur, Ebdulla (Abdulla Ghafor) (2001). Kurdistan - Rûpêw û jimarey danîştuwan.