Deryaya Mermereyê: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
B r2.6.3) (robot serzêde kirin: xmf:მარმარილოშ ზუღა
EmausBot (gotûbêj | beşdarî)
B r2.7.2+) (robot zêdekirin:dsb:Marmarske mórjo
Rêz 29: Rêz 29:
[[da:Marmarahavet]]
[[da:Marmarahavet]]
[[de:Marmarameer]]
[[de:Marmarameer]]
[[dsb:Marmarske mórjo]]
[[el:Θάλασσα του Μαρμαρά]]
[[el:Θάλασσα του Μαρμαρά]]
[[en:Sea of Marmara]]
[[en:Sea of Marmara]]

Guhartoya 16:51, 20 adar 2012

Deryaya Mermerê

Deryaya Marmara an jî Deryaya Mermerê (bi tirkî: Marmara Denizi, bi yewnanî: Θάλασσα του Μαρμαρά, Thálassa tou Marmará, bi bulgarî: Мраморно море, Mramorno more), di demên kevnar da navê wê Deryaya Propontîs (bi yewnanî: Προποντίς, Propontís) bû. Ev derya dikevit navbera para Asyayî û para Ewropayî ya Tirkiyeyê û Deryaya Reş û Deryaya Egeyî bihevra digehînit. Tengava Bosforê anko Tengava Stenbolê vê deryayê bi Deryaya Reş ve digehînit û bajarê Stenbolê jî dikit du parên Ewropayî û Asyayî. Tengava Dardanêlê anko Tengava Çanakkale jî wê bi Deryaya Egeyî ra digehînit. Rûbera Deryaya Mermerê 11.350 km² ne.

Sûratî ya ava vê deryayê 22 par di hezar paran da ye. bi vî awayî ew piçekê ji Deryaya Reş sûrtir e. Lê sûrahiya wê 2 li ser 3 ya okyanûsê ye.

Du destekên gizirt anko giravan li deryayê hene: Gizirtên Mîr anko bi Tirkî Kizil Adalar, û Gizirtên Mermerê ko bi madenên xwe yên berê Mermer ve pir navdar in. Navê deryayê j ji wan madenan hatiye. Gizirteka herî navdar ji gizirtên derayayê Girava Îmraliyê ye ko Ebdila Ocelan lê hatiye zindanîkirin (2009).